arşev oskan
helbest kê gul çinî
Dema dil
Dem buhirî yar, ji dest me cû ye
Pêlên ji girî ji dil rabûye
Çare ji dest çû roj bûne tarî
Em ketin derya êşa vî barî
Şahî nema tê birînek vebû
Bahoza derdan li ser me rabû
Jîn bûye tarî bê rewşen û nûr
Pêlek ji xeman ji yar kirim dûr
Dem sitemkar e wek dilê bê xwîn
Felek dewran e ez kirme xemgîn
Xem û êş û derd tev azar û jan
Li min tev barîn ji rengê baran
Sorgula çeleng ji dest revandin
Êş û neçarî li dil civandin
Çiqas ew lêkin bar û êş û jan
Evîn pir dibe li dilê ciwan
26-3-1996
Kê gul çinî ?
Hatin destên te bixwazin
Wê çawa herdû çav razin ?
Gava navê te tê gotin
Ji lêvan dertê awaz in
Ev roj li min pir giran e
Dil bê aram û hedan e
Wê te çawa ji dil derkin?
Dilê xemgîn hîn ciwan e
Rûyê te li ber çav wêne ye
Ma qay êş tim para me ye
Çiqas gazinan ez bikim
Zanim ev car bê sûde ye
Çawa ez ê te pîroz kim ?
Yan jî, li kê ez ê doz kim ?
Axînek di dil de min çand
Çawa rûyê demê boz kim ?
Xwezî di çavan de dîlber
Min evîn bixwenda seranser
Zanim evîn bê sînor e
Ji rengê gulên sor û zer
Çima te wilo xwe şêrîn kir
Cegera min tev birîn kir
Navê te rûpela min î
Hiş û raman li ser dîn kir
Sitêra li esmanê min î
Tu hêza derya bê binî
Bi keseran min gul av da
Bi destên xelkê hat çinî
Awir
Yek awir ji çavan da min
Lê sozoek pêre neda min
Dest dirêj kir bo silavê
Çi dest nazdar e rinda min
Dest di nav destan westiyan
Bû polepola hestîyan
Silavek dilsozî da min
Em ketin hêla rastîyan
Tiliya bi hev re da sozê
Bilbil li gul dikî dozê
Xwe diyar kir hêsira çav
Di dil agirê Newrozê
Li ser laşê hêsira min
Pêlawazên kesera min
Tev de fixanên evînê
Diyarî bo dîlbera min.
Xem û jan
Ez hatim jînê min nedî sorgulek
Bo min bû diyar û pel hejandî
Min nedî bilbilek, min nedî awazek
Li ser vê gulê awaz rijandî
Min dî nalînek, kûr kir birînek
Hestê min livand, xemêm civandî
Çi karim bêjim? Li ser wê gêjim
Hertiştî bêjim, mejî revandî
Çeka min e ew, hêsirên bedew
Ji ber şewta dil, bi tîr çikandî
Ez jî mirov im, ne hirç û hov im
Hestê min naz e, te xweş livandî
Gotinek nazdar, awirek bê jahr
Kenînek bê bar, çima tu nadî?.
Şevên buharê
Şevên buharê çi xweş in
Stêrên esmanan geş in
Li ser rêça li ber avê
Dost û yar bi hev re dimeşin
Vedenga awazên çûkan
Qebqeb têne ji kevokan
Xwe li hevdû dicivînin
Bihnê didin ji bîhokan
Cobarên ava zozan e
Herka wê bo me derman e
Dilê dildaran xweş dike
Geş dike rewşa cîhan e
Şevek ji şevên buharê
Dil dixwaze pêjna yarê
Ger em bi şev bêne ba hev
Rewşen dike wê êvarê
Buhar bo kurdan mizgîn e
Hêvî sorgulan diçîne
Bi hêsiran têne avdan
Awaz derdan dilorîne
Tavên buharê gurgur in
Birûsk li hev dizîvirin
Bilbil û gul têne ba hev
Wek evîna keç û kur in
Esman bi qadê re kenî
Min ev sorgul bo te anî
Bi baran û tavên giran
Karwanê bilbilan danî
Buhar e bûka demsalê
Keskerenga ji wê alê
Tu hêviya dilê hemya
Hemû seyran hatin balê
Rengên bûye rewşa gulê
Berbang derbû ji kavilê
Kevanek jîndarî çêkir
Xelat hilgirtî paşilê.
Mêvan im
Ji dûr hatim ketim derî
Yara şêrîn min ew nedî
Ji min kiriye şerm û fedî
Ew nazika bejin zirav
Ketî odê por dişikand
Reşkil li çavan dikêşand
Sorgul li ser lêvan peland
Bi destê wê şûşa gulav
Bi destê naz pencer vebû
Tê de diyar bû dêm û rû
Dil ji singe bazda û çû
Gava awir şikandî çav
Silav bi kenîn daye min
Hatin ber çav gul û sosin
Di nav pêlan de çûme bin
Ez ketim deriya bê delav
Sînga wê berfa Ararat
Berdaye dil êş û şewat
Nemaye bo min yek lebat
Xatir xwest û daye silav
Çima pencer git û çûye
Dil dibêje hîn jî zû ye
Nazdarî ji çi çêbûye
Wê ez berdame av û av.
26.05.1996
Çi bêjim ?
Dikarim çi bêjim, ji te re vê carê ?
Dil daye şopa te, di nêva êvarê
Zanim tu nema tê, ber çavên evîndar
Dil li jînê sar kir, mame bê dost û yar
Piştî sîh sal bûrî, ji nû ve dil dêşî
Li meydana vînê, tu maye serkêşî
Berbanga sibehê, bêranîna te ye
Kulîlka buharê, ji ber bêhna te ye
Li şeva helbestan, tu jêre xweş heyv e
Li ser lêvên dildar, ji bo min xweş peyv e
Pêlên ji pora te, deryake bi hêz e
Sînga fireh doz e, min dike himêz e
Awir çi jîndar in, reşçavên te roj e
Roja te nebînim, cîhan bo min doj e
Pesin ji ber xwe tên, li ser bejna lihev
Gava awair tûj kir, dişkîne lêv û dev
Gazin û peyv û ken, gelek jîr û naz e
Gava çavêm lê ket, dil balendê baz e
Awir hatin sema, dil digre govendê
Kenîn xwe da viyan, li vê rewş û bendê
Şewata dil nema, derman bû ev birîn
Gelo di vê êşê, wek me bûn Mem û Zîn
5.5.1996
Para min e!
Min çandî darek li xakê jînê
Pel tev de weşîn, gul neda bêhnê
Ez mame dilêş li nik evînê
Xwedan çima ev êş para min e?
Te ez dame ber jana birînê
Dûr ketim ji yar soz neda înê
Bahozek rabû ketme sefînê
Xwedan çima ev êş para min e?
Kêfxweş nebûm ez, dil maye xemgîn
Li şûn evînê vebûn sed birîn
Gelo evîndar tev wek min dijîn?
Xwedan çima ev êş para min e?
Hogir bûm gulê, li ser dixwînim
Hêviyan ji nû di dil diçînim
Wek bilbilê jar awazan tînim
Xwedan çima ev êş para min e?
Min sorgul çinî, ku bidme destan
Bo wê diyar kim evan helbestan
Li wê saz kim malû ristan
Xwedan çima ev êş para min e?
