Arşevê Oskan helbest (1)
Çapa yekem, 1000 – Avdara 1995
Mafê çapkirinê parastiye.
Diyarî
Ji bo 300 saliya belavkirina „Mem û Zîn”
Ya mîrê toreya kurdî, Ahmedê Xanî.
A. Oskan
Pêşgotin
Di asîmanê gelek nijadan de, hemû stêran çirîsk didan û bi tîrêjine her tî tekane [ev di demeke borî de] lê hindekan, ji wan çiriskên stêran berdewan kirin. Hin vemirtin û hin bûne zavayên helbestê, ya ku navê xwe li rex wan danî. Wisa jî têkiliya wan bi hevdu re, nêzîkbûneke Kasolîkî bû. Her ew ê helbest xwe li bejnên wanî bilind bikî xwedî û her tê.
Di nerîna wan de jî (Edonîs, Mehmûd Derwîş, Selîm Berekat, Şêrgoh Bêkes, Se,idî Yûsif….) ev wekû nemûneyan -bi tenê- ji rewanê helbestê, „helbest giyan e ne laş e, pireke hejandiye ji temenê (mirov) di navbera xewn û hişiyarbûnê de. Ev ji wek Simpoleke beloq li şûna nerînê“.
Ji vê diyariyê, ez nizanim çima em temê li helbestê dinerin mina laşê mirovekî bi serî û ling!?.
Bi geşbîniyeke xweşik Arşevê Oskan, Li gel filaş û ristên xwe tê. Serê xwe ji pêxemberê helbestê re ditewîne. Li çax û daxên dilberan digere, bi tabloyin Firyad û hemdamî, dahênên xwe eşkere radixe, Kurte-Kîte mîna:
“Çi fîzefîza bahozên te
Li ser kavilên dilê min in ..”
„Dikenim!
Û çav ji rondikan kanîn in“
Ev bi tenê hejaye ku Arşev bikî helbestvanekî bi hebûneke hunerî û bedew. Ji wusa: Arşevê Oskan.. dimîne yek ji wanê ku ne di xeleka kewresê de ne. Li neynika dilê xwe dinere û li xwe sazê vedgerîne. Dûrî durişmên çend nivisvanên ku serê xwe li diwarên heriyê didin û neynika dilê dildaran, bi xwe dureke ji durên felsefeya bê Dûmahî ye.
Ev bi gelemperî di nav du kevanan de, lê jê ne nizimtir. Her mestên « Arşev » ewê bimînin sermiyan, di nav xelkên cîhanî de. Qene sendelîkî ji xwe re bigre û bitêtekê ji dilê xwe re bibire û bi alî toreya şaristanî ve here. Helbet çûnek bê vegere, ji ber tiştekî ji bilî hestên xwe (dawî) ranahêje û ji bilî mesten xwe hilnagire.
Helbestvanê me di sala (1967)an de, li Birkinêsê - Dirbêsiyê, çavên xwe li toza jiyana reş vekiriye. Hêsirên deh salan biyanî biyanî ji rijandinê daye serhev, seba gurzeke niyaz ji windabûnê ta bi windabûnê biçine.. ji bilî vê ma çi heye..?
Divê /berhevokan/ bixwînin, bi hemî roniyên xwe. Ev in binînên hevalê helbestvan Arşev, ji we re radixe û ji bo we rê dike, bi diyarî: hembêz bikin, bavêjin, maçkin, bikûjin.... hûn azad in û em vê azadiyê didin we, ji ber ku kesî ew nedaye me û çi nerinên ku bên jî, ne giring in, belê ne giring in... ev ew e: ji wisa pêve -dûrî xêzan- ne helbestvanê me ye!
Fethulla Huseynî
Dirbêsiyê 30. 10. 1994.
Dîsa Kovan Nû Kirin
Sedcar dibêm birakujî xizmeta xapê dijmin e
Sedcar dibêm ev xwîna sor qelenê yara mezin e
Çiman dirjî bi destê Kurd ya min rexne ne gazin e
Birsiva vê bide min ka, çima dirjînin vê xwînê?
Min divê dermankî peyda kin ne ku kûr bikin birînê
Heger kêferatek hebe têde peşveçûna jînê
Şev û roj qîr û hawarin, ji ber zora van ketxwaran
Çiman îro gihan dozê, dûrketin ji xapên neyaran
Min divê bijîn bi biratî, nedin serê hevdu daran
Bimre şerê birakujî birje çavên li wê xwînê
Destan bidin ji dil û can, diwar deynin li ber kînê
Dijmin nabe dostê mirov, ji vir bighê ta bi Çînê
Kevir sor bûye ji xwîna, şehîd û pakrewanên Kurd
Hatiye avdan hemû dar, ji xwîna merxasan û merd
Tev şar û gundên Kurdistan, dayik mane bi kul û derd
Hêvriya dilê pakrewan, wê milet soz bidî dozê
Li ser gora wî peydakin, hevgirtin û destê sozê
Sûndê bixwin bi axa wî, gûr bikin arê Newrozê
Lîstok û xapên neyaran, vane milet berdane hev
Bi çek û rext û tivingê, dijî hev in bi roj û şev
Ne aferîn li vî karî, dev li ber dijmin ketî tev
Dîsa dibêm bi çi rengî, emê bêjin dost û yaran
Wêran dikin gund û bajar, axîn ji destên neyaran
Em hevdu dikujin dîsa, bi hev re dikin van karan
Kurdên welat perwer û jîr, divê mejî ji pola bî
Bi bîr û bawenî bî her, li ber dijmin ne kola bî
Tu jî wek her mirovan bî, ne kuştiyê li çola bî
Her nexweşîk derman heye, em jî divê derman nas kin
Ger em nedin hev milên xwe, em her bê pî û bê bask in
Arşev firyade şev û roj, welat ji derdan xelas kin.
23/5/1994
Xama Zêrîn
Ji eş û kovanên min tu, xwe têrke xama dilbirîn
Bi serbestî di helbestêd, ronî bide ezmanê şîn
Li ser lata dîroka me, ya têr bûye sûlavên xwîn
Silavên min bighîne yar, tijene ji keser û axîn
Silavên min li gel kurdên, ji bo dozê dikin civîn
Ji pêlan tê vexwe xamê, ji ava Firatê şêrîn
Ji hingivê mêşa ciwan, tê vexwe kulîlka nesrîn
Ji bo daxwazê bi cih ke, bi pakî ey xama zêrîn.
Firyad Û Qîr
Bo çi firyad û hawar e, di dil bo çi şewt û ar e?
