Gotinê stranê Ronican
Tu dûre
tu dûre tu dûre û vê dûrbûnê dilê min xwar tu dûre
axîna wê çendî dijwar û kûre
Aax û hewar
ev dilê jar
ma bende war
yarê tu dûre
***
ne bersevek ne silavek ne namakê dişîne
ev bû demek ev bû demek rojêm ,girî û şîne
ax û hewar
ev dilê jar
ma bende war
yarê tu dûre
***
çav westiyan li rêka te were ez te bibînim
bera kilbin bi dîtna te tirsim bimrim nebînim
Aaxû hewar
ev dilê jar
ma bende war
yarê tu dûre
Gotin - Hatim ibrahim
Awaz –Ronican
Dev ji yarê nagerim
Ez ne lawê li zikaka ez bi bîr û bawerim
min da ser rêça evîne ez ne diz û lawirim
dev ji yarê nagerim ger bi canê xwe herim
***
kî çi bêje bila bêje rêça li ser naguherim
memo mir jibona zînê ne ji memo çêtirim
dev ji yarê nagerim ger bi canê xwe herim
***
ez kuştime van nezana û van ramanan dîn kirim
xelk gihiÔtine ezmana wan ji yarê dûr kirim
dev ji yarê nagerim ger bi canê xwe herim
***
ne tenê yarê min dixwest û pêre qada ,ez li serim
çibkim ji wê qada serbest ku jînek pûc ez herim
dev ji yarê nagerim ger bi canê xwe herim
Gotin û awaz Ronican
Allahû akber
ka soz û ka peyman bo mirov û insan
hin va serbest dijîn û hin ketin bin destan
dînê wan dabû pê va mejî daye ser
çare bome nema allahû ekber
Allahû ekber allahû ekber
***
bingeha wek heviyê bi destê olê hat
durustî û rastî ji mere kir xelat
mixabin wan bira talan kir seranser
û disa me ji dil bankir allahû ekber
Allahû ekber allahû ekber
***
xwedanê me hemyan mizgîn û destûr da
çi quran û incîl daket nava gelan
xwedanê me hemyan mizgîn û destûr da
çi tewrat û zubûr daket vava gelan
zeredeştê mezin her maye ew rêber
û disa me ji dil bankir allahû ekber
Allahû ekber allahû ekber
***
em bûn xudanê olê me welat li şerkir
ji bo mafê insan me bi salan serkir
em ketin nav pêlan bê zanin û huner
û disa me ji dil bankir allahû ekber
Allahû ekber allahû ekber
Gotin arsv oskan awaz Ronican
Rewşê
Rewşê lê lê rewşê sosinê him binefşê
Xwedan da û xemiland tu kirye xemla hewşê
***
Rewşê gul buharê çivika liser darê
Asika li beyarê nazdarê nazik meşê
***
Rewşa min kevokê jê tê bihna biyokê
Bajarê qmişlokê bi te şahî û xweşê
***
Rewşê dest bi min de em herin bajar û gunda
Vêxinin mûm û finda rakin tarî û reşê
Helbes û awaz Ronican
şev sare
şev sare xanî sare
û dil sare cîhan hemî sare
divê şeva bê qodoşde min masa xwe vekirî
û peyala xwe himbêz kirî bi tenê me
bê hevalim mest û lalim
kûr dinalim digel peynûsa tî û kaxeza birçî
***
kanî hevalên cara peyal û kenê yara
saz û awaz û şahî îşev li ku zîz dibin
li dilê kê perwaz didin hêviyên dila ronî dikin
tenê dilê min tariye tenê dilê min tariye
***
nazenînê bizanibe şev hiç ronî nabe bê şemalkên çavê te
ev dilê sar bi tîn nabe bê peyala ji destê te
ezê çibkim tenê di nigaşê min de tu mêvanî
ey bengejha keserê min tu kanî ey bengejha keserê min tu kanî
Helbest :Xemgîn remo
Awaz:Ronican
Warek nema
Warek nema û nema û nema min lê dananî
û kanîk nema nema û nema min av jê nanî
bextêm reşe ji roja roj,de min xweşî nedî
emrêm bûrî min hêvîk tenê bi cînanî
***
Ax ji demê û axîn felek ci dijware
herdem tenê û tenahiya şevan sare
jan û xemê xwe berdan dil û ji dil nare
jan û xemê xwe berdan dil û ji dil nare
***
Jar û xizan birê dikim ez karwana
tim perîşan lid û zerya û ciwana
Bare giran dost û xwedî nexwiyane
Bare giran dost û xwedî nexwiyane
Gotin û awaz Ronican
çi leylanek min da dû
çi leylanek min da dû çi buharek bûri zû
carkê tenê dil xwes nekir bê xatir bi rêket çû
carkê tenê dil xweş nekir bê xatir bi rêket çû
yara min bû xewna min bû
hêviya min bû hiştim û çû
****
ji daxwaz û hêviya dil man rondik û cavên şil
bi ser derdê wê xwe dûr kir bê xatir bi rêket çû