Bê pişk û par im, ji van buharan
Ji sorgulên geş, hêviyên dildaran
Ji gotinên naz, ji dost û yaran
Xwedan çima ev êş para min e?
Min gul xwedî kir, bi hêsirên çavan
Min ew lem şîn kir, li rex delavan
Bo min geş nebû ketime davan
Dotmam
Li bendî te ez, ta sibehê mam
Li rûpela xwe min danî dotmam
Dubar bû li min vîyanek dilsoz
Li min bi hêz kir, serma û bahoz
Demam wisa çû, te soz neda min
Di ber ba re çû, west û keda min
Zanim tu hîn jî, bûka demê ye
Awir çi tûj in, derba rimê ye
Gelo çi bêjim ku tu bawer ke
Ta bi serbestî çavên min xew ke
Di dil de nemîn, ew birîna kûr
Bes bête sîngê, destên weke şûr
Rindê
Çima wilo pozbilinî
Zanim tu delal û rindî
Eger tu sozê nedî min
Ez ê bar kim ji vî gundî
Ji te nakim gazin û lav
Awiran neşkîne bi çav
Min nexî hêlana derdan
Avêtim derya bê delav
Min hêz nîne li ber pêlan
Lêv çeleng in rengê şêlan
Rû wekî heyva buharê
Tu rewşa keçên nav êlan
Çav tijî xedeng û tav in
Wekî derya tijî av in
Avjeniya wan bi tirs e
Li ber lingan tijî dav in
Li ser hemiyan kiriye dengîn
Ey werdeka perî rengîn
Sîng buhişta evîna min
Cîhan bi min kiriye şêrîn
Gava çavê min dibîne
Dertê ji dil ax û şîn e
Tînim bîrê Ferhad û Mem
Tên ber çav Zîn û Şêrîn e.
Ferhenga silavê
Ferhengek ji navan tînim li ber çavan
Tev de silavdar in sor in wekî ar in
Tev gul û çiçek in sozê xira nekin
Hemû gulên bêhn in li ber te datînin
Gotinên pir naz in, herkes wan dixwazin
Tev maçên dêman in silavên lêvan in
Zimanê avê me bo te sira bê me
Hemû seyran bo te nav nisrînan tême
Ji bo te sîdan im xortê dilciwan im
Ji bo hêviya dil, ez tenê pêzan im
Zanim çi dibêjim, bawer be ne gêj im
Gotinên bi awaz ji bo te dirêjim
Zimanê çûkan im rengê bîhokan im
Ferhengek bênav im tijî dil û çav im.
Gula gundê me
Gundê me biçûk e, têde gulek heye
Rewşa bejnê bûk e, sînga wê bexçe ye
Hêviya lawa ye, ku bikî silavê
Wek heyva şeva ye, ku ddere ser avê
Bejin gelek naz e, qirik ji mûmê ye
Kenê wê daxwaz e, gelo para kê ye?
Awir çi mêrkuj in, birûska tavê ye
Hêsir jê dirijin, pêlên ji avê ye
Ez pê re axivîm, dil bû çûkê darê
Ceger hatibû dil, wek şêran vê carê
Çend pesnên nazdarî, li ser wê min gotin
Gote min ey lawo, te hemû dil sotin
Ji îro û pêve, tu bilbilê min î
Li ser min bixwîne, te tenê gul çinî
Em bi hev re bûn yek, wek kewên hêlînê
Gund bûye gulistan, me lê dabû bêhnê.
27. 11.1996
Govenda dil
Çavnêrê govenda geş im, şadîmana taxa me ye
Keçan lê girtin semayê, haya me ji kesî tune ye
Herkes bi dosta xwe şad e, ez tenê bê dost û yar im
Dil û hinavê min dêşin, di dil de bizotek ar im
Ji nişkêve yara ciwan, ya ku carkê ez xapandim
Dîsa hatî ber çavên min, ma ne bese ez hejandim
Here ji min dûr bikeve, ji ber çav xwe bid hêlê
Tu bûye mara xapînok, dîn kirim berdame êlê
Tu bê hest û ne dilsoz î, birînê cardî nû neke
Here bîne bîra xwe lê, ferhenga dilê min veke
Çiqas hêvî û dilsozî, bi salan min dane serhev
Te tev de tarûmar kirin, rohnî li wan kiriye şev
Nema didim ez pesnê te, nema hêsiran dibarînim
Wek te hene bi hezaran, bi dilşadî wan dibînim
Gula ku bê li ber pozan, Diçelmise nadî bêhnê
Govenda dil xira neke, Sozê nadim te şêrînê
28.11.1996
Sitêr
Di tarîka şeva reş de, sitêrek geş li min hilat
Ji wê rojêd dil disojim , dilê ku mabû bê lebat
Nema karim ez bême der, ji tora vê sitêra geş
Tavî êş û jana giran, jiyan bi min kiriye xweş
Geh dil dikî hêlîn û war, ku paldim lê bi serbestî
Geh tîrêjan davêje dil, bi dilkîn û rûşikestî
Geh sozê didî bêm cejnê, jîna dijwa xwe nadî dest
Ger rûgeşê neyê ba min, ji seyranan dil dibî mest
Ji ber ew e mûma şevê, rohnî didî çîroka min
Eger hîn jî ez kêm didêm, bo azadîyê roka min
Eger kenên ji lêvan tên, gul û çîçek dibişkivin
Eger didî jê ramîsan, derman in ew ji hingivin
Gazin ji çav gava didî, min dikî dilmest û bêcan
Kulîlk tev de dadiweşin, êşa evînê kir giran
Sitêr giran neke êşê, dijwar neke tîran ji çav
Li dûriyê bê hedanim, nêzik be tu her dem û gav.
Por hêlîn e
Bejin ji hora havînê, dil hêlîne bo evînê
Şagirtim ez di pesnê de, tu ye serkêşa civînê
Por di ava zêr hildaye, tîr ji evînê jar daye
Bêm seyrana du zendên te, dil gulîstanek avdaye
Bijan ji te tîr dirijin, li dil didin min dikujin
Dimînim kuştîyê horê, ew çavên te çi xwînrijin
Gava silav ji lêvan da, tevger li heyva şevan da
Stêr tev de tên semayê, Roj bû penca xwe li min bada
Por hêlîna dilê Arşev, lêv şêrîn in dibêjin hev
Înî cihê palda min e, dêm sorgul in pir naz li hev
çav gava dibînî bejnê, dil û hinav diçin cejnê
Bûye armanc porzera min, pir şad dibim bêhn û pêjnê
Lêv sorgulên Amedî ne, qet ramûsan lê nedîne
Serê ebrûyan çi têr in, li dest siwarê Sehedî ne
Kezî zer in wekî mar in, awir ji çavan çi har in
Bejna bilind min tîne xwar, xwene dêmên te hinar in
Peyvên te gelek bi naz in, tije hêvî û niyaz in
Awazên wan dighêjn dil, ji min dikin gelek gaz in
Ku nebînim wê yek rojê, dikevim ez nêva dojê
Hedan ji min diqurmiçin, jiyan reş e ji wê rojê
Destên xwe bide min yarê, da kulîlk bavêjin darê
Wekî bilbil bikim fixan, Tuye binefşa buharê.
