Jîn û Hebûn
Ez xumxuma ava çeman,
Ez çerx û govend û sema,
Tîn im di nêv kat û lema,
Jîn im, hebûn im, tevger im.
Bayê siba tê xweş ez im,
Berfa sibatê xweş ez im,
Xurtî di latê xweş ez im,
Hişk û ziwa bin, ez ter im
Giranbiha me, zêr û dur
Ez tim hebûn im, xurt û gur,
Yaqût û lal û gewher im.
Pêşve diçim kar û xebat,
Di nav çiyan de hîm û lat,
Pêlan didim Zab û Ferat,
Çelq û xumîn û gur-gur im.
Pir xurt û hêz im ez hebûn,
Ez pêşveçûn û serxwebûn,
Herdem di nav damar û xûn,
Ez her heme, qet namir im.
Bihişt ez im, agir ez im,
Bakir ez im, rakir ez im,
Xemgîn kir û şa kir ez im,
Herdem didim, ez na kirim.
Jîn im, bihar im har û dîn,
Candar bi min herdem bi tîn,
Min dane wan ev hilm û bîn,
Dinêv hebûnê cîgir im.
Ev ax û ba û av im ez,
Ev pêtî û alav im ez,
Xweş ronî û pertav im ez,
Xurtî di zendên karker im.
Herdem heme, peyda me ez,
Tava riwê xeyda me ez,
Cama bi dest Seyda me ez,
Ez ol û vîn û bawer im.
Jîna Cegerxwîn im ji dil,
Ez xurtî û tîn im di dil,
Ez hêz û xurtî me di mil,
Karim vî laşî ragirim.
Cigerxwîn
Şair Cigerxwîn
Agirê Evîndarî
Şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo
Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo
Te j’min dil bir carek mi j’ter nego na,
Te rû kul kir carek mi j‘ter nego na
Ma ji bo çi, îro tu j’min xeyîdye?
Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego na
Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî?
Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî?
Ahî dema destê wî l’bin serê min!
Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî
Tenê hiştim ay dil îşev çima çû?
Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû?
Rabe peykev ay dil zû wî werîne
Tev biriştim ay dil îşev çima çû?
Cigerxwîn
Şair Cigerxwîn
Ah Şêrînê
Şêrînê, şêrînê
_____Gulçîçek û nesrînê
_____________Rû sorgula evînê
____________________Ez dil didim mizgînê
Şêrînê, şêrînê
________Ez dîn kirim
_________________Bê dînê
Şêrînê rû li rojê
_______Lêv ji gula berrojê
____________Bi çavan dil disojê
__________________Serxweş kirim wê dînê
Şêrînê, şêrînê
________Ez dîn kirim
_________________Bê dînê
Şêrînê çavxezalê
________Ebrû ji rengê dalê
____________Min can û dil li balê
___________________Sîng bexçeyê evînê
Şêrînê, şêrînê
________Ez dîn kirim
_________________Bê dînê
Şêrînê nazedarê
________Sêva sor îli darê
______________Rû wek gula biharê
______________________Lêv melhema birînê
Şêrînê, şêrînê
________Ez dîn kirim
_________________Bê dînê
Şêrînê bejne serwê
_________Qêrînê min li ser wê
_________________Kengî ji dev şeker wê
__________________________Bidî min ew di jînê
Şêrînê, şêrînê
________Ez dîn kirim
_________________Bê dînê
Şêrînê serbilindê
_________Şepal û gewr û rindê
_________________Çil sal e ez li bendê
Şêrînê, şêrînê
________Ez dîn kirim
_________________Bê dînê
Şêrînê pir delalê
_______Ebrû ji rengê dalê
______________Ronahiya şemalê
____________________Nazdar û nazenînê
Şêrînê, şêrînê
________Ez dîn kirim
_________________Bê dînê
Şêrînê gewr û sorê
________Guh nadî zulm û zorê
_________________Pozbilindê li jorê
_______________________Ji dil re pir bi kînê
Şêrînê, şêrînê
________Ez dîn kirim
_________________Bê dînê
Şêrînê rûj i tavê
________Lev kas e, mey di navê
________________Pir kûrê bê peravê
______________________Xweş dawerê evînê
Şêrînê, şêrînê
________Ez dîn kirim
_________________Bê dînê
Şêrînê gewr û bozê
__________Gotin xweşê, bi sozê
__________________Her dem ji bo me dozê
________________________Carek were civînê
Şêrînê, şêrînê
________Ez dîn kirim
_________________Bê dînê
Şêrîn hatî ji derda
_________Dil bir û can bi ser da
________________Tîrek li nêv cegerda
______________________Der bû ceger bi xwînê
Şêrînê, şêrînê
________Ez dîn kirim
_________________Bê dînê
(Cigerxwîn, Stockholm, 4.9.1979)
Şair Cigerxwîn
Azadîxwaz im
Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gullebaran
Êrîşdibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şev ta sipîdê me nîne qet xew
Cihan li ber me dibîte rew - rew
Nêrkew nexwenî, çi bêyî mêkew?