Gazin û lav li ve jînê, ne dermanê vê birînê
Giham delavê evînê, bi ceng û firyad û xwînê
Kavil ji xew nebû hişyar, va mame dîl û bendewar
Delav û şax û him zinar, bi gazinin ey bendewar
Xwe li min bike bav û bira, li min pêxin mûm û çira
Ez bax û bingeh û av im, nuha kor im ez bê çav im
Dest danîne li devê min, hizam danîne çavê min
Vîn û dilber milet û şar, li ser dibe qîr û hawar
Xweş şervan im lê siwar im, penûs çek im pir dijwar im
Gazina te erê dilber, kirim ziwa û xav û zer
Li cîhan bûme perîşan, kom kir li min derd û êşan
Firyad li we kom û civîn, bendî we ne Şêrîn û Zîn
Neyar ew xistine li dest, laş perçe kir kiriye mest
Bi soz im ku te rizgar kim, bi te dozê dîsa şakim
Wekî Medya û Botanê, wekî Merwan û Mitanê
Her şoreke ji dîrokê, min dinasî bi çîrokê
Mejî û dil pir çeleng in, ji wan firyad û ev deng in
Dîroka te didim jînê, xweş derman e li birînê
Jêre bîrbir û pêzan im, ji nû ve ez xwedî can im
Qirîn çiye ey xwendevan?, ger welat tev bibî talan
Milet bi ser piyan ketin, hin ji wana çav raketin
Hozan çiye milet perest?.. şopê didî xwendin û rist
Serbest dike zimanê te, peyda dike heyvanê te
Firyad li we çavên li xew, li zimanê dikî derew
Li guhê ker bûye li deng, li mejiyê qirêj û zeng
Li gora Mem û wê Zînê, li Bekê gawir û kînê
Li dirust û dilê bê xwîn, li tekvanan û xweş civîn
Hawar çiye ey xwişka min, ketxwar wenda kir pişka min
Birçî, tazî û bê maf in, bê mejî man û bê qafin
Firyad bi xwe l'mirovên dîn, xwe dûr dikin ji kom û civîn
Xwe nadin tîra hebûnê, berî dane gor û çûnê
Li hêviya zar û zêça, li rêwiyên şop û rêça
Li nexweşên ji kîmawî, li pîr û kalên ling bawî
Firyad li tev zozanên me, firyad li dil hozanên me
Li pakrewan serê rake, dil bi dozê dîsa şake.
22. 6. 1994
Dengê Çiya
Bilind dibî deng û qîrîn
Birûsk didî ezmanê şîn
Bê çar dikî neyarê dîn
Zelel kir ava kaniya dengê çiya
Ji qirka pêşmerge hilat
Dihejîne zinar û lat
Gûr dike agirê felat
Jîn dike barê hêviya dengê çiya
Rengê bahoz û barana
Hêza şêrê li zozana
Wekî hêrsa goristana
Dixe dijmin tirsa ziya dengê çiya
Milet ji xew şiyar dike
Dijmin li gel bê çar dike
Hiş û ramanan har dike
Şoreş xiste dilê diya dengê çiya
Ezman perçe dike ev deng
Perçe dibe didî sê reng
Çi rewş didî ev şox û şeng
Şîn dike zad û zeviya dengê çiya
Dengê çiya xweş deng û doz
Keser ji dil rakir bahoz
Şoreşa kurd dikî pîroz
Fîxan li ser gul û giya dengê çiya
Xwanê dikî kîna ji dil
Rengîn dikî rewşa sorgul
Ji xwînê latê dikî şil
Li ber xwînxwar digre riya dengê çiya
Bi arê Newrozê pêçan
Navê Kawa jê dibî şan
Kurdistan kir nav û nîşan
Rengê Mîtan û Mediya dengê çiya
Arşev silav da li latê
Li Amed kelha xebatê
Li Zaxo û Mehabadê
Dengê bilûrvanê miya dengê çiya.
21. 6. 1993
Kesera Min
Li te keser silav in
Hêsir bi xwe sûlav in
Hêlîna te ev çav in
Li te bigrim veşêrim
Buhar û hem gula min
Li dil pir kir kula min
Bi deng saz bilbila min
Li waran te nahêlim
Hêvî tu ye jîna min
Armanc û hem zîna min
Sar dike vê kîna min
Divêm bêjim newêrim
Li çiyan xweş xezal e
Li govendan delal e
Awir biling şepal e
Bi te re her biçêrim
Naçe ji bal û bîrê
Dijwar kevan û tîrê
Serbilinde wezîrê
Li pey şopa te mêr im
Li ser te deng axîne
Şûran li dil dixîne
Bilbil navê te dixwîne
Hêj dibêjim bêkêr im
Hêsir Dicle û Firat
Bi hêz pêlan didî lat
Poz bilind e Ararat
Guhar û gerden zêr im
Xweş saz û xweş awaz e
Kenîn ji dev dibaze
Awirên çavên baz e
Newêrim lê binêrim
Bê te şaş im li cîhan
Erzan dibî laş û can
Kanî bi xwe ziwa man
Kevir ezê bihêrim
Ku bi cîkim vê sozê
Divê ku bighêm dozê
Dilşa bikim bi bozê
Wê çax biling û şêr im.
24. 6. 1994
Gula Sor
Ji rengê xwîna birînê
Nîşana hildan û jînê
Dibarîne ji xwe xwînê
Te gula sor ezê bîn kim
Bêhna ceng û kêferatê
Ji reh û kokên te hatê
Gula min nayê xebatê
Te gula sor ezê bîn kim
Bêhnek dirêj ji te bistînim
Li qada Kurd te biçînim
Rojên dijwar te bibînim
Te gula sor ezê bîn kim
Li xebatkaran diyar kim
Pêre awazan şiyar kim
Li her beyaran lê kar kim
Te gula sor ezê bîn kim
Li sîpanan te şabaş im
Li xelatan car û kaş im
Ava te ye xwîna laş im
Te gula sor ezê bîn kim
Ezê bînkim ezê dîn kim
Firyad ji dil ezê jîn kim
Xwe bi Mem kim gul bi Zîn kim
Te gula sor ezê bîn kim
Rengê xwînê û şoreş im
Rengê arê şeva reş im
Didim bêhna gulên xweş im
Te gula sor ezê bîn kim.
Kevoka Boz
Silav da min ji lêvan ken dibarî
Rengê sipî hiltîne reş û tarî
Nêzîk bûye kêfxweş kirin û saz da
Awir tûj kir berî belkir û bazda
Min dinasî ku kew ji min tirsandin
Dîroka min li vê jînê çirandin
Dane ber tîra laşê vê kevokê
Ku nexwîne rûpelê vê dîrokê
Kevoka boz li jor çiyan dixwîne
Li ser gelê aştîxwazî datîne
Kevoka Kurd nêçîrvanan birîn kir
Çare nema gel vaye pez şevîn kir
Me xwîn ji dil da dermanê birînê
Kevok sax kir di dem û çaxên jînê
Demek xweş bû kevok li me bûbû boz
Kawa firand di rojên cejin û Newroz
Ne nêçîrvan û birçîme ji bo te
Min kir arman di jînê de doza te
Pêknehat û di dil agir gûr bûbû
Stêra geş di avdarêd hûr bûbû
Wêran kirin bi xerdelê Helepça
Talan kirin gund û bajar van hirça
Ne dil pak in dil bi pirç in ey bozê
Ranawestim tim şiyar im li dozê
Dîsa barkir xatir dixwest kevokê
Dame girî hêsir hatin ji cokê.