27-05-1995
Soz
Soza xwe xirab neke, rinda warê evînê
Dilên haran geş neke, bi yek dîn û kenînê
Gava ku tême ba te, cîhan bi min buhişt e
Bi çûna te dîlberê, kovan di dil de mişte
Dahînanên min hemî, li ser pesna te saz e
Gava ku didî sozê, ji dev dertê awaz e
Wekî mûm û çira ye, li govenda van yaran
Li gund û bajarên me, şênahiya van waran
Bûka welatê me ye, pir bi xeml û bi xêz e
Bi yek awir û dîne, gotinan diguhêze
Dişînim ez awazan, di nava saz û ristan
Ger dîwar bên hilanîn, wê doz têkeve destan.
7. 6. 1995
Sazbend
Sazbendê awaz û deng in, wekî bilbil perîreng in
Destxoşiya wan giring in, li ser rêça evîna me
Hinek bilind û navdar in, hinek bilbil û bêwar in
Ji wa dil mest û bêkar in, ev e bi xwe birîna me
Şivan Perwer mîrê deng e, şapik li bejnê çeleng e
Şoreşvan û şîretkir e, pir şad dike civîna me
Bilbilekî xemgîn heye, Li ser gulê dilorîne
Bi navê Mihemedê Şexo, avê didî sorgula me
Serok û navbilind e ew, Tahsîn Taha sazrind e lew
Destarê xwe negerand û, bêwar kiriye hêlîna me
Bo folklor dibistan e, Arifê şax û zozan e
Destxweşê tembûra çeleng, li ser xezalrevîna me
Gelo kî ye Feqê Teyran, xwedanê mûzîka ciwan
Dilê min kirye wek pereng, li ser derd û axîna me
Gulistan û hem Şahrîban, Meryemxan û Eyşana kurd
Hemû xwişkên dilbirîn in, li ser êşa birîna me
Birayê Aramê ermen, li rûpelê kiriye rewşen
Dilê kurdan jê raziye, rûgeş kiriye nûjîna me
Şakir û Gabar û Delîl, Salih û hemû komên me
Tev de destxweşê huner in, her pêş ve ev dilvîna me.
Pirs
Li min bipirse berî bimirim, baskê min nine ku ez bifirim
Çav li rêya te bi salan maye, dilovan im ez ne ji kevir im
Xanî li min bû kavilê dilsar, dûriya te ez kirme xembar
Çima geş nakî hêlîna evîn, buhara dil te hiştiye beyar
Li jîna min tu gelek giring e, bê te tu zanî awaz bêdeng e
Xemkêş in hemû dar û berên min, gul naçilmise li ser pereng e
Bo te dixwînim saz û helbestan, sorgulek narîn didim wan destan
Wekî bilbilê diljar û hejar, rêz dikim fîxan awaz û ristan
Têl tev şewitîn ji ber kulên min, xweş nekir carek te ev dilê min
Te nepirsî qet kiye ev bilbil, basik şikiyan li ser kavilên min
De were dilo em bi hev şad bin, birênên li dil bila ziwa bin
Destê hev bigrin herin seyranan, bila evîndar tev de wisa bin.
1995.
Gulistan
Derdekî kûr û dijwar, xwe berdaye dilên me
Reşqiralkê vê jînê, xwe spartin gulên me
Dildar û vîndara min, bû hevala van êşan
Wê jî wek min dîtiye, rewşa nêva gulistan
Êş û derdan em rêkin, rûpel biçûk û teng e
Sosin û çîçek û gul, maye bê rewş û reng e
Ger ji dil tev de rabin, rastî wê bête meydan
Hemû hêzên bawerî, bo te dibin rêç û şan
Li doza miletên dî, zanyar û çav li jor in
Ji bo rêz û parastin, mixabin bo xwe kor in
Bila şalûl û bilbil, rêzkin rist û awazan
Rûkeş bikin sorgulan, ta bikene gulistan.
Keça min
Ev çi şerm û fehêt e, li dil te daye pêt e
Kengî xweşî tê bê te, tu gelek pê dizanî
Erê Xeca çîrokê, rûgeşa rengê rokê
Xecxecoka Duhokê, ji min nabe biyanî
Hevala pensa min î, armanc û doza min î
Evîneke bêdawî, birdaye dilê Xanî
Çav deryake pîroz e, kenîn ji lêvan doz e
Wekî cejn û Newroz e, kal kirim bi ciwanî
Eger tu neyê destan, xweşî nakeve ristan
Pênûs nadî helbestan, rûmest û dil êşanî
Gava tu bête dozê, em tev didin vê sozê
Rûgeş bikin Newrozê, bi kêf û şadûmanî
1995
Welat
Gelek jîr im di pesnên te ey welat
Dost û heval li ser te dikin civat
Dijminê te ji karê gel bi tirs e
Çav şiyar in, bindest kirine pût û lat
Zinar û dar dikin doza felatê
Himêz dikin rûbarê me civatê
xwîna şehîd tovê jînê av dide
dilê bindest dixî hêz û lebatê
Weha karim bibêjim sirûda gel
Bihejînim sînga çeleng dest û mil
Pêre armanc agirê xwe gur dike
Sînorê welatê me çav daye kil
Gelek xweş e serxwebûn û azadî
Milet bijîn li ser qadê bi şadî
Bên girêdan dilê birîn hêsir
Wê hilînin heyfa Seid û Qazî
Bêrîvan
Delal û şêrîna minî, sedema birîna min î
Destê evînê daye min, ji bo min kulîlkek çinî
Hestê min ser te hozan e, awir wek tîr û kevan e
Vexum ji kanîya vînê, Ev keser bo min derman e
Derya jo ber wan çavan ne, keserên te sura ba ne
Kembera rengîn li navê, Rû hevya nîvê şevan ne
Pêşmala te ji cewher e, kitana te ji mermer e
Tu keça miletê kurd e, paç û kiras sor û zere
Bêrîvan keçek ciwan e, bejin zirav û rîhan e
Pespora awaz û deng e, dil û hinavêm hêran e
Çi bêrîvan û pezdoş e, xizêm û guhar bi rewş e
Gerden û pêşînîya wê, rewşa jîyanê dinoşe
Gava ew xatir dixwazî, dil û ceger dikin gazî
Bi nazdarî wê daye rê, dilê min li dûv dibazî
Awazên deng
Dotin gelek naz in, tev saz û awaz in
Sorpaçê ser milan, perê teyrê baz in
Tu gelek pêzane, evîna te jan e
Xeml û xêza bejnê, kevoka zozan e
Destêm ji te nabe, roj çûye ber ava
Buhara bejna te mirov dixe dava
Pesnan çiqas bêjim, ez mafê te nadim
Ji ber tu sorgulî zenda li te badim
Ez ketme delavê evîna mêrkujî
Dil bûye wek camê tu va têde dijî
Sînorê çavên te reş kilê sibhanî
Bela vê evînê bi ser min de anî
Tu di nava mejî de raman li xwe pêça
Ji biram tu naçe ta di xwen û rêça.
