Hevpeyvînek ligel hunermend Ronîcan
Amadekirin: Arşevê Oskan
Arşevê Oskan
Hunermendî rêwîtiyeke rû li dûmaneke bê dawî ye, ji xewnên agirê jiyanê, agirê bê ser û ber, ku canê mirovên xwe dixe tenûreke suncirî. Lewra ew gewriya reben di nava pêlan de, dikeve tayê û dilorîne, axîn û nalîn jê der tê, ew agir bi pêla demê re baweşîn dibe, li ser wî hestê evîndar û bendewar, mîna birûskeke buharî ku bi xunaveke tenik, bi ser binefşên evînê de dibarîne û wan binefş û sorgulan rûgeş dike ...
Ew rêwîtî li kû bi cî dibe û kengî radiweste, tu kes nikare wê pîvanê nas bike, carcaran bê ku zanibe, bi ber pêla nalînê re diherike û bê hêz dimîne....
çav û dil û hinav bi livîneke şevînî, di xulmaşiya xewnan de, dikevin tayeke giran û sitêrên rojan av didin, li ser sînorê ku bi dûmana rojên beravêtî hatine pêcan...
Awaz ku ji gewriyê dertê, bê destûr derbasî hest û damarên me jî dibin, dibin perçak ji bîranînên me, ew awaz, giyanê me yên tî, bi xunava xwe av didin, û agirê li ser dil hênik dike, li ser wan dilên evîndar....
Lorîna Ronîcan... yek ji wan lorînên ku êşên me diwestîn e, û di xeweke şêrîn de berdide, agirê dilê birîndar baweşîn dike, û me dibe nav gulistanên bîranînan û seyranekê bo me li dardixe, bi şalûlên welêt re ... ez wisa Ronîcan nas dikim .
Huner ji bo Ronîcan çiye gelo ?
Huner li cem min neynika zarotiyê ye, nizanim çawa hat lê dîna min dî, ez bûm hêsîrê hunerê, dibe ku huner mirov talan bike û dibe ku mirov dilşa bike jî, ango mîna pêla derya ku mirov nizanibe avjeniyê bike ewê di ber re here, ji hêla dî ve dibe ku bi wê pêlê bighêje nêzîkî delavan, ji bo min huner ev e .
Her pêvajo astengî jêre hene astengiyên pêşhiya Ronîcan çibûn?
Ji aliye civakî ve di destpêka min de, malbata min pir tengezar dibûn dema ku min di warekî hunerî de yan ku sazekî mûzîkê di destê min de bidîtana pirsgirêk ji min re çêdibûn, ev yek bandoreke mezin li ser psîkolojiya min dikir, êdî ez wekî tiştekî qedexe dikim, ne wek wî zarokê ku piştgirî jê re bihata û bêhtir pêş de diket, ev yek bû sedema ku ez demeke dirêj dûrî malbatê bijîm, rojekê li mala apê û du rojan li mala xalê û sê rojan li cem havalan û her wisa jiyana min tevlîhev derbas dibû min, baş dizanîbû ku sedem huner e .
Kelema duwem ku ji min re derket, di warê zewaca min de jî, ji ber ku hunermend bûm, hevala min nedidan û min di vî warî de jî qurban danîn .
Ev rewşa te heta kengî bi vê dijwariyê derbas dibû ?
Berdewamiya min ji hunera min re weku çawa ez nikarim bêyî giyanê xwe bijîm, min nekarîbû bê huner bijîm, lewra ev huner roj bi roj pêş ket û min nezanîbû ku wê guhdarên min wisa li min xwedî derkevin, min bi xwe hestê xwe distra û min digot qey ez nalînek xwe dilorînim, lê ev nalîn ya pir mirovan derket, di vê qonaxê de nerîna malbata min jî hat guhertin û êdî hurmet ji hunera min re girtin lê bi derengî.
Te şêweya hunera xwe çawa hilbijart?
Helbet di destpêka jiyana hunerî de mirov bi hunermendekî mezin bandor dibe, ango ji wî destpê dike û hêdî hêdî mezin dibe bi temenê xwe, hinek ji wan hunemendan, di bin bandora kesan de dimînin di demeke dirêj de, û hinekî din ji bin wê bandorê derdikevin û rengekî taybet dibînin, ew jî bi cewherê wî hunermendî ve girêdayî ye, nuha her kes dikare li min guhdarî bikin û ew azad in, di nirxandinên xwe de, lê ez bi xwe nikarim bibêjim ku bûme xwedan taybetmendî, di afirandina hunera xwe de ev biryar ya guhdara ne .