5. 5. 1993
Cegerxwîn
Giran bû rojek nexweş bû, bê can maye Cegerxwîn
Li her malê şîn û girî, di dil de vebûn sed birîn
Biçûk, mezin, kal û pîr, di vê rojê mane mest
Kom, perwer, hunermend, ava kirin pir helbest
Miletê Kurd kom bûne, li ser gora te seyda
Pîroz be li te ev milet, bi ramanan kir peyda
Hemû zava û bûk in, di nav de pîr û kal in
Zarok çi zanin bêjin, li ser te va dinalin
Ji wan re çirek ronî, ronî daye li welat
Ristên te xweş dixwînin, ji Wanê ta bi Firat
Bîrbir û pir hozan bû, tu bû rêça me Kurdan
Tîrêjên birûska te ji ezmanan xwe berdan
Neyar te dûr xist ji me, benzîn reşand arê dil
Dil û can maye yek bend, bi hev re ma laş û mil
Heyşt dîwan te nivîsîn, tev de bi xwîna ji dil
Herkes bi wan bihîstin, mîna awazên bilbil
Dermanê dilê birîn ev awaz û ristên rind
Milet tev de şad dikin, çi li bajêr çi li gund
Şoreşvanê stêr geş, xwiya ye rêç û şop e
Li ser laşê neyaran, gotin bombe û top e
Kete destê me ev çek, li meydanên civatan
Ji dil pêlan didin der, êş û derdên welatan
Dilê kovan bû birîn, ji xwîna vê birînê
Li ser welatê şêrîn, û hêviyên Mem û Zînê
Nema li dil aramek, li ser vê bindestiyê
Rewşa hebûna gelan, dilsozê vê rastiyê
Winda nabî navê te, navê ji tîpên xwînê
Ket rûpelên dîrokê, tîpên xwîna birînê.
22. 10. 1992
Divê Hebim
Ger nebim ez, çiyan nizim û bê dar e
Ne azad bim, gul bê bîn û hejar e
Ne cotkar bim, qad bê av û beyar e
Hêjaye ez bidim rewan û xwînê
Ne sazvan bim, kesek guhdarî nake
Ne dengbêj bim, bilbil gulê şad nake
Bê ziman bim, mirov dengê min nake
Her pir dibin êş û jana birînê
Li meydanê, her bê raman û şûr im
Bê ziman im, ji armancên xwe dûr im
Tarî mend im, di civînan de kûr im
Mirov jîr e bi xwendin û zanînê
Li şahiyê, ne rengê pîr û kalan
Dev bê diran, çav kort e rengê çalan
Guh ker bûye nake dengê mirovan
Dil bi tirs û çav li çûn û revînê
Dil germ û hem, bi hêz û pêl û bawer
Roj bi rojê hêvî jîntê bi huner
Mejî tûje rêç û şopan didî der
Di dil de sar neke vê kerb û kînê
Ne Sedam û rîqirêj û Demirêl
Tine dikin gelê kurdî kom û êl
Pir dibe gel raman jîn tê didin pê
Wenda dibin kesên neyên civînê
Yekîtî ye ew e çeka meyî rind
Li rêç û şopê her ew didî mûm û find
Ava dikî dike laşek şar û gund
De derman kin û ava kin hêlînê
Pênûs çeke çeka mezin bawerî
Fireh dike li xebatkaran derî
Buhar geştê li her cih û deverî
Da pêkvebê daxwaza Mem û Zînê
Azad nabin ger nebin yek can û laş
Ne qeraş bin kesek nagerîne aş
Kesê neke her dimîne çewt û şaş
Bê sîdan in li ber germa havînê
Ger nebim ar, ronî nade li welat
Her şevreş e li jînê nabe lebat
Birûska min li zinar û şax û lat
Mirin ewe xewa di nav nivînê
Bi kêr nayê, şahî û cejn û seyran
Ger bê maf bim, bê rûmet im li cîhan
Buhişt ew e azadî û niştîman
Çiman mest e, te pişt daye kulînê
Ne aferîn ger tu mest û hejar be
Dîrok nenas û axa te beyar be
Çiman peya, li vê demê siwar be
Gorîcan be bila gul bide bînê
Kurê Rustem û Kawayê Hesinkar
Kurê Selah ji gawer re bû neyar
Bo çi îro bûye hejar, sitembar
Te deng dabû ta bi Yûnan û Çînê
Nav û nîşan li dîrokê belav kir
Li çar goşê li cîhanê berçav kir
Sînor Mîtan û Medya bi nav kir
Kurdistana buha li rûkê zemînê
Ev dem şûr e ger tu nezan be kurdo
Wê te perçe-perçe bike bi derdo
Di bin destan de wê her te bihêle
Dil şad nabe bi nazdar û şêrînê.
1. 5. 1994
Lêdan
Lêdan naêşîne laş im ji ber êşek gûrtir heye
Lêdan naguhere hiş im ji ber di nêva dil de ye
Armanc kûr e dirêj dûr e herdem rizgarıya welat
Gotin: «piştî reşê nûr e» piştî bindestiyê felat
Bişikînin dest naşkê xwîna ji dil dikelînin
Gotin: «ticar xwîn nabe av» gel tovê jînê diçînin
Birîn kirim ar bi min xist bi kêr naye ji bo talan
Ji doza xwe re nabim sist, ji bîr nabe rûmeta can
Dil dixwaze azad û jîn, welatparez û kêferat
Bûye ermanc maça ji Zîn, hem pêşveçûn û demoqrat
Bindest kirim hezar salan, ji ber em destan nadin hev
Wek sehe kor li ser çalan, zik birçiye vekiriye dev
Sitemkar ve dixwazin her, diçînin çar gîsin dikin
Gîzer dane ber pozê ker, siwar dibin berjor diçin
Ka çima hin bi lêdanê, bi hêz dixwazin axa xwe
Caşik vane bi peymanê, dixapînin qonaxa xwe
Gelek pêşkêş bi dar vebûn, armanc di dil nevemirî
Ger tu nede qurban û xwîn, nayê bi gazin û gilî
Mêrxas in em xwedî maf in, tirsa me dil dihejîne
Ne rê çewtin xwedî çav in, çira me rê dinasîne
Ger pez şevîn bike carek, şivan dilgeş e li bêriyê
Gulek tenê nake buhar, serbest e wek şêrê çiyê
Carde bêjin ne bi kuştin, ne bi lêdan û talanê
Kurd namirin tije, miştin, xwedî maf in li cîhanê
Aram ava dike gira, dişkîne çavên xwînxura
Lêdan xweş e li min jan e, ronî didim mîna çira
4/1/11/994
Pakrewan
Pakrewanê welatparez, te kir qurban laş û can
Pîroz be li te ev dirustî, navê te bû pakrewan
Navê te bahoz û ar e, sotiye laşê dijmin
Rê li ber wî kiriye wêran, xiste deryake bê bin
Can fidayî çek û kar e, dişkine çavên neyar
Wenda dike di nav pêlan, dûman lê kiriye êvar
Li ser rewşa tekoşînê, bûye xweş reçik û şop
Li ser laşê van neyaran, navê te bû teng û top
Tu bû pêta ji arê sor, dijî şeva li welêt
Hêrsa ji dil li neyaran wekî pêlên ji Firêt
Xwîna te da ji dil îre, avê didî dar û gul
Al sor bûye ji vê xwînê, li ser awazên bilbil
Çiçek û hem sorgul şîn kir, tevger daye sûlavan
Qêrîna te diyar e her, rengê birûsk û tavan
Te jibîr kir jîn û xweşî, daye şopa pakrewan
Te can û laş kiriye gorî, ji bo sînor û jiyan
Hêvî jîn tê li Kurdistan, ta ku hebin wek te mêr
Çandiyê şax û zinaran, war û ciyê Kurd û şêr.