20. 1 . 1996
Gulistana dil
Bo te min dil kir gulistan, wer seyranê perenga min
Tije sorgul û nesrîn in, bêhnê didin te henga min
Min got dil tije sorgul in, mane li hêviya bilbilan
Bê awaz gul nadin bêhnê, dernaxe êşan û kulan
Binefş û sosin geş dibin, bi sazên bilbil û çeman
Gulistanê dixemlînin, xweş zer dibin li ser leman
Hêlîna şalûlê dilêş, ev dilê xemgîn û nazdar
Gava tu bête hêlînê, dil dide bêhnê bi diyar
Çiqas bi evîn e ev dil, evîn têde ne wek do ye
Rehên bengîn xwe dipêçin, bo evîndaran şano ye
Gelek pereng hatin sema, buhara dil xemilandin
Ew jî wek min evîndar in, gul û derdên min revandin
Kulîlk tev de dibişkivin, bilbil li ser wan dicivin
Ew lêvên gulan dinoşin, derman in ew ji hinguvin
Razîme ez ji vê rewşê, baxên rengîn didim destan
Diyar dikim bo te dostê, evan çend malên helbestan
Awazên xwe ji dil têne, bi hêz hestan dilivînin
Mirov dixin şop hêviyan, sazên zêrîn diçêrînin
Gava xedengan davê dil, dil haware jana xedeng
Were vê êşê derman ke, bi gazîme ez va didim deng
Govenda jînê
Ketim govenda vê jînê, bi serbesî min mil liba kir
Ev govend maye mest û jar, kesek bi xwe re şad nekir
Herdem bi gazin û lom in, keç û kurên vê semayê
Ne tu govend û dîlan e, hemû ji ber ketin tayê
Govend dive bi awaz be, da tevger xwe bidî pecan
Devê bilûrvan pir sist e, neket dilê me şadîman
Heryek bi awakî dive, milên xwe pêre bihejîne
Sergovend ne reqisvan be, derd û êşan dicivîne
Çavên xortan li keçan e, da dil şad bin bi govendê
Gava evîndar dighên hev, rewşen didin mîna findê
Govenda xwe ciwan dikin, dîlanek nû tînin sazê
Bi rewş û xemla xwe govend, xweştir dibe ji wê dansê
Jiyan govenda mirovan, her perçak mil dilivîne
Çavdêrên milên hev in tev, ew dîmen wan dicivîne
Hinek milsist û bêcan in, çend canbaz û ciwan in
Hinek dilkul û bi xwînin, çendek bêdil û zuhan in
Rengîne rewşa govendê, kirasê bejna van yaran
Tev kesk û sor û hin zer in, qadê dikin wek buharan
Çavên belek pir bi rewş in, lêvên sorgul hev dinoşin
Birû kevan û çavên şîn, li kêferatê bi coş in
Ev rewşa govenda me ye, bi kurtî ez tînim ziman
Dibe ku rast û hem çewt be, da berdewam be ev jiyan.
1. 3. 1996
Biryar
Ji bo te hemiya da soz û biryar
Ji dilê şewat pesin dane yar
Ew yara şêrîn welatê nûjen
Sitêr û perwîn tev bûne rûken
Xemên min hezar dil kirine birîn
Zora sitemkar ez kirime xemgîn
Agirê ji dil ronî da dozê
Hiştî hemû kurd lê bidin sozê
Dîsa silavan ez ê birê kim
Neqşek pir çeleng li namê xêz kim
Rûpel tije ye tev êş û nalîn
Ji dil bixwînin, ronahiya jîn
Biryara min tim sûnda bi te ye
Ev çavê bedew yek şûrê te ye
Tîrên ji awir hatin dilê jar
Wek cenga gawir lê dibare ar.
Şoreş
Dengek hat ji dûr, awazên bilûr
Deng daye demê dil kiriye tenûr
Ji rengê bahoz xemiland Newroz
Silavek ciwan em kirine dilsoz
Raman civandin çîrok westandin
Destên bê rûmet dîrok qetandin
Giring e ev rol beyar maye çol
Di nav lingan de em bûne futbol
Şewitî ev dil dawaz daye gul
Divêm dilanek bihejînim mil
Kiras xwe qetand vine xwe civand
Ji çavên bi kîn yek awir firand
Ew zendên bi hêz em kirine himêz
Dicivîne gel em kirine yek rêz
Rêza me hebûn doza serxwebûn
Armanca pêşîn her derî vebûn
Deriyê zanînê anîm civînê
Ez li te welat bûm Memê Zînê
Ji dilkî birîn min kiriye qîrên
Gazî hate min ava bû hêlîn
Rabûn ser piyan bê tirs û guman
Xwe kirine agir şewq da çira wan
Kulîlkên bi bêhn dane ev mizgîn
Bişkivîne tev sorgul û nesrîn
Buhar tev geş bû dilê me xweş bû
Kevok tev firîn ew dem rûreş bû
Xwişîn ket avê dîlber da navê
Bilbilê dilêş lê da silavê
Sorgula narîn ji lêv da kenîn
Pênûsa Arşev li we da mizgîn
Şaxên dara jîn bi hêz va hejîn
Ji bo serxwebûn derman bû birîn
Ew bindestî çû hat jiyanek nû
Gel kiriye sema geş bûn dem û rû.
22.3. 1996
Rola te
Rola te giring e
Ala te sê reng e
Rûkê te çeleng e
Hatime serdanê
Buharek rengîn e
Sorgulek bi bêhn e
Serkêşa evîn e
Li dil bû mêvanê
Lêva te li ken e
Gelo wek te hene?
Sîng bax û bexçe ne
Sînora hedanê
Sînga te buhişt e
Tev zinar û deşt e
Li dil daye xişt e
Ket giyan û canê
Awirên te şûr in
Diran gelek hûr in
Tev rewşen û nûr in
Sitêra esmanê
Rewşa hebûna min
Damara xûna min
Armanca çûna min
Bûka vê cîhanê
Navê te biryar e
Pêla te dijwar e
Rista min diyar e
Xemla Kursitanê.
Kulîlkên biçûk
Bi soz im ez ê we avdim, ey kulîlkên dilovan
Bo we şaxê dilan radim ,diyar bikim we raman
Di nêva şaxên çîyan de , bi hev re da em herin
Çavnêrê gul û van gîha, li doza xwe bigerin
Da em tev de bixwînin zanîna rûpelên jîn
Dermanekî bibînin, pir kûr bûye ev birîn
Şîreta min ji bo we, bigrin vê reç û şopê
Destan bi hêz xwedî kin, da hilgire wê topê .. !
Hûnin xwediyê dîrokê, bê we welat bindestî
Guh nedin tiştên derew, bavêjin êlperestî
Rastî rûmeta we ye, pê dighêjin miradan
Xwarî mirina we ye, hûn nabin xwediyê qadan
Ji hev hez bikin tev de, yak dil we dicivîne
Wek çûke li ser şaxê welatê we hêlîn e
Paşerojan bigirin, bêjin sirûda jînê
Aştîxwaz û dilsoz bin, da gul vede vê bêhnê
Ger hûn gulan av nedin, rewşa welat wêran e
Ger hûn serbixwe bijîn, jiyan tev de dîlan e
Hûn in zîrek û zana, hûn Newroz û dîrok in
Hûn in Kawa û Mezlûm hûn top û hem firok in
Hûn çîrok in bîhok in, Bêkeş û Cegerxwîn in
Hûn şalûl û bilbil in li ser gulan dixwînin
Zanîn we giyan e, berdidî laşê mirî
Ger ev rol neyê destan, karê we qîr û girî
Di çavan de dibînim, ew hêviya neçarî
De ka destên we tev de, em geş bikin vî warî .