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bavê te çû şer, şêr e li meydan
Êrîş dibin ser Îran û Tûran
Destên xwe dan hev kurmanc û dostan
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Kengî mezin bû, divêm bixwênî
Rewşa cîhanê tu xweş bibênî
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Keç û kurên kurd hemî şîyar bin
Ji bo serbestî hemî li kar bin
Ji hev re dost bin, dijê neyar bin
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijware dijmin, Tûran û Firs e
Gernas û mêr be, ji wan metirse
Sibê şiyarbû, li min mepirse
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Ji bo xweş bin dem û gevên te
Ezê sipîdê bighê bavê te
Bere ziwabin herdu çavên te
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Milên xwe bidme milên berane
Di şer da en tev xûşk û birane
Êrîş bikin em, lê şer girane
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bizane, xwendin ji bo we derman
Da ku bizanin qanûn û ferman
Derxin ji dil em van tirs û şerman
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Destên xwe bidne destên çepên rom
Bibin partîzan bi leshker û kom
Carek metirsin ji 'hok' û 'fantom'
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dibî bavê te di şer de bimrî
Zinhar kurê min nebî tu bigrî
Em têne kuştin ji bo tu nemrî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijmin naçî der bi lav û gazê
Xwînê nerêjî naghê daxwazê
Siba diçim şer divêm tu razê
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şêx û melan em tev kirne derwêş
Ev bû du sed sal, em bûne berbêş
Ba bêne kuştin, nemêni ev êş
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şîn tê bi xwînê dara serbestî
Îdî naxwazin dîlî, bindestî
Ev êlperestî, ev olperestî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Mirovperestim mîna Cigerxwîn
Serbest bijîn tev, ne wek 'Mem' û 'Zîn'
Jîna serbestî, divê me ev jîn
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
(Cigerxwîn, Dîwana 7a, Hêvî)
Şair Cigerxwîn
Bi Ser Çiyan Ketin
Heval megrî çiya herdem
Cihê xweşmêr û şêra ye
Dîwarê serxwebûna kurd
Ji laşê xurtemêra ye
Serfirazî bilind e, lê;
Bi xwîn û kotek û zor e
Bi jêrdeçûne bindestî
Berê kurdan li berjor e
Tenê serbestî eywan e
Bilind û berze bala ye
Tenê şûna serê min, te
Di jorê wê de vala ye
Di kurtan de eger razî
Tu dê xewnên bînî
Kirasê tirs û sawîran
Li xokî tim tu xemgînî
Ji doza xwe venabin
Dixwazin ta wekû saxin
Gelek şerm e ku em sax in
û dijmin hê dinav bax in.
Cigerxwîn
Şair Cigerxwîn
Bilbil û Gul
Bilbilê dilkul dinalî,
Her li ser dêmên gulê,
Gul çi zanî ku li ser kê,
Wer dinalî bilbil e?
Pertewa dêmên sipî
Carek li dil ku ew nedî
Çend bikî qêrîn û zarî
Kî dizanî dil kul e?
Dilgirê wek bilbilê
Herdem bi nalîn û girî
Girtiyê benda evînê
Dil li benda sunbil e.
Dilbijê bê çare çibkî
Bil ji qêrîn û girî
Ê di benda dil revînê
Kî dizanî bê dil e?