agir da dil agir gûr kir bê xatir bi rê ket çû
yara min bû xewna min bû
hêviya min bû hiştim û çû
yara min bû xewna min bû
hêviya dil bû hiştim û cû
dema tu tê
dema dema......dema tu tê hemî tiştê buha hêja derbas dibe odê
dema tu tê .....dema tu tê tu baranê bi xwer tine şîndikî erda tî bi evînê
dema tu tê................dilêm lê dide radibe dikî sema ji kêfê
dema dema.............difrim bilind li jor dikevim nîvê buhuştê
lê lê lê lê gava tu dere ziman li min tev nagere
lê lê lê gava tu dere mjî ji serê min difire
lêlê lê gava tu dere dimînim mest û gêj radiwestim cihê xwede nalivim diminim benda tu bê
dema tu bê dema tu bê
*************************
dema dema tu dihat cem mi, bi dizî
tu dihat tu dihat ber mi,de dibezî
mi, ji tere dgo, cend, gotin binazî
te digo şerme vina ku tu dixwazî
dûre bû ax ji mi, û ji te xwezî
me xwe nedî ku em mane bê şerm û fedî
*****************
dema dema tu dihatî civînê
tu dihat tu dihat dagirtî bi evînê
te digo em bûne mem û zînê
mi, dgo nana bêtir dînê
ji hêrsê min da stranê vînê
xecê siyamend û ferhad û şêrîn û meyroka narînê
erê hoy narinî rû şerminê narin narin.....
Gotin û awaz Mustefa Osê
Silva
silva awira dijwar neke
silva kulê dilêm pir neke
silva berê derdê min pirin
silva tu bi xwedêkî tev raneke
dema te awir şikand cerg û dilê min hiland
mejî ji serî firand zalimê rehmê bike
*******
silva delalê tu pir nazike
silva bicûk pir xwesîke
silva rûkê te tava heyvê
silva sheva me ronî dike
dema te awir şikand cerg û dilê min hiland
mejî ji serî firand zalimê rehmê bike
*********
silva xweska nexit nebana
silva ez û te ji hevrebana
silva xwedakî mezin heye
silva tenê biêşa me zane
dema te awir şikand cerg û dilê min hiland
mejî ji serî firand zalimê rehmê bike
Gotin û awaz Ronican
Erê canê
erê canê gelo heye disa tu bê
erê xanê timî tu dibê lawo sibê
dawiya siba ez nizanim wê kengî bê
bextê te me lê rastî bêje kîjan sibê
****
destê min li nav destê te be bi serbestî
kecê niza çima wilo tu bê hestî
ey bê sozê xapînokê dilêm westî
bes bêje min lê ez ya teme kanî rastî
****
li min bûrin gelek roj û meh û dem sal
bende warê dîna teme keça delal
evîna te ez dînkirim kirim bê mal
carek were lê disa ku em bibin heval
****
Helbest Xemgin remo Awaz Ronican
ez newoşim ditina te ji mir dermane lawiko tu nayê
ev çend rojin dil ji bo te bê hedane ez ketme tayê
çrûsk û roniyên çava ji hêsiran vemirîn
brûsk agir ket hinavan li dil vebûn sed birîn
û hina tu nayê
dê were rayê
li min neke payê
*****
dêm du sêvên pahizine û bejin rîhana bejî
kaniya lêvê min jîne diyarîne bo tejî
û hina tu nayê
dê were rayê
li min neke payê
*****
wer mi j,bavê min bixwaze lawo ez yara te me
bo çavê min şevkê raze çav nerîna riya te me
û hina tu nayê
dê were rayê
li min neke payê
*****
ka roja tu min bixwazî û şahiya min û te be
ji dengbêja ji xweş sazi û wek wê rojê tunebe
û hina tu nayê
dê were rayê
li min neke payê
Helbest û Awaz Ronican
Jibo cavê resî belek
jibo çavê reşî belek hatim govendê
pora tarî û biskê xelek bejin bilindê
ji dilana fre û mezin
ya dil birî xwediya bazin
çibkim gelek vê esmerê dixwazin
dilana wê ciqwas xweşe gelek nazdare
şekir ji lêvan diweşe awir dijware
ji dilana fre û mezin
ya dil birî xwediya bazin
çibkim gelek vê esmerê dixwazin
her çavê min lê dikeve serxwes diminim
çi esmere rû li heve kengî wê binim
ji dilana fre û mezin
ya dil birî xwediya bazin
çibkim gelek vê esmerê dixwazin
Gotin Ronican Awaz filiklorê Aşûrî
Yadê
Yadê heger min zaniba evîn derdekî dijware
xweska dilê min ne diba yadê tevde pêt û are
Yadê yadê bê dil yadê
Yadê yadê qurban yadê