9/1993
Gola Xwînê
Qîr û nala pîr û kala, di heştê û heyştad hate der
Min di dil kul pir hilanîn, tev derbûne bi keser
Çav li hêviya roj û cejnê, dev li hêviya yek kenîn
Ku binêrim ez li bejnê, derkim ji dil yek keder
Dem û çaxa gul û baxa, ev rengê cîhana min
Vebûne tev li serê şaxa, xwe li leman kir gever
Deh û şeşê avdara min, min dî ezman guhertin
Welat tev de xapûrandin, reş bû tev cih û dever
Min got qey tavek giran e, li min şake cejn û xak
Wê şînke buharek rengîn, pêr jîn bê awaz û huner
Li ser bejna welatê min, hat barandin Siyanîd
Bafirokên dijminê min, bi Xerdelê dikin şer
Kêf û şahî tev guhertin, mane bê cejn û seyran
Tev mane bê hiş û raman, li Newrozê şîn diger
Ka mirovatî ji cihan, ka xwediyê doza van gelan
Ka xwedakê bext û ujdan, li me hiştin ev qeder
Biken xwînxwarê cîhanê, ey Sedamê dev bi xwîn
Ji xwîna lawan û bûkan, li te cîhan bûye ker
Helebçe bûka Kurdistan, bûye gola xwîna min
Lê nabî mest û zivistan, lê dibe her şabaş û ger
Dil bi êşim di vê rojê, roja êşana gelê min
Bûye dîrok ev roja reş, di dil de agir daye ser
Arşev im ezê hilînim, şeva li ser te Helebça
Pêtiyên xwe li çar helan, ezê ronî kim li her der .
Sînor
Çima li min nabe xwed ey sînorê bav û kal
Te zor û sitem pirî dî, li hêla çeman û kendal
Li dîrokê êrîş kirin, wekî gurên zikbirçî
Milet ji hev tarwar kirin, dûr xistin dost û heval
Sînor ji bin de rakirin, çandin li şûnê derd û êş
Eşa li dil giran kirin, ji wê rejê man bê hal
Rojin kuştin, talankirin, kirne armanc dane ser
Zarok sewî perîşan bûn, mane bê cih û bê mal
Ey sînorê bav û kalan, naçe ji bîra hemû Kurd
Tevan ji bo te dan qurban, ji bo nemîne nalenal
Miletê Kurd dest dane hev, ji bo parêz kin ax û av
Li welat wê nemîne şev, bilind bibe ev nav û al
Dîroka Kurd xweş dixwînin, ji rûpelên bi xwîna sor
Ji Kawayê Hesinkar ta, bighê kal Rustenê Zal
Hemû merxas dikin xebat, ji bo naskin sînorê xwe
Dikin deng û ev qîreqîr, di çiyan de rengê şepal
Hemî kar û xebat, lebat, ji bo yî sînorê welat
Arşev tevî refên we ye, ey xwedanê şapik û şal.
12/11/1993.
Çi Çav in Ev!?
Du dorbîn in, dibarînin tîr û xencer li ceger
Du reng şîn in, xemilînin, ji wan dikşînim keser
Keser da der, jîn kir huner, jana ji dil şiyar kir
Hêsir ji wan, meşî baran, tevger ji dil diyar kir
Çi çav in ev, dişkînin dev, gotin li min giran bû
Ji derdan xweş, bûme nexweş, ev can li min erzan bû
Vê dilberê awir danî, ji wan gotin têne der
Mirad nanî, li vî canî, çandî di dil de keder
Ji derya wan herdu çavan, min kir armanc dame pê
Bi dîlîtî dam girêdan, narawestim di vê rê
Ji rengê deryaya xeman, çavan digrî bi sitem
Dilber di dil de ar dada, dirêj kir li min çax û dem.
9 - 1992
Êş Û Derd
Ev çi êş e, ev çi derd e, dibînim ez di vê jînê
Bindestin her jar û dîl in û dikştnin bi hev re kînê
Dimeyzînim, li civatan, li govendên li ser bûkan
Li xemkeşên di bin konan, li karê çav û nenûkan
Ev ne kar e, ev ne çar e, di zikê gund û bajaran
Heger ev rewş wê dûmanke, wêran dikin li me waran
Li alîkî têne kuştin, xan û eywan wêran man e
Bi dest hovan têne girtin, girtîne rengê şêran e
Hin ji Kurdan dibin dijmin, ji bo biratiya çaxê
Perîşan in, di bin destan, gul çelmisî li ser şaxê
Bi hêvîme, ku bîrbir bin, ji bo doza felata xwe
Ji bin destan serî rakin, bidin nasîn kelata xwe
Bingeha rêçewta nîne, mirna wan bê çek û tîr in
Di çav milet tazî ne ew, di çav xwe de her wezîr in
Gelî xwiş û xortên hêja, neçare hûn bidin destan
Bi dil û can bikin yek deng, bibêjin van bend û ristan
Heger pez ku biba yek bend, dişkîne her gur û rovî
Dikî cengê demek dirêj, di baxan de peza kovî
Bi hêvî me, ji te kurdo, ne çavsor û birakuj bî
Ji bo axa welatê xwe, bi dijmin re tu xwînrij bî
Ev in çend kotin bi kurtî, ji bo rêça kêferatê
Ji gel re ma çi derman e, destpêka kar û xebatê.
10 - l - 1993
Ji Navê Te Re Hozan Im
Li ser ewrê li ezmana
Li derya rewşa murcana
Li sînga berfa zozana
Ji navê te re hozan im
Ji laşê kuştiyê çola
Li ser ava çem û gola
Ji can û laşê ji pola
Ji navê te re hozan im
Li sînga te sînor kêşim
Perçe dikim çi dilêş im
Dilê demê diqelêşim
Ji nave te re hozan im
Li ser rêça devê çema
Li ser laşê pelên lema
Di her çax û di her dema
Ji navê te re hozan im
Ji reqs û sema û dîlan
Ji stranên li ber palan
Ji navê pîran û kalan
Ji navê te re hozan im
Ji rewşa pez û bilûra
Ji rengê qitk û şarûra
Ji hebûna das û şûra
Ji navê te re hozan im
Ji awirê çavên sêwiya
Ji qelşa lêva birçiya
Ji arê dilê van diya
Ji navê te re hozan im
Ji deng û ken û gotara
Ji cotê kevn li beyara
Ji hêviyên dost û yara
Ji navê te re hozan im
Ji rewşa ser çavên qîza
Ji peydana rûnê hîza
Ji xemla şerbik û kwîza
Ji navê te re hozan im
Min xweş nivîsî navê te
Çi reng çeleng in çavên te
Li du qonaxa gavên te
Ji navê te re hozan im
Roj tê hilat hiltîne şev
Şewq û şemal tên pir li hev
Naçe ji ser ziman û dev
Ji navê te re hozan im.