Ev xem û derd û elem
Ku min di dil de pir civîn
Tev ji pêt û pertewa
Şaha bi tac û sunbil e
Ew kesê sewdan li ser
Naçî rêza dilgiran
Her çiqasî ew bi gazî
Rengê dengê zengil e
Ger ji dêmên sorgulî
Pertew nedî nêv can û dil
Nakevî nêv bend û dava
Zulfê mest û fulfil e
Ez di benda dilrevayê
Tîr ji birhan têne dil
Lêw me dil herdem bi destê
Nazika reş-kakile
Ew kesê carek diye
Derdê evînê wî bi dil
Jar û sergerdan û meste
Xweş dizanî 'moşkil e'
Pertewa dîdariyê
Ku mêxolî ez kirim
Laleş a min ser li ber
Danî li sîng û paşilê
Bûye çil sal ku cigerxwîn
Bû ji tîrên ebriwan
Lew me dermanê birînê
Lêv û sêvên paxile
Cigerxwîn
Şair Cigerxwîn
Bîranîn
Ey dilo jaro li kûne,
Desht û zozanê dimin?
Kanî ew cejn û sema û
Geşt û seyranê dimin?
Guh bide ber qîr
Û nal û ah û waxanê dimin
Min divê ku nû ciwanbim
Biçme nav bax û rezan
Kanî ev reng nuciwanî?
Kanî bostanê dimin?
Şahî û nûroze îro
Tên semayê kesk û sor
Têne ber çavên me gav û
Çax û dewranê dimin
Keske sorin çox bi surme
Ser bi zêrin cerg û bez
Ka li kûne: dehrî û
Xeftan û mîtanê dimin?
Ah di bîra minde mane
Ew demên şêrîn û xweş
Tevger û lîzên bi lotik
Dengû xoşxwanê dimin
Min di nav bax û rezande
Lot didan bê tirs û pirs
Min gul û nêrgiz didan hev
Ka gulistanê dimin?
Serxweşê dengê bilûra
Wî şiwanê ber zinêr
Kanî îro ew bilûr û
Ew bilûrvanê dimin?
Tev di bin lingên neyaran
Tên pelaxtin yek bi yek
Ew kelat û ew sera û
Birc û eywanê dimin
Ey Cigerxwîn bes bibêje
Pir dirêje ev deram
Maçê lêvê erxewanî
Derd û dermanê dimin.
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Şefaq)
Şair Cigerxwîn
Çavreşa Min
Şêrîn û çavreşa min, gelek delal e dîlber,
Ya Reb çi şox û şeng e, ciwan û rind û nûber.
Narîn û bînxweş û geş, qibla me aşiqan e,
Letîf û zehre-sîma şepal e wek gula zer.
Sîne çi gewr û boz e berdane ser du fincan,
Sed heyf û sed mixabin destê çepel herin ser.
Çen gewher û diran-zêr şekir ji dev dibarî,
Di guh de zerguhar im, gerden belor û mermer.
Çavên nekilkirî, reş xweya ye poz bilind e,
Rû pût û lat û mabût zilfên siyah du ejder.
Weqs û qezeh du ebrû bisk û kezî ji maran,
Runiştî textê Dara taca keyan li ser ser.
Bi Ehreman nizanim, pesnê wê ez çi bêjim,
Pûtxane pû ji bo min, min ser keşî li hember.
Yarê te ez Cegerxwîn, bêdîn kirim, kirim dîn,
Miftî ez im di eşqê, rabe bikuj bi xençer.
Cigerxwîn
Şair Cigerxwîn
Dayê Tu Megrî!
Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurd in
Çira û rewşen li me vemirtin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Xwendin nehiştin li nav me kurdan
Ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan
Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Şêx û began tev em kirne kola
Bê maf û bê cî berdane çola
Dan ser milên me darên dehola
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin
Azadîxwazên cîhan dibînin
Divê ku dijmin bi zor derênin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Va em şiyarbûn, xwende û zana
Me rê tev girtin ji ber nezana
Zû, zû me naskir ev reng dizana
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Dijmin du nifşin: hundur û derve
Hinek di binve, hinek di serve
Kurdên nezan jî tên me bi serde
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Divê ji bo te em rast bibêjin
Bindest û kola tim jîndirêjin
Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Em tev diçin tên, dolab û çerx in
Mebîne ko em ciwan û ferx in
Divê ku dijmin ji nav xwe derxin
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Divêt bi leşker herin zinaran
Konê xwe vegrin li pêş neyaran
Êrîş bikin em bi gullebaran
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Reşa xwe bavêj, dayna cilên xwe
Kelaşînkofê bavêj milên xwe
Xeman em derxin ji nav dilên xwe
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Sûndê dixun em bi pût û late
Heta ku negrin Zab û Ferate
Serbest nekarin em bêne ba te
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Rabe bi hev re em herne şaxan
Derman bikin jin: lash û kelaxan
Ronî bidin xweş rengê çiraxan
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Milên xwe bidne milên me şêran
Di şevreşan bin rengê sitêran
Şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Dayê em xortin xwîna me germ e
Bindest bimênin ji bo me şerm e
Ta kengî dijmin paşa li ser me?