10.2.1996
Rênasî
Şop û rêça te va girtin, ey serkêşê têkoşîn
Çi şop û rêçek zelal e, armanc bû ala rengîn
Te êş û derd tev derman kir, ey dektorê dil û can
Van rûpelên me te parast, derman kir êş û birîn …
Ne rojkê te xwest raweste, di vê rêça jîndarî
Te xwestî ev ê gula geş, bighîne rûbarên jîn ....
Nalîn û omîd çi kûr bûn, ji rengê derya mezin
Tev de pêl û bê delav in, tijî raman û mizgîn ...
Te da şopa Şex Seîd û Qazî Mihemedê dilşêr
Serkêş û him rê dinase çi dîlawerkî bengîn....
Dilmezin û çiqas pak bû, tev de evîna durist
Partîzan û candefa bû, serkêşê civata jîn ..
Bejina xebata te geşbû, gihîştî ezmanê jor
Hemû kurd çavnêrê bejinê, hemû hest bo te livîn ..
Bûye biryara jîndarî, hemû kes bûne sozdar
Ku vê alê di dest hilde, bavêj dîroka zêrîn ....
Rûpela te çi çeleng e, tev de bûyerên dîrok
Wek kaniya li nav deştê, av dide xaka şêrîn
Rewşen dide mîna findê, li ewrê tarî û reş
Diqewrîne şeva tarî, tazî maye har û dîn
Em hemî xweş vê dinasin, di mejî de diçînin
Bîranînên hezar salan, li dil veda şaxên xwîn
Hela çarek çav bidêre, li hozan û lêkolîn
Tev de bexçe û sorgul in, Arşev jê distîne bêhn.
24. 3. 1996
Zîlan
Geliyê Zîlan ey Zîlan, bo navê te lerizîn
Damar û mejiyê neyaran, di wê jê tevizîn
Dost û heval û hogirên te, vane li dozê bezîn
Xweş dizanim ew xwîna pak, bêhnê didî sorgulan
Li pêş rêça tekoşînê, pêdixe mûm û çiran
Ala rûmeta me kurdan, kete wan destên ciwan
Pir bilind bû bi canê pak, şadî ketiye jiyan
Xwişên Leyla û Zîlanê, ketin rêşopa Doxan
Sed aferîn ey Ronahî, te ronahî da welat
Bi agirê bejna ciwan, te rewşen kiriye xelat
Ji ber hêza cegera we, bilind bûn çiya û lat
Dîrok bi we serfiraz e, çavên li xew bişkivîn
Rewşen û Ronahî hatin, hestên me pêre livîn
Ew agirê li laşîn we silav didin li civîn
Mirov li we mat dimîne, we bejna xwe kiriye roj
Dijmin xistin taya giran, sera li kiriye wek doj
Ji ber ku evîn kete dil, pêre hinavê min disoj
Arêşenên min bilind bûn, we li şevê rohnî dan
Sawîr û gumanên min nema, çimkî we canê xwe dan
Hewar û nalîna gelê min, va gihiştin serhedan
Zîlan û Leyla pakrewan, xak ji bo me çandîye
Şoreşa ku em li pey ne, berdaye dil şadî ye
Ji bo jiyanek bi rûmet, êdî ew roj hatiye
Zînê
Nema ez tême ba te, li min megre yarê
Em hatin xapandin, li nêva êvarê
Heger çiqas dûr bî, tê bimîne ya dil
Tê li gulistanê, bibişkive wek gul
Çav li riya te ye, li cejn û seyranan
Nîgarê te tê min, her şev û razanan
Li hemû buharan, pelan dipelînim
Li hewşa sorgulan, rengê te dibînim
Tu binefş û gul î, li ser te dixwînim
Cîhan dibe buhişt dema te dibînim
Evîn çi dijwar e, wekî camê ye ev dil
Bi gotina na re, tu dil dikî kavil
Belê yara şêrîn, vîna te xweş bêhn e
Bendewarê çav im, awirên te mizgîn e.
Pêta dil
Keç: Ez poşman im ji vî karî
Wer min derke ji vî arî
Roj û rewşen bûne tarî
Kuro êdî ji xew rabe
Kur: Sed lav û sed gazindar im
Ger tu mestî wekî ar im
Li gotina te guhdar im
Dil bi pêl ewekî Zab e
Keç: Herdem mûm û finda te me
Li govendan rinda te me
Vaye çend sal li benda te me
Bi dîdara min tê şad be
Kur: Dilsoz imez bi van şoran
Sûndê dixum bi lat û goran
Derman didim wek textoran
Tê ta bi kengî weha be
Keç: Mixabin ez dil bi kul im
Li ber bêhna te wek gul im
Nazdar im ez tim bi dil im
Dil amade bi cewab e
Kur: Axîn, keser ne tu kar e
Dil disojim rengê ar e
Dil bê gul û jiyan sar e
Bi rastî ev dûrî nabe
Keç: Mêvan im ez li vîna te
Pir xweşbîn im li dîna te
Li çîrokê bûm Zîna te
Bi hêvî me tê guhdar be
Kur: Ser ser û çavan mêvanê
De ka destê te ciwanê
Em ê herin Kurdistanê
Bila awaz dengê ba be.
27. 2. 1995
Got û bêj
Kur : Silavên min li te xwişkê
Ji dilkî xwîn û birîndar
Li cîhanê bêpar û pişkê
Li te nayê ev rewşa sar
Keç: Tu şaş e ey xortê ciwan
Ez dilgeş im li vê jînê
Min mal li xwe kiriye zindan
Ez bûme kunda kulînê
Kur: Çima tu vê dibêje min?
Gelo zindan bi te xweş e ?
Bese êdî bibêje min
Bê azadî tu dilgeş e
Keç : Erê bira tu nizane
Kî ye yê ez girêdame
Li ber çavên te diyar e
Sitemkar bav û diya me
Kur : De ka destê min bigire
Em derkevin ji vî warî
Ji vê axê dest bigerin
Ta ronî bibe ev tarî
Keç : Ez û tu ger bêne kuştin
Armanca me bicih nayê
Ji gunehan nayên şuştin
Dibin çîrok li dunyayê
Kur : Ji min re tu gelek jîr e
Serbilind e rengê şahan
Ji xwînxwarê xwe re kor e
Loman tu jî maye weha
Keç : Zimandirêj û pir jêr im
Dest danîne ser devê min
Li doza xwe herdem mîr im
Dame kuştin mirovên min
Kur: Bi xatirê te lê canê
Bibûre ez gunehkar im
Te hejand dil û giyanê
Bi mirovên te nikarim
Keç: Pir baş e ku tu vê naske
Belkî keça xwe xelaske
Yan serî xûzke û xwarke
Yan jî ji vî warî barke .
1995.
Silava dil
Silav li dîlbera vînê, dil bir û dame evînê
Bi wê re jîn tev şahî ye, awir tûj in ji vê kînê
Carek dilovan bî xanim, bi van êşan ez nizarim
Min nedî sitema çavan, ax û nalîn ji ber wan im
Ez awaz ji êşa min in, jîn û xweşî bo min çin in?