Bawerî
Çiya û zinar û avî, li te bûne tang û top
Gel li dozê bi şadî, zemîn kirne rêç û şop
Çare nema li te qet, kêf û xweşî û xwar in
Ji xew rabûye milet, li ser te wê bibarin
Ji dest te bê der welat, tev çiyayên me yî bilind
Ji ber gel şînkiriye kat, ji bajaran ta bi gund
Tev li dozê gihanin, diparezin can û laş
Li daxwazê biran in, va digere li me aş
Sazê demê dinasin, berî didin civatan
Bi ramanên giran in, li paytextên welatan
Ziman dirêj û jîr in, gotin bi rêz li hev in
Ne maldar û wezîr in, arê tariya şev in
Bo doza xwe mirov in, belê ne şofînîn in
Dijminê Kurdan hov in, li daxwazê bi kîn in
Xwedî dîrok û nav in, ji destpêka cîhanê
Nav li herder belav in, rûpelên vê jiyanê
Karker û cotkar in tev, dest ji hesin û pola
Xew nîne ne roj û şev, tev dimirin li çola
Bê guman hêvî kûr in, gul çandiyê zemîn in
Giran raman û bîr in, her demê dara şîn in
Hêrsa şêr û pilingan, ji çav keçan têye der
Gotin tang û tiving in, bi dijmin re dikin şer.
1993
Min Dil Sipartî Qederê
Şûr awirê, dil gawirê, te dil daye ve keserê
Çima nayê, li ber pencê, dîsa bankin ey dilberê
Sitemkarê, bejin darê, ev ne karê me yî berê
Carek were, dîsan here, da êş û kovan bên derê
Temaşa kim li wê bejnê, kenîn ji lêvan perwerê
Te ez dame, dil wek cam e, şikandî cerg û hunerê
Zane bêje, min kir gêje, li axîna min bû kerrê
Tebat nayê, ketim tayê, bê hedan im li deverê
Ji ber vê qîr, mame bê bîr, bûye mara li qamirê
Nakî guhdar, bûye êvar, hîn jî bang dikim dilberê
Gazin û lav, li ber delav, min dil sipartî qederê.
28/1/1994
Serhildan
Hate min dengê tivingan nalenal
Zar û zeç in hev dibînin pîr û kal
Min divê ku ez jerê can fida kim
Xwîna ji dil bo armancê diyar kim
Zanibe rêça ku têde car û kaş
Dikin fida xwîna ji dil, tevî laş
Gel dikare dil girêde bi sozê
Erzan dikin her buhayî bo dozê
Ez dibînim vê jiyanê kêferat
Li deştan û çiyan parastin welat
Serhildana gelê kurdî bi ar e
Bi soje li ser dijminê koledar e
Gel tektîka nû li jînê dixwîne
Di dîrokê de gelê Kurd birîn e
Pêşmerge tev li ser çiyan biran in
Wekî şêrê şikeftan bê guman in
Dil naweste ji ceng û kêferatê
Bi arîşen in ji bo doza felatê
Axa welat ji bo me xêr û bêr e
Çi bikim dijmin li qadê îro têr e
Devmijokê xwîna laş û birînê
Dil mezin e, pir bi êş e ji kînê
Ev dijminê ji xwîna min bûye têr
Li ser min e, bi destê wî şûr û kêr
Ji bo ku min her dem bê tevger bike
Nahêle ku dil bi dozê şa bike
Berxwedana ji gel îro bahoz e
Pir germ dibe, rojên cejn û Newroz e
Îro gel rabûye û daye peyman
Pir geş dike kêferat û serhildan
Top nakuje dilê bawer bi dozê
Nû dike ji dil hunera dengê sozê
Ne balafir ji ezmanan û ne jî
Topên hemû cîhanê min dikujî
Ez Arşev im, ku milet wê şiyar be
Ez bawer im, li Newrozê bi ar be.
30/3/1992.
Peşmerge
Peşmerge ha peşmerge dilê milet
Sergovendê xebatê, bi çek û rext
Bi hebûna te milet hişyar dibe
Bo armanca dilê te dilşad dibe
Rewşa şax û zinaran bejna te ye
Roja kêferat û kar cejna te ye
Li deşt û zinar û çiyan bi tevger
Li çivatên parêzkaran bi huner
Bû zimanê gel û milet bû derman
Xwedî raman lê şad dike serhildan
Hişyar e wek birûska tê ji ezman
Ji bo bûka xwe yî ciwan Kurdistan
Navê te ye şana kar û xebatê
Tivinga te bû çîroka civatê
Qêrîna te birûska ewir û tavê
Hêrsa ji dil wekî pêlên ji avê
Dilêşê doza her mirovatiyê
Ji ber dîl û bindestî pir dîtiye
Dikî qurban xwîna laş û birînê
Kiriye derman ji bo hebûna jînê
Şal û şapik li bejna te çeleng e
Şoreşvanê welatparez bi deng e
Peşmerge ye te nepirsî dem û çax
Ji ber vê te danî li ser dil ev dax
Bilûrvan e, tembûrvan e, sazbend e
Li deştê ye, ji bajêr e, ji gund e
Keda te kir emê di dil hilînin
Gurzekî gul ji bo te em dişînin
Sipas dikim dayika ku tu anî
Li ser lat û şaxên welêt tu danî
Bi milet re şake cejnan û seyran
Nema li me tê ev rewş û girêdan
Dema te ye rabe bi kêf û şadî
Tevinga te bila b'lîze bi azadî
Bûye Arê serê sipanê xelat
Ronî daye li car hêlên te welat
15/4/1994
Kevoka Kurd
Kevoka lat û zozana, ji bo te têne nêçîrê
Ketî tora nêçîrvana, dimêjin laş û pêsîrê
Nêçîrvan yek, do, sê, çar in, xwedî nimêj û rojî in
Zik birçîn in gurê har in, li ser min ji hev re xwedî in
Dê bixwînim li ser latan, çîroka min evsane ye
Dengê min xweş tê welatan, cîhan dikin temaşe ye
Bi dev dost in bi dil dijmin, xapînok in mejî çewt in
Nadin mafê kevoka min, ji min dilkîn û bi şewt in
Silav li te kurê Cûdî, li girtîyên di zindanan
Ne li dijmin gurê mûdî, li te Xelat û Sîpanan
Li şaxên sor ji xwîna dil, li kulîlka ji wê sor e
Li dengê fîxanê bilbil, yê ku neke mîna kor e
Ji pêsîrê Firat tê der, hêsir sûlavên Sasûn in
Ji dil jîn tê ah û keser, bêjin ramanan bihûn in
Bi şev û roj diaxivin, li doza mafê mirovan
Ji min re diz û bi civin, bê rûmetin rengê hovan
Ji awiran didî şewat, ji kevoka sipî dayê
Ew e xwişk û ol û welat û hêviyên vê dunyayê
Sed maç û sed hêsir min şand, diyare ji bo kevoka boz
kavil ji kîne te hejand, Arşev xwedî peyman û soz
18/2/1994
Evîndar Im
Pêta arê te va gihaşte dil
Li min şikandin tevde pişt û mil
Nema dikarim soz bidim cîhan
Ji ber vîna te bûme perîşan
Ji ber çav naçe xeml û xêza te
Min nîne ti keç texim rêza te
Di dil de vebûn sed kaniyên xwîn
Kenek ji lêvan dermanê birîn
Min daye ev soz ji dil û ceger
Li emrê ciwan jîndibe huner
Nema dikarim jêbikim peyman
Nalîn û axîn keser ma derman
Ji ber çav naçe rewşa te dînê
Roja jîna yar çîroka Zînê
Geh di zindanan şewat berda dil
Gotin ji lêvan fîxanê bilbil
Çi bêjim ez yar, li ber dil şêrîn
Li ber guha ye Beko, Mem û Zîn
Stêr û Şepal vîna bi dilsoz
Rewşek pir delal li ser hespê boz
Siyabend û Xec, keça li Sîpan
Xelat kenî pê vîna bê guman
Tew vîna bilbil fîxan li ser gul
Awaz kir diyar, buhar maye şil
Em jî mirov in, mirovine bi dil
Ne şerme Arşev bêhn bike sorgul.