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Îdî me nabên ev reng û ev jîn
Em tev shiyarbûn Ferhad û Şêrîn
Em guh didêrin dengê Cigerxwîn
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Şefaq)
Şair Cigerxwîn
Dengê Pêrîşanê
Lo lo pismamo çima dey nakî?
Serê xwe carek bilind ranakî? !
Leşkerê dijmin li çiyayê jorîn
Weke xweşmêran ji hev bela nakî
Lo lo pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Rustem yan Êzdîn Şêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr û gernas î, dotmam bi gorî
Lo lo pismamo haya tej te bî
Çaroka min reş li serê te bî
Roja lêdanê, mêr be li meydanê
Kuştin tim hebî, reva te nebî
Dotmama te me, min çav kildaye
Dereşa Kawa, bo te hildaye
Rojek lêdanê, rojek razanê
Îro lêdan e roja Kurda ye
Dengê min zîz e, hewar û gazî
Serqot û pêxwas, birçî û tazî
Êrîş e lêxe pismamo lêxe
Şerm û fehêt e îro tu razî
Şalê xerzanî rab eli xwe ke
Li pişta xwe girêde rext û fîşek e
Pismamê min î, dotmama te me
Mij ter kildane çavên belek e
Cigerxwîn
Şair Cigerxwîn
Dîwana Derdê Millet e
Tu arî, yan ji te ar dibarî
Tu derdê millet ê kurd ê xezanî
Nikarin dest bidin te, tev şewatî
Ne wek rengê meyê xoş û ciwanî
Te pêkanîn sitemkar û sitembar
Li xwar her dem dibarî, tê ji banî
Belav bûyî li ser millet me dahev
Bi dijwarî di vir de min tu danî
Divê pesnê sitemkar û sitembar
Bidim ko wan ji bona min tu anî
Belê şayestê pesn û fort û şabaş
Xwedî herdû ne, ê min bes şivanî
Bibûna mey we yaxud rûyê dilber
Li te her kes dinêrî mihribanî
Hezar destên began êrîş dibir te
Li ser masê dibû her şev xuyanî
Bi te serxweş dibûn maldar û xwînxwar
Bi dijmin re dinoşin her zemanî
Begê zana û milletperwerê min
Hero serxoş e, qedrê te çi zanî
Ne tolaz û ne pûştî, ko perên xwe
Li ber lingê te bavêjin pirranî
Tu zanî beg ne şaş e, lê li paş e
Bi dijmin re dilîzî pehlewanî
Dizanî ko dizero lê biderket
Nema fêde dikî jêre giranî
Divê çalak û çapik bighê dijmin
Şiyar bûne li her der xwedyê xanî
Bi rev bazdaye lê pertal bi destan
Li pey wî tim bi hawar û fîxanî
Bi dengê te li wan her kes şiyar bû
Te ew rengê diza zû xweş deranî
Hezar sal e ko ev dêwê mirovxwer
Li ser çavên me danîbûn kitanî
Me tê re ew didîtin rengê insan
Belê îro te ew perde hilanî
Niha her kes bi wan zanî ko Dêwin
Ji dijmin girtine nav û nîşanî
Dikin nakin li wan nayê veşartin
Xelas nabin ji ber millet hesanî
Begê min! xem bi mey nayên revandin..
Li hawîr xem li we derbûne, kanî
Nikarin xweş bikin dil ey gunehkar
Bi maçê lêvê sor û erxewanî
Bibî xwîna dilê kurdên belengaz
Li ser te pevdiçin axa beranî
Dirêjî te dibin destê sitemkar
Bi xwînxwarî dinoşin qehremanî.
Bi talan te dibin bedkar û xwînxwar
Nizanin ko çine zor û ziyanî
Bibî toz û qirêja destê cotkar
Te balêsin bi şaş û axebanî
Te bistênin bi pars û qullebazî
Qe nanêrin li malxo û kebanî
Dizin, mal û hiş û bir tev dizîne
Li ber çavên me bûne Macelanî *
Li ber ava ye, roja xwînxwar û diz
Li me derbûye rojek bê nihanî
Ji wan re goreke pir teng dikolin
Hejar û Bêkes û Hacî û Xanî.