Ger te nebînim yek rojê, hêvî di dil de pir kin in
Ger tu neyê gulistanê, bê rewş e sorgula hanê
Bilbil evîndarê gulê, ez tême sotin bo canê
1995
Destan bide
Xabûr ji ber çavên te ye
Bilûr ji ber lavên te ye
Çiya û zozan nabê te ye
Silav ji lêvan şêrîn e
Buhar li bejnê hîn kêm e
Kulîlk çav û lêv û dêm e
Diran libê birncê ne
Bişkivîn lêv li min jîn e
Ne kînek te da carek
Li vînê nakî yek karek
Çima neçand bo min darek
Gula te bê rewş û hên e
Bi te re seyran pir xweş e
Rewşa çiyan bi me geş e
Rengîn dibî nema reş e
Qet nema dil dinalîne
Çima nema tê civînê
Bi dest xerab kir hêlînê
Axîn ji êşa birînê.
1995.
Evîn
Erê evîn çima nayê? Te ez xistim nêva tayê
Were ba min gunehkarê, xistm vê tor û belayê
Ger ji min dûr be Evînê, gul nema didî vê hêhnê
Cîhan bo min zindan û gor, xanî wek kozik û pînê
Gava Evîn tê li ba min, rewşen dibî civata min
Simbil û gul tên semayê, tevger dide lebata min
Soza te armanca min e, kenîn bi xwe taca min e
Helbest ji ber xwe ve saz tê, înî roj û burca min e
Gava ji dil didiî sozê, şad dike cejn û Newrozê
Evîndar têne govendê, têne şuştin ji bahozê.
1995
Şêrîn
Şêrîn hate govendê pêr saz dibe ev dîlan
Silav daye bi çavan çi çav nerm in dilovan
Silavên te gihane wek dermanê birînê
Lêvên sorgul çeleng in sor in ji rengê xwînê
Şêrîn ji te dipirsim çima bersiv tu nadî ?
Nemeyekê bişînî bese dunyê li min badî
Heger tu mest û gêje be, arê dilê min gûr e
Li dil û hinavê min, bêdengiya te şûr e
Destan bide şêrînê, da em herin seyranê
Bibin wek Mem û Zînê, geş bikin vê jiyanê.
1995
Disojim dil
Disojim dil ji kerba vê dûriyê
Bi jan û şewt li vî warî dinalim
Ji ber çav naçe ew xeml û xêza te
Dil û can rengcilmisî rengê kal im
Hêvî ji dil vê civanê nû dike
Li min bû şêrîn û Zîna Cezîrî
Wekê Memê di zindanê dinalim
Pesnan didim wekî Eliyê Herîrî
Silavên min di ser lêvan dibûrin
Wekî pêlên ji hêza derya Wanê
Mîna awir ji çavên evîndaran
Rengê bahozan ji helbesta Xanî
Jîn bê armanc û hêvî bê giyan e
Avîn ar e dilê mirov dike xwîn
Ji ber wê ez ketim taya giran e
Ji dil dertê firyad û qîr û axîn.
1995
Mîra evînê
Tu ye mîra evîna min, bi te saz tê civîna min
Giran neke axîna min, ji ber tu gelekî rind î
Awirên çavên te şûr in, gotinên te gelek kûr in
Ronahî tev li ber hûr in, xwene tu ye mûm û find î?
Min divê ez wê binasim, li bejna wê şûr û das im
Ji şeraba wê re kas im, tu keça bajêr û gund î
Bejin bilind eji horê, xortan civîn dane dorê
Xwe nadî destê bi zorê, evîna te bi êş û derd î
Gelo heye careke dî, hez bikim ez yareke dî
Avê bidim dareke dî, piştî çavên te ku min dî
Awazên min li ser saz in, tije hêvî û niyaz in
Arşev bi wan dike gazin, şevên dirêj mam li bendî
25. 4. 1995
Deriya evînê
Deriya evînê pêl veda, hevala her xemên min î
Ji lêvan kenînek neda, qeyik ji pêlan çû binî
Reh û kokên te çi kûr in, xwe berdane nêva mejî
Raman di cendê dibûrin, bi awiran min dikujî
Bo te xembar û dilsoz im, rewşê didim wê şeva te
Bo ez cejn û Newroz im, li ziman e helbesta te
Min kiriye qesr û sera were rûnê bi serbestî
Li dil vêxe mûm û çira, ji şerman rû tim şikestî
1995.
Pesnên derwîn
Te serê min gêj kir, ji pesnên derwîn
Bo te ez nabim yar, ez dil nakim hêlîn
Por ji zîv û zêr im, ez keça bajêr im
Bo tebim armanc, keça baz û şêr im
Naxim dil êşana, dest nadim mêvana
Ez xwe tucar nakim, çîrok zimana
Qirik ji mûmê me, xewna kesên çê me
Here min tu navê, berfa li ber bê me
Ji te bawer nakim, tu çi dibêje bêje
Arşevê dilciwan li ser min va gêj e.
1995
Berbang
Kirasê li bejnê, ji rengê şeva reş e
Stêrên evînê di nav de dimeşe
Ji xwe dilsar neke, mîna perçê qeş e
Gelo dilê te yar ji kevir û pola
Ez kirme dîn û har, berdame van çola
Bê hêvî û armanc dor ketim ji rola
Bes xwe giran bike, şêrîn gunehkarê
Ez mame mest û jar li bin siya darê
Dil bo te westiya geş bike vê carê
Kenîn ji lêvîn te, berbanga Arşev e
Şêrîn û pir xweş e, bijan ku dilive
Lêvên te dikenin sorgul dibişkive.
1995
Azadî
Keko bila azadî li me bibe doz û kar
Rewşen têkev warê me, nemînin bê pişk û par
Ji zimanê xwe yî şêrîn bidin peyman û sozê
Avê bidin gulên xwe, fireh bikin vê kozê
Belê doz xweş rûmet e, dîrok diparêze nav
Li derya jîna mirov, çi kûr û nizm be delav
Rûpela pak û zêrîn xwedanê xwe tîne rê
Xem û xêza çelengî, didî tenişta pirê
Kesê bike doza xwe, maf nakeve jibîrbûn
Wê azad û serbest be, jêre xweş tê serxwebûn.
1995
Seyran
Çûme seyrana nav gulan, min dît yarek çavbelek
Hogirî vîna wê bûme, çi bikim xayîn bû felek
Evîn bi awirên çavan, me bi hev re guheztin
Di jînê de wek du kewan, ji dil me hev dixwestin
Gazin û lomên wê pir bûn, çima hergav nayêm bal
Digot qurban ger nebînim, kêlîk li min dibin sal
Mixabin em ji hev dûr bûn, evîn di dil de bûye dax
Çîroka me di jînê de, bûye dîrok da çax û bax.
1995
Yara xemgîn
Dikim çend gotinan bêjim, ji bo yara dilxemgîn
Çiman tu mest û bêzar e, jiyan pir xweş û şêrîn
Zemîn ji bo me hatîye, ku em li ser bibin yar
Giyanê me bighêje hev, bo me buhişt be ev war
Saz û helbest û awazan, rûpel bikim dil û can
Pesnan bo te diparêzim, herdem di dil de mêvan
Destan bide da em herin, seyran xweş e li ber avê
Bibêjim saz û awazan, li gul bidim silavê
Xemgîn nebe bi hêvî me, yara dilsoz û bedew
Serî bi min re bihejîne, bo helbestê bêje tew.