1992
Ziman Şûr E
Du çavên nerm, xweda ceng in
Di iniyê de, du-sê reng in
Nema tême nêçîra te
Du lêvên te, bi nav û deng in
Xwedan çawa bême balê
Ta rizgar bim ji vê nalê
Ji dil nemaye aramek
Roj dirêj in rengê salê
Gava ku tême nêçîrê
Li xwe dikim vê tevdîrê
Ji wan yek jî bi cih nayê
Ketim nav destê vê mîrê
Min tora xwe avêt navê
Ku wê bînim rex delavê
Nêçîra min bi cih bêtin
Jîn naye bê te ziravê
Min pak dikî xunavên te
Jîndar dibim bi çavên te
Sînga çiyan bo te cejn e
Jîn ronî ye di şevên te
Hawar bes e, ev çi kar e
Disojim dil şewt û ar e
Tu guhê xwe li min nadî
Lewra ev rêç li min xwar e
Seba çi ye, ev lavelav?
Te em berdane av û av
Nebû siwarê van pêlan
Ji ber vê, mame mest û xav
Inî qada Newroza me
Ji lêvan ye, ev soza me
Çav li bendê naraweste
Ziman şûr e, bo doza me
Navê te bo me çîrok e
Tipên te şana dîrok e
Amed bi xwe lawê te ye
Wanê derya ye ne cok e
Ararat çi poz bilind e
Cezîr bi xwe naz û rind e
Efrîn bi dar û zeytûn e
Xwedan îro mar û kund e.
1995
Dana Buharê
Dema buharê meha avdarê
Benda girantav û hêsirên yarê
Tije bû nêrgiz, çîçek û hem gul
Bêhn û pêjna gul, şad dike min dil
Şiyar kir raman, nû kir li min doz
Anîn bîra min, pir cejn û Newroz
Xwe berdaye dil, vîna xak û ax
Çiyayên bilind, tev zinar û şax
Min jî kulîlkek, di dil de şîn kir
Pêre gula sor, min dîsa bîn kir
Ji kerb û kînê distînim bînê
Dibînim ev gul, hebûna jînê
Dema seyranan, dîlan û xewş deng
Li bêjnêkir yar, kiraskî sê reng
Kesk û sor û zer, dana buharê
şalûl û bilbil, tê dengê yarê
Roj li ber ava, cîhanek bê deng
Pir şad dibe dil, çêdibe xewş reng
Min jî divê ez, ramanan rêz kim
Li vê rewşa şeng, helbestan hêz kim
Dengê bilbilan, sazê vê ristê
Pêre gurzek gul, ez bidme destê
Tîpên ji sorgul, li pelan şakim
Kulîlkek reng zer, bi bejnê dakim
Navê xwe û yar, li ku bişînim
Nama min e ew, pê yar dibînim
Min divê ku tim, şîn bibe welat
Ji rojavayê, ta bi rojhilat
Gel bêhnke sorgul, şad bibe her dil
Nemînin bê nav, derbê xem û kul
Sûlav bêne xwar, nemîne ev şev
Hêsir nemînin, kenîn li ser dev
Li vî warê xweş, daxwazê cih girt
Buhar xemilî, huner maye xurt .
1993
Şêrînê
Nexweş kirim du çavên te
Bêhiş û Tevger im ez
Û jîna min bûye xewnek
Dirêj kir bi kînê
Ez kirme bê nav û nîşan
Mejî û ser, li min gêj kir
Nav û dengê min winda bû
Seba xatirê vînê.
Raman û xewn çelqandin
Reşî li min barandin
Delavên min çikandin
Lêv sor bûye ji xwînê.
Bejn hat xwar û tewî
Porê nazdar, tev weşî
Hêvî di dil de ma mirî
Pêlek ji daxwaza jînê.
Seyran çine cana min
Qad û deştên min beyar in
Bê şênahî û bê dar in
Mîna kozik û pînê.
Di şeva tarî û reş de
Di gulyê berfê û qeş de
Va daran xwe pel weşandin
Rûreş ma rûkê zemînê.
Panbûna ji wê sîga te
Bejna min pir zirav dike
Ew biskên te yekta man e
Çav hisreta yek dînê.
Li şaxan çav dinerim
Li ser latan digerim
Li çemên te guhdêrim
Li bendî wê şêrînê.
1995
Veke Çavan
Mejî bi zanîn firh ke, çavan li jînê tê veke
Li avayan temaşe ke, têde gulek rengîn heye
Li rewşa tevgera avê, bejna zirav daye navê
Rûken hatî ber delavê, ew yar bi xwe para te ye
Têne sema bilbil û gul, çîçek li çav daye reşkil
Dihejîne destan û mil, gulistan tim warê me ye
Pir xweş e sazê bilûrvan, li dil dike tîr û kevan
Berî dide sînga zozan, nêçîrvanê doza me ye
Dilgeşê seyran û sema, sozvan û her dîlê te ma
Şivanê derdan û xema, jiyan bê êş bê çare ye.
1994
Govenda Me
De werin govendê sazkin, xweşî têkeve cîhan
Bi awazan çendî bankin, geş bikin dilê mêvan
Daholekê emê lêxin, da bi hêz be ev dîlan
Geş govendê bilivînin, xort û keçên dilovan
Bila bêne reqs û sema, çîçek û gul û rihan
Bilûrekê emê lêdin, li ber awazen çeman
Govendê pir mezin bibe, wê sergovend be şivan
Pir govendên me geryane, çelmisîn kulîlkên wan
Ji ber ketin govenda me, rovî û gur û maran
Govend tevde jihev xistin, evê çiv û liva wan
Sergovend xwe pir hejandin, dektor Fû'ad û Pîran
Li başûr çi xweş govend bû, Qazi Mihemed û Berzan
Dîroka govendan rêz in, ji Kurdax ta Êrîvan
Tevde di ber sitemê re çûn, va bi êş e dil û can
Daholê emê lêxînin, hişyarkin pê goristan
Ta daxwaz tev bi cih bêtin, bibişkivin gulên wan
Wê çav li govendê kevin, lê jibîr nabe talan
Va govenda me bi hêz e, Arşev têde bê guman
1995
Bese Gazin!
Bese yare êdî bes e, dijwar e ev gazin û lom
Bejn û bala min te şikand, di dil de keser kirne kom
Li ser lêva çiyayên te, min carekê kulîlkek çand
Li ser bûye bahoz û ceng, ji kokê de kulîlk firand
Du çavên bê hêvî dimam, ez mame latek dilbirîn
Bi sed salan bendewar im, li bendî sorgula narîn
Hiş û raman çûn dîrokê, ku binasin bi çîrokê
Bê çawa ew devên gemar, vedixwin xwîna kevokê
Keda min kir roj û şevan, wenda bûye di nav salan
Nemam xwedî pişk û parek, bûme xwedanê beyaran
Çiman yar dikî gazinan, ez bi xwe jê nadim alî
Ji serbestî û azadî, doza min jê bûye xalî
Mirov vê dibînin hergav, di havîn û zivistanan
Li nav gund û bajarên me, belê li serê zozanan
Divêt ez gazinan nekim, ji çavsor û gunehkaran
Kanî mafê mirovên me, ji hevpar û ji serdaran?