________________________________
*Serdarê Deryavana ê gerrok Macelan
Cigerxwîn
Şair Cigerxwîn
Diyariya Yarê
Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî?
Diyare yar dixwazî min bi yarî
Dixwazim can û dil jê re bişênim
Tenê şerme, hemî derd û hejarî
Dixwazim herdû çavan jê re rêkim
Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî
Divêm jê re ziman û dev bişênim
Ne hêja ne şev û rojan bi zarî
Nizanim ez, çi hêja ye ku rêkim?
Cihan pêk ve bihayê biskê tarî
Serî, naçar e min danî li ber pê
Me go: şah im, tu pêlêke siwarî
Tenê xanim, bi nazî hete ser min
Zivistan e, li min şîn kir biharî
Bi wan lêvên şirîn go: rabe seyda!
Tu serbest î ji min çibkî, dikarî
Ji rê ve ez bezîme pê û destan
Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî
Ji bexçê paxilê çûme du sêvan
Ji bistanê riwan dêmên henarî
Ji lêvên erxewanî min du sed cam
Şeraba hingivînî nû, vexwarî
Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz
Wekî pola helandim ez bi sarî
Me herdû dest li bejnê bûn hemaîl
Bi ber pêlan ketin reşbisk û çarî
Me talan kir ber û bistan bicarek
Kenî û go: bes e rabe Hesarî!
Me go: gorî Cigerxwîn bû divê rê
Bi dest nayê wekî îro tu carî
Cigerxwîn
Şair Cigerxwîn
Em Ji Rê Dernakevin
Em ji rê dernakevin çendan bibênin zilm û zor
Lewleb û çerxa cîhanê, geh li jêrîn geh li jor
Lê bidin, dora we ye ey koledar û zorkeran
Ev pîkol e em ji hawîr we dikin, çavên we kor
Nîvê karker dar bi dest in, êdî her dem kêferat
Va nêzîk bûye dema me, karê dinya tim bi dor
Win li Çîn û rojhilatê meyzekin, xweş meyzekin
Tev di vê rê de dibazin, wek pilingan gore qor
Her çiqa zor e bikin; win me dajon ber bi pêş
Pir nêzîk e sewre rabî, leşgerê Kurdî û sor
Cigerxwîn
Şair Cigerxwîn
Eman Hey Lê
Tu şêrîn î pir ciwan î
Lêv ji sorê erxewan î
Kê bi vî rengî tu anî?
Wer di nav destê min danî
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Şev û rojan
_____________Ez di meylê
Xamekêşan xweş nivîsî
Heyv û roj in lê diîsî
Qelen pir e hezar kîsî
Kes nikarî te ramîsî
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Şev û rojan
_____________Ez di meylê
Zirav bejnê nûzarokê
Kiras kinê li ser çokê
Por şevînê, rûj i rokê
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Şev û rojan
_____________Ez di meylê
Min xwedî kir bi xêzanî
Di dilhişkî, cangiranî
Mal û canê xe l’ser danî
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Şev û rojan
_____________Ez di meylê
Bilind bejnê serwa sehê
Enî rojê ebrû mehê
Neghanê vê remza te hê
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Şev û rojan
_____________Ez di meylê
Gewher çenê şêrîn kenê
Hingiv di nav lêv û çenê
Berfa spî di gerdenê
Naghê kesî bi xwestinê
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Şev û rojan
_____________Ez di meylê
Reştemberî rengê şevê
Ebrû kevan ciwan çivê
Xwîn şêrînê wek hingivê
Rengê gulê lêv û devê
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Şev û rojan
_____________Ez di meylê
Çavên belek çi mêrkuj in
Lêvên di sor çi xwînmij in
Bisk û kezî çi xwînrij in
Dêm û enî pir paqij in
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Şev û rojan
_____________Ez di meylê
Lêv şêrînê dêm şekerê
Carek me dît li ber pirê
Min bi çavan gazî kirê:
Ka ew evîna mey berê?