Yadê çima tu min nadê
Yadê ez keçek gihame û jina bi wîre razime
xwedan ji roja ez dame ji bo lawik diyarîme
Yadê yadê bê dil yadê
Yadê yadê qurban yadê
Yadê çima tu min nadê
Yadê heger min bidinê wê dunya tev xwes û sahîbe
Yadê heger min ne dinê wê jiyan tev res û tarî be
Yadê yadê bê dil yadê
Yadê yadê qurban yadê
Yadê çima tu min nadê
Yadê Gotin û awaz Ronican
Nama dilberê
Ji sazên hunermendan û ji helbestên hozana
ji gul beybûna gunda ji nêrgiz û rîhana
namekê bo dilberê rêkim ji çend strana
ji axina bilbila ji vedenga şivana
ji kenina sor gula xunavî û barana
namekê bo dilberê rêkim ji çend strana
****
ji ahing û tembûrê çepk û reqs û dilana
ji nalîna bilûrê ji girîna kemana
namekê bo dilberê rêkim ji çend strana
ji sirûdên evînê ji hêvî û gumana
ji helbesta zayinê ji her rengê perwana
namekê bo dilberê rêkim ji çend strana
helbest û awaz ronican
şevek dere
şevek dere û şeva di tê
Dibêm yarê kengî tu bê
şevek dere û şeva di tê
kanî ew soz ey bê bextê
Geh tu dikenî geh tu digrî
Ez evîndarim
ji berte bê halim
Ez bende warim
û li eîna me heyfa min tê
Bi kenê xewe m, ne xapîne
Bi giriyê xwe m, ne êsîne
Xwedê tenê pê dizane
çiqwas tu li ber dil sêrîne
his mabû te bir ji serî
û dilê min kirye dû kerî
berê tu sebra dilê min bû
çibkim îro tu nanerî
Helbest û Awaz Ronican
xatir nexwest
Disa yarê xatir nexwest çû birê ket
û disa birîn li dil vebûn xencer lê ket
Ez bûm wek pela zer helwişî di pahîzê ji darê ket
Ax lo dilo birîn daro evîna me li ber bê ket
Bi ser derdare ax lo dilo ez bê sebrîm
Ta destê xwe liba nekir ku lê negrim
Ax lo dilo birîndaro dûrî yarê bila bimrim
Naçin ji bîr ew şevbuhêrkên li ber heyvê
ji êvarde heya sibê diketin peyvê
Ax lo dilo birîndaro sozên me dan man bi lêvê
helbest û awaz Ronican
Bihejîne
Ha bihejîne bi hejîne wê bejn û bala zirav
Hîngî tu pir şêrîne te em birin av û av
Dev û lêv li kenin
Sorgul rûkê tenin
Gelo wek te henin
Bersevê bidî bi cav ?
Ha bihejîne bihejîne bila dunya bihejî
Bi wê xemlê fesalê te ji serî birye mejî
porê li ser mila
û cavên kaniya kila
û hilmû bîna gula
Bi ser mede dirijî
ha bihejîne delalê bila hemû dil bêşin
Bila tîrê wan cava cerg û dila biqelêşin
Tîrên cavê belek
û bîna porê xelek
Wenda kirin gelek
û em ji ji ber te gêjin
Helbest û awaz Ronican
Dayê welat kurdistane
Dayê welat kurdistane
Li ber dilê min şêrîne
Evîna wê pir girane
Ma tû rengê min nabîne
****
ji ber hîngî hêvî dikim
Rext û tivinga min bine
Dil dixwaye here cengê
Xwinê bide ji xwere bine
****
Jibo daxwaya sor gulê
ji me kurdan hinek xwine
Ma ne şerme ji bona xwinê
Kurdistan tim bi nalîne
****
Lewre heger hatim kuştin
ji dil û can bi lîlîne
Dil xweş hene nav civata
Serî hilde xwe bikenine
Helbest ismet Sezda
Awaz Ronîcan
Kaniya ava hyatê
Kaniya ava heyatê
Şekir û qend ûnebatê
wey li ser cave me hatê
dil ji min bir ax yadê (dil ji min bir ahî dil)
****
pir şêrînê nazenîne
kuştime ez wê bê dinê
dêm ji şana hingivênê
dil ji min bir ax yadê
****
wê silav da min bi cava
agirek berda hinava
wey xwedo mala te ava
dil ji min bir ax yadê
tê ji banî lê giranî
pêçiya gul reng hilanî
roj û heyv bûne xwyanî
dil ji min bir ax yadê
Helbest Cegerxwin
Awaz Ronîcan
FERATÊ DERDAN
Derdê min kûrin wek çemê Ferat
Feratê derdan hilat û dahat
Derdê pir mezin, kula pir giran
Derdê Kurdistan, axîna welat
Ez tim dinalim her sal û her mah
Qêrîn û firyad, hawar û sed ah
Digel min digrîn Seyran û Şêrîn
Nalîne dengê Gulnaz û Dilşah
Şêrînê megrî pir pir delalî
Seyranê megrî xwe pir menalî
Gulnazê megrî, Dilşahê megrî
Dijmin li hember vî kevnekalî
Haydê em rûnin ser çemê Amed
Em jê bipirsin keyaniya Med
Kanî ew birc û sera û bajar ?