Mane hûn in bavê gelan, rizgarvanê sitembaran
Min nedî yek rojek tenê, derman dane birîndaran
1995
Tije Xwîn Im
Li ezman stêra geş im, bi te re va ez dimeşim
Dil perçe ye renge qeş im, li hawirî lê dixwînim
Li gulistanan kulîlk e, li sînga govendê bîk e
Li asoyên min çivîk e, bi te re dil dilorînim
Li ser ziman e, navê te, wekî deryan e çavên te
Dil pak dike xunavên te, evîndarê bejna Zîn im
Di dil pêta arê vînê, hedan nayê li vê jînê
Te xwê berda vê birînê, li xwedanê te bi kînim
Birûsk ji ber şûrê min e, bejna çiyan li ber kin e
Hêvî deryake bê bin e, ji nav pêlan xwe vejînim
Sinbil hate govenda me, dahol e nîva benda me
Nayê govendê rinda me, çiman milan bihejînim
Rûkê qadê diqelêşim, xwîna kevnar jê dugvêşim
Firyadim ez dil bi êş im, volkan ji êşan derînim
Çima nadî bersiva min, nazik û lêv hingiva min
Rû mest û sisteliva min, giyanê te bilivînim
Pereng bi ter seyran geş e, pêlên çeman xweş dimeşe
Fîxanê bilbilan xweş e, dil mişte arê evîn im
Were min derke ji bîrê, min navêje li ber tîrê
Arşev dil daye ber qîrê, dil perçe ye tije xwîn im.
1995
Dîlan E, Saz Lihev E
Sazdîlan e, serbestiyeke huha ye
Daristan e, gulistan e, avdaye
Hejin bilind e, por zêrîn e, dosteke hêja ye
Dilivîne, germ dike. buhara dila ye
Dilovan e, dilgeş e, heyva şeva ye
Bihn e. Baweşîn e, havîngeha çiya ye
Rewş e, xeml û xez e, derya xema ye
Mêvan e, silav e, ava çema ye
Zîn e, Şêrîn e, dosta lawa ye
Bûk e, bi çûk e, sogula desta ye
Şop e, kevnar e, soza hemya ye
Nav e, nîşan e, doza çava ye
Sîng e, bexçe ye, av û giha ye
Zinar e, çiya ye, hêlîna şêra ye
1995
Newroz
Cejn e, ziravbejn e
Silavek ji lêva sorgulî
Diyar kir min...
Pîroz be!
Diyare min....
Maçeke şêrîn
Pêre kenî û got
Ar e, ji dil re
Bûye baweşînek
Li kulîlka Newroz
Pîroz dike.
Cejna xebat,
kêferat û azdiyê.
Cejna,
kenînên lêvan,
hêviyên dilê mirovan,
rihan û çîçek,
Sorgul û sêvan.
Cejna,
yara birîndar
dayika hêsirên xwînê,
xwedana qurbanan
û cotkara tovên jînê.
Cejna,
pakrewanên bendewar...!
Silv li dûv silavê
Li,
çavên bê xew û ziwa.
Li,
ava delêv û pêlên ji avê
di her kêlîk û gavê.
Dişînim û diyar im
silavên hejaran
Li,
lêvên birçî,
sêwiyên ber dîwaran
Li...
hêviyên bendewaran
Li...
Latê, bahoz û dozê.
Rengê kersera kînê.
Li xwîna birînê,
arê dilê Zînê,
omîda jîn û hebûnê.
Li..
Kawa, hostayê mezin,
lehengê çîroka ciwan
gûrvanê agirê zinaran.
Roja azadiyê
Pencên bi hêz davêje
Hiltîne tariya şevên reş
Sitema kevn dimêje
Qadê şîn dike û mirovan dikî rûgeş.
Çiyan didî alî
Dîwaran davêje
Rewşen dikî bajar û şar
Dûman û dizî
Dimre û dirzî
Namîne êvar
Roj hiltê, cîhan serxweş dibe.
Şaxê jiyana min bilind dike
Sitema neyaran bêçar dike.
Namirim...
Roj bi roj jîntêm
Bihna gula min vedide.
Kevoka min namrînin
Çiqas nêçîrvan bin
Li doza min şiyar bin
Wê poşman û ziwa bin.
Min...
Xwîn û can kiriye gorî
Ji bo yî ciwaniyê
Min çandiye tovên xwe
Di rûpelên dîroke de
Baweriya min çeka min e
Bi hêz dibim, berjor diçim
Diqeleşim çiyayen bilind
Rêça xwe dibînim
Dikevim zozanan
Dûr dibim ji tirs û gumanan.
Hêviyên min jîn tên
Hey jîntên hêviyên min.
Narawestim ji ho çi sist bim?
Bawer û jîr im
Li doza xwe mîr im.
Divê ku bimrim
Ji bo yî nemrim
Bidim xwîna dil
Şîn bibe sorgul, çîçek û sinbil.
Roj bê hilat, nû bibe Newroz!!!.
Payiza Evînê
Çi fizefiza bahozên te
Li ser kavilên dilê min in?
Dil hejar e,
Ta bi bilbil bê fixan in
Li ser sorgulên min.
Dikenim!
Û çav ji rondikan kanî ne
Çavnêrê şopa te me
Di rêça zirav de
Çandiyê can im
Li ber seqema bê tav.
De here lê..
Te ez pîr kirim
Hejandin, mirandin
Sozdarê çavên te me
Di kokên ziwa de.
Evîna bê mirad im
Ji deryaya evîna te
Tî me û hey Tî me !
Sazvanê bê ziman im
Û ziman qerimiye
Di pesnê te de.
Ciwaniya te
Ez pîr kirim, bê bîr kirim.
Bi qizanî çeleng bû
Siwar kirin, bi rê ve xistin
Xêliyeke reş dane ser
Rêçeke dirêj dane ber
Hejandin, revandin..
Çi gul bû
Bejna zirav, yekta dirist
Di evîna xwe de ziwa kirin
Mîna kevokê ciwan bû
Bi hezaran
Ramam gerandin.
Hejandin bestê min
Bi hêz kirin ristên min.
Hejandin...
Hêvî westandin.
Pozbilind bû, Ararat bû
Çav mîna şikeftan
Inî mîna lat bû.
Sîng bexçeyê evîniyê
Lêv mîna nazxelat bû.
Ji pêsîrê çem dirijin
Li ser kêferat bû
Hejandin, hilweşandin
Diran, meji, gerden
Sewdan firandin
Kiras qetandin
Kul û xemem min
Civandin… civandin!!
1994
Xameyê..
De vexwe
Ji pêlan, ji hêsirên çavan
Têr vexwe
Rûpel bike êş û derdan
Kovanên pîr...
Di dil de avakirine şaristan.
Di rêça evîna te de bê çav im
Lê..