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Şev û rojan
_____________Ez di meylê
Reyhan kenî gete gulê:
Sêv gihiştin di paxilê
Bisk û kezî reşkakilê
Lêv dermanê derdê dilê
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Şev û rojan
_____________Ez di meylê
Bi qundera kabik teşî
Hat û di ber min ve meşî
Rista min a goşî weşî
Hûna min a qafî xweşî
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Şev û rojan
_____________Ez di meylê
Rista min a jı gewhera
Ronî didî rengê çira
Bira nadî destê bira
Min rêkire ji dosta xwe ra
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Şev û rojan
_____________Ez di meylê
Rabe ser xwe dilovanê!
Em derkevin ji zîndanê
Dest bi destên te hozanê
Da em herin Kurdistanê!
_______Hey lê hey lê
_______Hey lê hey lê…
_____________Şev û rojan
_____________Ez di meylê
Şair Cigerxwîn
Ev Dinya Pir Xweş e
Pir xweş e pir xweş e
Ev dinya pir xweş e
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geş e
Dev likenin sorgul
Ser dihejin sunbil
Xurxur ji avê tê
Hilm û sirra bê tê
Pir xweş e pir xweş e
Ev dinya pir xweş e
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geş e
Destê yar bi destim
Ez serxweş û mestim
Kûpik dev û lêvin
Mêze herdû sêvin
Pala xwe da ser min
Bê fehêt û şermin
Gelek xweşe ev jîn
Em bûne wek Mem û Zîn
Pir xweş e pir xweş e
Ev dinya pir xweş e
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geşe
Em zava û bûk in
Pêwan li me çûk in
Pal dane ser şînî
Kesek me nabîni
Hawir me zennar in
Perde pel û dar in
Guldestê evûnê
Daxwaza vê jînê
Pir xweş e pir xweş e
Ev dinya pir xweş e
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geş e
(…)
(Cegerxwîn, Dîwana 4a, Ronak)
Şair Cigerxwîn
Evîna Dil
Evîna dil, te dil kiriye birîndar
Bihara min, hemî zer bûn gul û dar
Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik
Ketim heştê, ji nû ve bûm evîndar
Diran û çav dil pêk ve şikestin
Û porê min spî bûye bi yek car
Bi her çaran dibî xort û dibî pîr
Ji bona min nema hêja ne her çar
Nezanim ez, digel jînê dibazim
Weke berxê di nav pencên gurê har
Cihan pêk ve di çavê min de xweş bû
Niha, pîr im, di çavên min de bû sar
Şeva reş pej vedane, hate ser min
Ku roja min li ber ava ye, êvar
Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm
Ku pîr bûme, hemî kes bûne neyar
Evîna min wekî hespê çeleng e
Revandim ez, ezê çibkim bi hesar?
Ketim heştê û serjêr bûme deştê
Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar…
Berê rengê pilingan ez bi saw bûm
Ji ber xapan, niha bûme keftar
Bi ber pêlan ketim bê dos û daxwaz
Dinalim ez wekî hirçê birîndar
Ceger-xwîn bes bibêje, pir dirêj e
Bes e Kurdo, ji xew rabe tu hişyar! ...
Cigerxwîn
Şair Cigerxwîn
Ey Felek!
Ey felek, ka ew sera û
Birc û qûnaxê di min?
Ka rez û bostan û dar û
Kanî ew baxê di min?
Çîçek û nêrgiz heriştin
Tev ji bîna sor - gulan
Surperî nayên semayê
Kanî qozaxê di min?
Qeb-qeb û dengê kewan
Nayên li ser lat û çiyan
Kûre - kûre rengê bûman
Nalêya zaxê di min
Ser bi zêr û çox bi surme
Dest li ber, rû nale - nal
Dê bi kê xweş bin di dil de
Ev key û daxê di min?
Bilbilê malik xerab
Herdem bi hewar û girî
Xweş li ser sorgul dinalîn
Bûne ortaxê di min
Qumriyan sed rengê awaz
Wan ji derdê nêrgîzan
Bûm li ser kox û kelat û
Qesr û çardaxê di min
Dijminê zordest û zana
Tev welat girtin bi zor
Erdelan û şehrezûr
Û şax û kurd - daxê di min
Kurdê gernas ku şikandin
Tîp û komên Ingilîz
Ketne bindestê neyaran
Bûne Altaxê di min! ?
Diminê milet di îro
Bûne rêber bo welat
Ên bi xapan em dixwarin
Bûne ocaxê di min! ?
Ma gelo kevneperest im?