1995
Dûrketin
Dûrî dijwar e, bi şewt û ar e
Min ne sorgulek jîn bê buhar e
Xweş tînim bîrê govend û seyran
Min di vê rewşê qet nîne hedan
Ji bîr nakim ez bîranîna te
Ka ew razana li ber bêhna te
Keser û axîn ji dil têne der
Te xweş çandiye di dil de keder
Çi qonax dûr be min dil hêlîn e
Min dûrî navê erzane jîn e
Bi min şêrîn kir yara evîndar
Dûrî dijwar e ez kirme xembar
De ka were em bi hev re rûnin
Kul û derdên xwe li hev bihûnin.
29. 6. 1994
Gulistan
Ey bilbilê torê were, gulistan va amade ye
Bi rist û awazên ciwan, ji zû ve ew li bendî te ye
Rêşopa Cegerxwîn e ew, bilbilê şax û zinaran
Ger tu bigre evê şopê, poşman nebe ji van karan
Li ser şax û gulên wê em, divê bi dilşadî bangkin
Bila xweşbêhnê vejîne, dilê civata me şadkin
Rohnî dide dîroka me, li şopê wek mûm û çira
Bi hêz dibe bi xama me, fermo bikin xwişk û bira
Hebûn ew e ziman û tor, dîrok û çîrokên bavan
Gotin û peyv û zar û şor, mirov dighîne delavan
Delavê kurd nayê qamê, ey xwendekar û bendewar
Pir rohnî ye mîna çira, we li pêlan dikî siwar
Hêvî ew e jîn û hebûn, zanîn û bawerî û nav
Rêça gulistan pêşveçûn, ji me re bûye nan û av
Keç û xort û pîr û ciwan, werin sorgulan biçînin
Ji bo zar û zêçên me te, bi dilşadî lê bixwînin
Sozvanê vê dozê me ez, her gulistanê dê avdim
Sîn bikim mîna dar û rez, gulista xwe bernadim
29. 6. 1994
Bahoz
Silavên Bahoz li we diyar e, li gelê kurd her serbest dibare
Çeka giran e avête ser mil, diyarî awaz fîxanên bilbil
Bila li me bê bahoza rengîn, ji bo ava be ev war û hêlîn
Ser seran Bahoz ser çavên me hat, em jî dixwazin ev kar û xebat
Pêlên Bahozê çiyan dihejîne, tovên jiyana serbest diçîne
Mafê gelê me welatê şêrîn, tev çiya û lat warê Mem û Zîn
Divê bahozek bi hêz peyda be, li nav şar û gund ala me rabe
Kokên şfenî wê rake bahoz, li çiyan gûr be agirê Newroz
Nalîna bahoz qîrîna kurd e, bi deng dike doz nîşana derd e
Bi hev bêjin bijî ev bahoz, rastî hiltîne tev gemar û toz .
Nazdar
Nazdar wer xweşke vî dilî, şênke bajarê kavilî
Xwedana vêna mêrkujî, man dîlên te dil û mejî
Bêkêrin sorgul û jiyan, dûriya Nazdarê ji wan
Berpêl nabin avên çeman, bêhnê nadin kulîlkên wan
Dest hêviyan nadine hev, cîhan li ber min dûye şev
Sînga nazdarê diçandin, hêvî di dil de mirandin
Nazdar di xew de dirêj kir, serê min jî bi xwe re gêj kir
Min bi qîr û halan e lê, wek sêwiyê li bendî dê
Çav vekir û awir da min, lê omîda dil neda min
Keser ji dil dirêj kişand, çîrok û omîdên xwe şand
Xweş dinasim birîn kûr e, şêrîn ji destên min dûr e
Nêzîk e dîna nazdarê, pel davêjin şaxên darê
Kenîn xwe berde ser lêvan, dêm geş bibin rengê sêvan
Hêsir bêne ji hebûnê, wekî sûlavên Sasûnê
Gulên çelmisî geş bibin, bilbil bi wan serxweş bibin
Tu kes naghêje wê bejnê, lêvên wê mezgîn û cejnê
Min mizgîniya te pîroz kir, ji ber min gelekî doz kir
Dil gûr kir arê şeva reş, ta dil bi Nazdarê bû geş.
22. 12. 1994.
Saza hebûnê
Şengewînê porzêrînê, ji demê xwe biparêze
Li ser te tv amade ne, hmû top in tang û hêz e
Geh li ser te bi halan in, geh te dikin wek mûr û kêz e
Geh li bejna te dixwînin, geh di sîngê û himêz e
Hemû roj in bi dûman in, rû ji rastî nabe diyar
Geh bi ken û bi giryan in, qet payîzê nakin buhar
Vedigrin konê reştarî, li ser min dînê digrin biryar
Tu car navên bi wê şabim, hemû rojan dikin êvar
Bi gazî me nerazî me, ji vê rewşa belengazî
Min ji kokê dibirin ew, dîsa şîn têm bi niyazî
Mebestê ez dikolînim, bi pêvajo me ez sazî
Heger bi qîrîn deng nayê vaye dîrok dike gazî
Dizanim ez hûn jî zanin, rastî û xwariya jînê
Ku em derman nedin êşê, qet pak nakin vê birînê
Divêm hevgirtin û zanîn, bi destxin em vê hêlînê
Ji nav xwe em bi lez rakin, evê ezezî û kînê
Ewê çaxê dikarim ez, bibêjim ez serfiraz im
Li nav dehl û çiyan im ez, li aso balendê baz im
Li şevxanan bi awaz im, ta sibehê ez ranazim
Ez jî wekî her mirovan, bi hêvî û bi daxwaz im
Ger daxwazim bi cîh neyê, mafê min e bitengijim
Ger xwîna min ew bifroşin, ezê çawa bigirnijm ?