Ew hunermendê ku te di destpêka xwe de hilbijart wek dibistana despêkî kîbû gelo?
Her hunermendek min çend stranên wî hildibijartin û pir caran jî, ji folkolora kurdî min sûde digirt, bi vî awayî hunereke rengîn ji min re hate raxistin, dibe ku min rengê xwe ji tevliheviya rengan hilbijartibe, lê ez wê nikarim zelal bikim, tiştê ku dizanim, nuha ez dikarim bi hêsanî hestê xwe bistrêm .
Çawa hunermend dikare bibe hunermendekî cîhanî yan Kurdistanî û bi taybet ku pirê hunermendên me derketine dervî welat ?
Li vir rola reklamê pir girîng e, ji bo navdariya kesekî hunermend, da ku hunermend bibe hunermendekî kurdistanî, divê ku saziyek, yan dezgehek li pişta wî rabe, pirê caran zêdeyî mafê xwe jî distîn in, dibe ku hunermendin din pir jîr û xwedan hunereke dewlemend bin jî, ku di warê aborî û reklamê de bê par in, herweha mafên wan tên binpêkirin û di vî warî de gelek nimûneyên zindî hene, ji xwe dem hatiye guhertin, ji aliyê teknolojîk ve, di rojekê de tu dikare dunyayê bi kesekî agehdar bike.
Tu dikarî li ser berhemên xwe hinekî ji min re biaxivî?
Kasêta yekemîn di sala 1991ê de, min li Hesekê tomar kir, bi alîkariya hunermend Zubêr Salih ji aliyê tomarkirinê ve, lê ji aliyê helbestan de, min helbestên Ismetê Seyda û Cegerxwîn û M.E. Şakir û Xemgîn weşand. Kasêta min ya diwem, di sala 1993 an de, ji helbestên Cegerxwîn û Anahîta û Sebrî Botanî û Folklor û yên min ew jî li cem Hr. Zubêr hate tomar kirin. Kasêta min ya sêyem, di sala 1997 an de, li Serê Kaniyê li cem Rêzan Seid û Husên Şakir, ji helbestên min û Hatim û Xemgîn û M. Derwîş. Digel ku di sala 1998 kasêtek hevbeş bi Hemê Bavê Zêdo re hate tomarkirin. Û kasêta min ya çaran sala 2000 an de, ji aliyê tomargeha Helîmcan û Izedîn, li bajarê Serê Kaniyê, ji helbestên min û Arşhev û Hatim û Xemgîn û stranek tenê ji helbest û awazê kek Mustefa Osê ye, pirê awazên van kasêtan yên min in û berhema min ya pêncan, bi navê (Sîlva) li Almaniya derket, ji helbestên min û Xemgîn. Digel ku niha gelek stran li cem min hene, bi awazên xwe amadene, lê nehatine tomar kirin .
Di warê rojnamegeriyê, kesî bahsa te kiriye yan na?
Bi alîkariya kekê Sîrwan Hacî Berko, min malperk internet heye (www.ronican.com) û li alîyekî din jî kovara (Mewasim, Al-Aqras, Zevî) û rojnameya Ozgur Politika wek hevpeyvînek kurt bi min re çêkirin û weşandin, di şeva piştgiriya serhildana Qamişlo li Siwêdê, di gel ku çend hevpeyvîn di telefizyona MedyaTV de beşdarbûm, di bernameyên hunerî de.
Kîjan sitran ji yên te ku bêhtir bala te diksînin ?
Sitrana ku min nehejîne ez wê nabêjim, her stranek cihekî wê di dilê min de heye.
Serhildana Qamişlo bandoreke çawa li ser hunera we kir?
Serhildana Qamişlo hestê her kesê Kurd hejand, lê bandoreke mezin li ser min jî kir, helbet hunermend ji herkesî bêtir dikare bi vê wezîfeyê rabe, di despêka bûyerê de, min stranek çekir û ya dilê xwe min tê de da xwanêkirin, lê dema ku li internetê geriyam min helbesta mamoste Ahmed Huseynî (Qamişloka Xwînê) dît ewê helbestê bi rastî ez gelekî hejandim, lewra min destûr jê xwest ku bibêjim, lê wî jî bala min kişand ku ez hajê hebim, ji ber ku wê pir sitran li ser vê bûyerê bêne çêkirin, mixabin tenê li ser malpera amude.com hate weşandin û di xeleke teng de ma .
Te li welat jî hunera xwe dimeşand û herweha li Ewropa jî, tu hunera xwe berdewam dike, te çi cudahî di navbera her du ciyan de dît ?