Na, ne raste ezbenî!
Lê dixwazim zû şiyarbin
Dost û hevçaxê di min
Ez ciger-xwîn im li ser vê
Paşdemeyina welat
Rengê efyon tên firotin
Rist û ev xaxê di min...
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Şefaq)
Şair Cigerxwîn
Ey Heval Robson!
Ey heval Robson dengbêjê cîhan
Paşmêrê selam zana û insan
Gernas û rênas, dijminê Dalas
Di ser ava re, di ser çiya re
Rengê te ê reş tê ber çavê me
Dengê te ê xweş xweş tê guhê me
Ev xebata te didî me hêrzan
Kêferata te didî me lerzan
Ev tevgera te ji bona insan
Pir jê ditirsin axa û dehqan
Xwedî sermiyan ji te ditirsin
Hemî xanedan ji hev dipirsin
Dibêjin reşik çawa şiyar bûn?
Destê hev girtin li ber me rabûn
Dalas ditirsî weke Mak-Arsî
Di ber piyan çûn pir tac û kursî
Xwedî sermiyan serê xwe hildan
Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin
Ji meydan...
Ey heval Robson!
Ne tenê reşik ketin bin destan
Em jî sipî ne mane perîşan
Reben, belengaz, bindest,çarereş
Birçî û tazî, tev jar û nexweş
Gunhê me çi ye, ne sûc ne sebeb
Ketin bin destan ev Kurd û Ereb
Zencî û Hindî em hemî insan
Kê em hiştine wisa perîşan
Nîzam, nîzam...
Nîzama hovan, ev nîzama xwar
Nîzama faşîst em xistin bin dar
Xwedî sermiyan, dezge koledar
Em kirin bêçar, em kirin bin bar
Kirin tar û mar...
Ey heval Robson,
Derdê min û te, ev derdê giran
Zordestiya ko kete nav cihan
Hin mezin, bilind, dehqan xanedan,
Hin reben bindest mane perîşan
Ji vî derdê me Markis îngilis
Bûne du rêzan, bûne du hozan
Lênîn Sitalîn rê şanî me dan
Pale şiyar bûn xebat û lebat
Roj hilat, roj hilat...
Xelas bû rojhilat
Roja sor, roja zer
Ji Mosko hate der
Tava xwe da Balqan da Elman
Xwe berdaye ser Çîn, Çîn
Çîna mezin, Çîna giran
Şewqa xwe da Hind
Tev dagirt, cihan...
Ey heval Robson,
Karker û rencber, cotar şiyar bûn
Reben perîşan bi hevre rabûn
Bi tang û bi top, diçin şer û ceng
Li her der qîrîn li her der hewar
Li hawîr bû deng
Dixwazin azadî, serbestî wekhevî
Narevin...
Lê dijmin ditirsî, direvî,direvî..
Çi reşik, çi sipî, belengaz bûn heval
Dikujin koledar-xwedî gund, xwedî mal
Berepaş direvin bayloz, xanedan
Malê wan malê wan,
Bû bela serê wan...
Tarîx, tarîx xiste nav sînga wan
Dilê wan, çavê wan,
Ev kelem ev mîz...
Dicivin, dikevin, di şer de direvin
Peykevin peykevin...
Ey heval Robson!
Me divê dinyake ko her kes dewlemend
Dinya bû buhişt çi bajar çi gund
Ji bo her kesî fersend û mecal
Xwenda û zana, hozan û delal
Qesra me bilind, bexçe xweş û rind
Em tev de dilxweş li nav dimeşin
Tilûr diqişin, cobar dixuşin
Çuqlî dihejin, pelik diweşin
Çiya pir bilind, dirêj, girover
Tîrêjê rojê xwe berdane ser
Dinya maye mişt, ji jîn, ji evîn
Xweşî tev dagirt
Her kes, her tişt, her der...
Ey heval Robson
Fermo em herin
Serbest bigerin
Bixun, binerin
Bibênin bipirsin
Zorker nemaye ji kê bitirsin
Sinor nemane çibkin peseport
Dilxweş û rûgeş hemî keç û xort
Li vir xurînî bixun hingivîn
Li Mosko taştê, firavîn li Çîn
Li Newyorkê şîv, li London paşîv
Çi reş çi sipî tev bibin kirîv...