Kanî Kurdistan, Zozan û Serhed ?
Helbest Cegerxwîn Awaz Ronîcan
Xayinê
Xayinê ez çi bêjim
Disa çavê me li hev ket
J' Eshqa te ez mest u gêjim
Evina te ji dil derket
Here here min tu navê
Biraninêm' teva bavê
Evina te mi qet navê
Kêra te hat l'niva dil ket
Here bêbext te 'z firotim
Dil te daye liber kêra
B'arê eshqê te ez sotim
Xayin ti çu ji xelkêra
Teb'serê min sund dixwari
Ted' gotemin bi wa çava
J'te dur nabim ez ticari
Ji te pêve nakim mêra
Te sozê xwe tev avêtin
Ka bersevê bide çima
Te xewnên me beravêtin
Ti bê dili tu zalime
Helbest Sipan jumaa
Awaz Ronican
15/05/2005
Çavê te
Tim çavê te dikin gazin
Awir hêvî û daxwazin
Felek li min çep geriya
Destê sipî ma bê bazin
* * * * *
gustîlka zêr nebû pîroz
li tilya te yî gewî boz
ax felekê ezê çibkim
havîn li min bûya bahoz
* * * * *
tim bi êşim dil bi keser
evîn limin tev bû keder
herku bejna te dibînim
ez dimirim ax dilber
* * * * *
destê demê ci dijware
wekî pencê gurê hare
dost û yara ji hev dûr diki
dawi qêrîn û heware
çiya
Tu situna konê ezman sî vegirt ser avên derya
Hêlîna ew roka ciwan eşqa tilûran ey çiya
Ey çiya..................................
Ey çiya hewar çiya destana wenda çiya
Mîna xewn û leylanê tê nagihêm te çiya
Her bi berf û dûmanî qet nakî sahî çiya
* * * * *
himber te westiya dewran lê pîrî li te ne bû xiya
hozan yariya ew jiyan li te kar nekir ey çiya
Ey çiya..................................
Ey çiya hewar çiya destana wenda çiya
Mîna xewn û leylanê tê nagihêm te çiya
Her bi berf û dûmanî qet nakî sahî çiya
* * * * *
şop û riyên te wendan mij xwe girt ser baniya
hiş û dil ser xoşên te ne bê rêber mane ey çiya
Ey çiya..................................
Ey çiya hewar çiya destana wenda çiya
Mîna xewn û leylanê tê nagihêm te çiya
Her bi berf û dûmanî qet nakî sahî çiya
* * * * *
namek li gel eylûh mi şand ser şopa wan rêwiya
lê te mij li hawir weşand û bersev neda min ey çiya
Ey çiya..................................
Ey çiya hewar çiya destana wenda çiya
Mîna xewn û leylanê tê nagihêm te çiya
Her bi berf û dûmanî qet nakî sahî çiya
Helbest hatim ibrahim
Awa Ronîcan
Neke neke
Neke neke neke zalimê xwe dûr neke
Ez ji te hezdikim tu soza xwe xeraneke
* * * * * * * * *
were were were tu keçek delal û esmere
sînga te çiyayê cûdi berfa sipî li sere
* * * * * * * * *
nebû nebû nebû miradê min û te nebû
xêr nexwaza ,m dûr kirin ne bi destê min û te bû
* * * * * * * * * *
eman eman eman ax ji derdê te eman
derdê te pir kirana daye dilê Ronican
Helbest û awaz Ronîcan
dema te çav kilda
dema te cav kilda ez ciwan û naşîbûm
sêva sîngê te hilda por reş û bi temberîbûm
evîna te derya bû di navde teqinî bûm
evîna te baran bû di binde sekinîbûm
evina te agirbû dinavde rûniştîbûm
evîna te ji bo me tirs û lerzîn û tabû
axa li bin piyê te çi pîroz û buhabû
li buhuşt û laleşa taca serê perya bû
ser û pa bineqsîne ji peynûsa xwedabû
li goven û dilanan gula serê zeryabû
rû kenoka civa ta jibo min derd û belabû
helbes kerîmo Awaz Ronîcan