Li welat ji nav milet, ez hatim ku ji Kurdê başurê rojava pêve min nasne dikirin, ev hinekî çarçewa min teng kir, lê ev yek jî wisa nema û her çû rewş vebû û çêtir dibe niha beşekî baş ji gelê Kurd min nas dikin .
Yek caran dibînim ku hunermendên me bi zimanin din distirên, gelo tu çi kêmasiyê di vir de dibîne?
Hemû kasêtên min bi zimanê kurdî tomar bûne, tenê bi zimanê kurdî, lê nayê wê maneyê ku ez nikarim bi zimanekî dî bistrêm. Carcaran li şahiyan mirovnî Ereb dixwazin, ji wan re çend stranên Erebî jî bibêjim, ez dibêjim ew jî li ser xwesteka cemaweran tê, em û gelê Ereb bi salane bi hev re dijîn, eleqeyek dîrokî di navbera me de heye, xwezi min karîba bi gelek zimanên din jî bistra .
Gelek ji hunermendêm me dibêjin helbesta serbest nayê awazkirin tenê li helbesta kilasîk digerin tu ci dibêje?
Di vî warî de çend tecrube bi min re derbas bûne, ji helbesta Ebdurhmanê Mezûrî û helbesta Ahmed Huseynî û nuha jî çend helbestê serbest di nav destê min de ne û min ew jî bi awaz kirine, helbet awazkirina helbesta kilasîk pir hêsan tê ji hunermend re û nîvê awazê helbest bi xwe re tîne, ji ber ku di helbesta nûjen de, pir meqam tên guhertin û derbas dibinê, lê divê em jî her tiştî amade nexwazin.
Gelo çima hunermendên me tenê sitranên mezinan dibêjin û li deriyê sitrana zarokan nadin, tevî ku helbestin xweşik min li cem helbestvan Ferhadê Icmo u hinekî din jî dîtin e?
Di vî warî de hinek xebatên min bi komeke zarokan re heye, ew jî koma (10 Nîsanê) ku li Serê Kaniyê hatibû avakirin ji aliyê helbestvan Lawikê Hacî ve, min ev sitran ji wan re amade kirin û hatin tomar kirin di kasêtekê de, bi dengê zarokan: (Bavê me pêşmerge ye, Werin em herin bilîzin, Dayê, Şalûrê Perî Rengîn)… û hinekî din, ev helbest jî ji gotinên helbestvan Xemgînê Remo û ji awazên min bûn .
Ez dibînim yekcaran tu sitranên hinek hunermendan dibêje, tu xwe di wan sitranan de çawa dibîne?
Sitrana ku tasîra xwe li min neke ez wê nabêjim, ango min ji wê hezkiriye heyanî ku dibêjim û ev yek li cem hemû hunermendên dunayê heye, lê dema ez wê dibêjim bi taybetiya dengê xwe pêşkêş dikim, ev yek jî tenê li şahiyan pêktê, yan di şevan de, ev bi serê xwe reklameke ji xwedanê sitranê re û ew jî sûde jê digrin, li hember vê yekê sitranên min jî ji aliyê gelek hunermendan têne sitran û ez pê kêfxweş im.
Piştî hatina te ya Ewropayê birayê te Rûbar li welat sitîla te dibêje, di nerîna te de dikare xweşik sitranên te bi cî bîne?
Birayê min Rûbar xortekî nuhatiye jî lê bala min dikşîne ser xwe, digel ku pir hevalên min yên hunermend hewl didin ku sitranên min bibêjin lê taybetiya min bi cî nîn in, weke Rûbar ew taybetîya min bicî tîne, hêvîya min bi wî heye ku wê baş pêşde here tevî ku hîna nû dest pê kiriye û pêşeroj deriye xwe jê re vedike .
Bi tevayî ez dibînim hunermendên me pir bi şahiyan (dawet) mijûlin, ev yek bandorekê li ser afiranina sitranê nake?
Ev gotin rast e. Li aliyê dahînanî dike, lê emê çi bikin, heger ne ji şahiyan be em nikarin xwe xwedî bikin, tu deriyê din li ber me venebûne, xwezî me di saziya dewleteke kurdî de kar bikrana û tenê bi pêşketina mûzîkeke bilind, wek hemû hunermendên xelkê bixebityana .
Gotina te ya dawî?
Mûzîka kurdî amaneteke pîroze, di destê hunermendên Kurd de, divê em bi wî ruhê berpisyar xwedî li taybetmendiya xwe derkevin, û wê têxin kirasekî nû ... sipas ji bo we jî ku we deriyê gelek mijaran vekir .