Firek bidin xwe, em herin Merîx
Destê xwe bidin Şêrîn û Zelîx
Zîka riwê te maçkî bimijî
Tîna dilê xwe bi te bikujî
Bêje ezbenî, bêje ezbenî,
Jola dikenî, Zika dikenî...
Dengê te ê xweş herkes dixwazî
Wî dengê şêrîn...
Bêje ey heval, hevalê delal
Bi saz bi qêrîn...
Bimrî koledar, bimrî zordestî
Bijî azadî, bijî serbestî.
Ey heval Robson!
Ev cîhana xweş
Besî teva ye çi sipî çi reş
Divê derbas kin rû biken û geş
Dewlemend serbilind,
Tev bi hev re rind...
Nemênin sêwî, birçî û tazî
Ne kuştin, ne şer, ne qîr, ne gazî
Bi hev re herin tev kar û xebat
Heşt seet, çar seet, du seet
Pir xweş e xebat
Bo milet û welat,
Ko bibin em bi kinc, bi xwarin
Bi xanî, bi ronî, xwenda û siwar
Li ber hev nanerin
Bûn heval, bûne dost, bûne yar
Hovitî nema ye...
Tev xwenda, tev zana, tev şiyar
Ev kevoka selam, pir xweşik pir ciwan
Baweşîn, baweşîn bikî ew li ser me li insan
Pir xweş e ev cîhan
Tev evîn, tev de jîn
Ax... Cegerxwîn
Pir xweş e ev cîhan...
Cigerxwîn
Şair Cigerxwîn
Ey Welat Dûrim Ji Te
Dîsa ji te dûrim welat
Dil ketye gomanên dikûr
Ger dûr û nêzîk bim ji te
Her dem li ser te kûre-kûr
Gava ji te ez dûr dibim
Ne ko ditirsim ez ji şûr
Divên çarekê bikin
Ji ser te rakin pî stûr
Tim dar bi destê dijmin e
Em têne kuştin rengê mûr
Kurên te ser xistin xewê
Lê ez dinalim wek bilûr
Kengî ji xew rabin gelo
Yan kengî em dadin tenûr
Divêm bi ser çiya kevin
Dîsa bikn tev qûre-qûr
Welat çiqas dûrbî ji min
Di dil dibî pertav û nûr
Ne bes Xumênî dijmine
Dijmin pirin, nêzîk û dûr
Wek baz cihê kurd tim çiya
Dijmin di nav xan û qisûr
Dibin piyên tanga de çûn
Kal û jin û bapîr û hûr
Birçî û tazî û reben
Çarox di pê û mil bi tûr
Derd û kulan dil kirye ron
Ta ko Cegerxwîn bûye tûr.
Cigerxwîn
Şair Cigerxwîn
Ez Gelek Tî Me
Ez gelek tî me
Şeraba wan lebên lala
Bi minde ez gelek tî me
Bila xêra te bî cana:
Nizanî ez çi birçî me?
Ji baxê paxil û sîngê
Eger sêvek bidî Seyda
Xurînî pê ku bişkînim
Diçim ser rê ku rêwî me
Eger sênca rez û baxan
Çirand û dest birin sêvan
Dibî lêv herne ser lêvan
Li min megre ku sêwî me
Bi tenha ez li çolê me
Serî goka di holê me
Birîndari m ji wan mijgan
Pêrîşani m çi xwînî me?
Welatperwer bî ey xanim:
Were dest deyne ser canim
Birînê min qemûşk bigrin
Bi jînê pir bi hêvî me
De wer maçek biminde xweş
Li dêm ko bisk bikin şevreş
Ku ayîna te bigrim ez
Ji nûve da bi zanîme?
Bihayê herdû sêvên zer
Li dil xistin te sed xencer
Mebîne qelsemêrim ez
Ji kurdên ser nişîvîme?
Kurê Xesro û Guhderzim
Di vê rêde gelek berzim
Evîndarim ku can û dil
Li ber destê te danîme
Eger ez ser dibim ber pê
Xwedana şal û îşerpê
Dixwazim ku tu pîroz bit
Di vê rê ez çi manî me?
Dema çavên te yên mêrkuj
Dibênim ez dibim wek mij
Peyala şerbeta lêvan
Kirim gawir ku yezdî me
Ji te dûrim te nabînim
Li ser te ez ciger xwînim
Çi bêjim ko nikarim bêm
Di îro ez swêdî me.
Cigerxwîn
Stockholm 26.9.1979