Ne bê dest û dil im.
Bi hêz nava xameyê dugveşim
Êşên xwe dirjînim.
Çima..?
Ev rewş li bejna te nayê
Penûsa min diweste
di pesnê te de.. perîşan dibe!
Navê te maye bê tîp
Di ferhenga rojê de
Di asoyên sayî de.
Rûgeşê de were!
Em govenda te saz bikin
Bi awazên bilbilan û nalînen cavkilan
Avjeniya te li pêlên xwînê serbest e.
Çima..?
Dîlê rûgeşan im
Dilgirtiyê du kevanan im
Por hêlîna Zeradeşt e
Çav ji gazinan mişte.
Ji tîrên nêçîrvanên deştan.
Poz piraya mirada ye
Sîng nexweşxaneke fireh e
Kenîn baweşîneke germ e
Lêv nerm e, de bêjin
Jine yan jîn e !?
Na na.. armac û kîn e
Firyada birîndaran diqurmiçîne.
Di aso de
Xweş awaz û deng e
Can ... bi basikekî şikestî
Di ber bahozan re berdide.
Min serî hejand, rondik rijandin
Dil têr nebû.
Çi bilbil e, dil bi kule, dil kul dike
Gulên buharan, di dil de dipişkivin.
Êş û derdên me
Di aso de kom dikin
Bi dengê „Mihemed Şêxo“
Bi baweşineke zer re
Xecxecokên sor hênik dike.
Di aso de..
Ne tu hat û ne ez gûm
Şevreş e..
Ji pêlavê mûzîkeke xweş e,
Çav li kasê
Dil dake tansê
Mûzikeke xweş e.
Lehiyeke ji gumanan kete dil
Çav li nerîna bejnê
Lêv amade ne
Germ dibin, sar dibin
Şevreş e... rûgeş e!
Tu nizanî çawa
Ezê te li ber simfoniya ramûsanan
Rûgeş bikim... de were!
1994
Jehra Ji Destê Te
Dîroka bêbext
Li nik min çandiye dara êşan
Bê omîd
Li rojan dinêrim
Dixwazim jê vexum
Dermanê jînê
Lê çi bikim ez?
Can hatiye xapandin
Ji Lewra mame perîşan.
Ji destpêka vî çerxî
Min tovên xwe belav kirin
Qilaç û newal, çiyayên bilind
Ta bi bejna welat
Lê çi bikim ez?
Ti xunav nebû xelat
Ji lewra mame perîşan.
Du destên min bê şûr in
Her bikêr nayên hêsir û lavelav
Her xewn mane giran
Ji lewra mame penîşan.
Ji roj û ronahiyê,
Ji şînahî û avahiyê
Bê par im.
Tenê bindestî
Ejdehakî dirêj e
Xwe li bejna min dipêçe
Lê çi bikim ez..?
Wisa dame girêdan
Ji lewra mame perîşan.
Bê ax û rûmet û dewlet,
Bê çîrok û dîrok
Ez wenda kirim
Tevî bi xuncim li jînê
Li her warî ewê şînahî
Ji xuncê bête vegirtin
Li ser xemla reş
Lê çi bikim ez..?
Xunc kirin talan
Ji lewra mame perîşan.
Wana...
Hûnandin bindestiya min
Her Lidarxistine wendabûna min
Bi çavine miştekîn
Dest pelandin sorxwîna min
Lê çi bikim ez...?
Birîn pirkirin li can
Ji lewra mame perîşan.
Ger çiqas bi demê re
Min veçirin
Çare ewê bête min
Her dil naye dizîn
Û niyaz nayêne hêran
Û her namînim perîşan.
* * *
Kul Û Xem
Di gulistana min de
Hatiye çandin
Ji wisa jiyana min xapûr e.
Hatiye kolan
Bindestiya birîna min
Min çav vekir
Cîhan golek tarî
Hestiyen min, komek arî
Ew pîzota mayî
Ewê te bişewitîne
Her hunera ku ji wendabûna min
Hişyar dike
Ewê te bitirsîne.
Dîroka ku bi xwînê hatiye tîpkirin
Tevî xapên xwe
Ewê gula rojhilata me
Bi rewşen bikî.
Jehra ji destên te min namrîne
Wenda nabim, ezê rabim
Dermanê mine ew
Ger çiqas li dilê Kurd kin
Van dax û kew.
Perîşan im
Ezê demên bindestiya xwe bihûnim
Rojên dijwar
Bi hêsirên xwe bihijmêrim.
1992
Firyadin Di Xewnê De
Soz..
Bi hêz dihejînim
Destê pakrewan
Pîroz dikim
Dirustî û dan
Bi cih tînim hêviyên dil.
Soz didim
Ku şopa te rêç e
Dirêj û dûr e.
Xewn..
Daxwazên wenda
Hêviyên dil dişîne.
Min dît:
Ez û yara xwe
Ji hev nêzîk dibûn.
Min
Dest dirêj kir
Neda min ew dest
Bi lav û girî
Ketim bahozek tarî
Ez dûr dikirim
Hêdî hêdî wenda dibûm.
Awir..
Tîreke dijwar e
Perçe dik dilê hejaran
Diyar dike
Kîn û omîden salan
Dipirse, diaxive.
Didî min çîrokên bapîran
Hêviyên dilê evîndaran.
Kevok..
Çima tu mest û gêjî?
Bi serbestî
Li rûkê zemîn
Qebqebê bi´afirîne
Hêlîna xwe fireh bike
Da bi xwe re
Wan kevokan bifirîne û daxwazan bi cih bîne
Ey
K
e
v
o
k
.
Dil..
Ta kengî tê xwîne bide
Reh û laşên miroven bê kêr?
Li te şerme ey dil
Ev xwîn nirxê yara çelenge
Nirxê niyazan e!
Zindan..
Çeka koledar û dilê bê xwîn e
Lêdan jêre penûs e
Hedan çekeke dijwar e
Dihejîne mejiyên qirêjgirtî
Deriyê sitemê dişkîne
Rojeke ciwan didî der.
Firyad..
Li damarên ku roj bi roj
Ji tevgera xwe re sist dibin
Li guhên xetimî...
Li zindiyên ku berî dane goristanê
Da serî bavêjin temara xewê
Li...
Kevir û gîhayan.
Hêsir..
Şana kul û êşa ye
Nîşana derdan ye
Lew...
Min li rûwê xwe dît
Li ser laşê hêsirê
Navek heye, dikî gazin
Ew jî, rondikan dibarîne
Û
Ji wan Firat û Xabûr têne der.
1992
NAVEROK
Diyarî
Pêşgotin
Dîsa kovan nû kirin
Xama zêrîn
Firyad û qîr
Dengê çiya
Kesera min
Gula sor
Kevoka boz
Cegerxwîn
Divê hebim
Lêdan
Pakrewan
Gola xwînê
Sînor
Çi çav in ev
Êş û derd
Ji navê te re hozan im
Bawerî
Min dil sipartî qederê
Serhildan
Pêşmerge
Kevoka kurd
Evîndar im
Ziman şûr e
Dana buharê
Şêrînê
Veke çava!
Govenda me
Bese gazin!
Tije xwîn im
Dîlan e saz lihev e
Newroz
Payiza evînê
Jehra ji destê te
Firyadin di xewnê de .
Dawî.