Li ser sêla sor danîme, çawa ez ê ne qijqijim
Hemû damar ji min birne, vaye ji bejnê dihejim
Hemû doz û daxwazên min, di rûpelan dilorînim
Çima navên min guhertin, ji lewra ez bi qîrîn im
Seranser dame guhertin, li jîna xwe dipelînim
Ev kiras li bejnê naye, bi hêzdarî diqetînim
Heger navê min Xebat be, nabe ku ew bikin Nîdal
Ger warê min çiya û şax bin, ne cihê min e cal û newal
Çiqas şolîkin vê avê, derya min e ava zelal
Ger dîrokê vekolînin, jibîr nabe Rustemê Zal
Perçeperçe ez dinalim, laş ji ser hev cûda mane
Ger laş û ser ber bi hev tên, berî me ew pê dizane
Ji lora ew bi xebat in, jiyana me bi halan e
Heger em xwe neşewtînin, şev û rojan taristan e
Sazî, arîşen û hêvî, ji binghê de wan kuştin
Dîrok û çîrok û bîhok, bi saxî bê jiyan hiştin
Mejî û damarê mirov, ji rastiya demê şuştin
Ji lewra Xanî kir hawar, nalîn di goran de miştin
Ji deşt û zozanan fêr be, ji zinar û çem û kanî
Li jêrî te hemî av in, berf û daristan li banî
Evan zîv û zêrên çeleng, qet nefroşin bi erzanî
Ez jî wekî we me keko, di vê rê de me soz danî
Welatê me buhişta jîn, di vê herêma çak û rind
Ger tu vê xakê bernede, bibî xwedanê şar û gund
Bi dîroka kalan şad be, here seyranê serbilind
Wê Hirmiz di gaziya we bê, li we pêxe çira û find
Ger doza me bi hevaltî, ku destan em bidin wana
Tevî ku mafê jîna me, bi dest wan hatî tala
Ala sitemkarî û reş, bi destan em hildin bana
Bawer im ez hûn dizanin, ev e tektîka nezana
Çawa xweş em behejînin, ew î destê sor ji xwînê
Rûyê reş û bêrûmet em, biramûsin ji vê kînê
Goristanên zarokên me, çawa dişon ji qîrînê
Çi rewşa rûmeta gel e, ku dûr dibe ji zanînê
Dilreş im ez wek serxweş im, birayê xwe didim kuştin
Heyvanê biratîya jîn, di dilan de va nehiştin
Çeka birakujî va em, di destan de wekî xişt in
Ji bo ku gûr be ev agir, vaye li çiyan û deşt in
Çima rûmet çi ye keko, felsefa qirêj ya derew
Yan parastina wargehan, yan dê û xwişkên dêm bedew
Yan ew kêra ji paşîn ve, ku em tev de bên çav li xew
Ka em bi hev re zû bangkin, bigrin destê yara bedew.
Çiman hûn nayên birano, bi hev re em bi rê kevin
Di rêkê de em bi çavkî, sîstema rojê û şev in
Kesek nemaye dil mayî, em tev de va rû lihev in
Yê biçûk ew bibe serok, bê ezezî bi dû kevin
Bi yek destî silava me, bi firhî wê li cîhan
Gelek dost û hevalbendan, peyda bikin wek Mêtîran
Mirovatî bilivînin, payda dibe ez bêguman
Welatê me buhişta geş, ya fedekar û qehreman
Bi awiran dibin mizgîn, vaye milet şiyar bûye
Ew dijminê kevneperest, li sitemê bêçar bûye
Pîr û ciwan û keç û xort, yekrêz bi dozê şad bûye
Şivantiya gelê xwe ew, bi dilsozî li kar bûye
Olperest û êlperestan, rû guhertin têk ve çûne
Nema karin bilorînin, ew çavên ku şiyar bûne
Sawîr û nîgarên derew, li ber zanîn kavil bûne
Evsane û çîrokên çewt, kî li civatan dihûne
Zanibe yan tu dizanî, yên me berê me li paş e
Li jêrî me newalên kûr, bi ser serê me de kaş e
Çima li ber aşên neyar, bi şev û rojan qeraş e
Nema tên ber çavên me war, lêferata me nîgaş e
Bila talan û kuştin be, yan mişextî û penaber
Li çar hêlên li Kurdistan, bişewtînin ew seranser
Ser û pêyan bifirînin, bi siyanîda balafir
Ne wek ku ez bidim kuştin, xwişkek hejarî sergever.
18. 9. 1998
Bîranîna Cegerxwîn
Buhara te şiqas qeş bû, ey torevanê serkêş
Bêhn dikin em jê sorgulan, ji wan pelên hevirmêş
Şopvanê rêça te me ez, duristî û dilsozî
Gên te pir dijwar in, babîsokên bahozî
Pênûsa te çira meye, pê hestên xwe dinasin
Em diçin meydana xeman, bo me wek sûr û das in
Belê tev de dizanin em, di vê rêçêd serbest in
Kesên dikî serê te ew, herdem bêxwîn û hest in
Gulistana ku te çandî, tev çîçekên rengîn in
Rêzimanek bo me şane, dewlemend û bengîn in
Gora te mizgeft û dêr e, bo torevan laleş e
Xweş dizanim divê rêçê, Tu jî li gel me dilgeş e
Şevbuhêrkan em saz dikin, helbest û rist û hest in
Hêvîya te vaye pêk tê, em jî wek te ne mest in
Qonaxên ku te pîva bûn, tev de doz û Newroz in
Xêzên te sirûda me ye, tev mizgîn û pîroz in
Li cenga şoreşa torê, tu şervanê yekemîn
Di qonaxa sedêbîstan, bû serkêşê tekoşîn
Awazên helbest çûne, guhê herkes li cîhan
Tev de daxwaz û hêvî ne, tije birîn û kovan
Kanîya helbestan tu ye, pê rûpelan av didin
Buhara hozanan geş tê, li torê xunav didin
Bahozek te va lidar xist, li ser dilê sitemkar
Ew xiste ber gelek tîran, rojê lê dikî wek ar
Navê te hêz û huner e, tûj dike ramanên min
Hêvî û Ronakên te ew, dermanê kovanên min
Arşev bi canê te re dijî, di her kêlîk û gavê
Hersal di vê roja dijwar, li te dike silavê.
22.10.1997
Tîra li dil
Tîran li dil nexîne, dil nazik û ciwan e
Sorgulan lê biçîne, ji ber sirgul giyan e
Bi şev pêde şiyar im, li stêran dinêrim
Wekî bilbil dinalim, êşên xwe ez dihêrim
Her ku gulan bêhn dikim, jiyan bi min xweş dibe
Gulnazan lê şîn dikim, ji ber sorgul geş dibe
Ew ji bo min xweş doz e, di her kêlîk û gavê
Rûciwan û pîroz e, gava dike silavê
Bi keser û nalîn im, rojên şahî û cejnê
Hêsiran dibarînim, ku nebînim wê bejnê
Bejna zirav rîhan e, ey periya buhiştê
Sîng fireh wek zozan e, wek koviya sirûştê
Tu Xec û Zîna min î, Siyabend û Memo me
Gula ber bêhna min î, ne dilxwazê Beko me
Rabe ji xew ey ciwan in, berî roj here ava
Dil bi kul û kovan im, hertişt têne ber çava.
10. 8. 1996.
Bêrîvan
Ez bêrîvana bêriyê, ez rewşa doz û hêviyê
Dixemlînim şaxên çiyê, şad dikim dilê şivanan
Bêrîvana li gelî me, pezdoşa şîrê sipî me
Ji şivanê xwe hêvî me, kevok im li daristanan
Bêrîvana li beyaran, dilbija gul û buharan
Seyran xweş e li nav daran, awaza dingê hozanan
Bêrîvana pezê boz im, ez jî wek şivan bi doz im
Li xortan wekî bahoz im, dilopa tavê baranan
Bêrîvana pezê qer im, tenê bo şivan dîlber im
Li bêriyê ez ê herim, ne wek hemû bêrîvanan
Ez rewşa pez û bêriyê, li berpala şaxên çiyê
Li şivan ez digrim riyê, li ber avê li zozanan
12. 10. 1997
Keça welat im
Ez keça welatê xwe me, kulîlka ser latên xwe me
Li ser soza xwe dimînim, masîka Firatê xwe me
Wekî pêlên ava çeman, şimamok im li ser leman
Bi xem û xêza bûkanî, sergovend im çaxên seman
Masîka deriya avê me, li zozanan sura bê me
Kevok im herdem dixwînim, ez wê pesna li ser lêvê me
Ez hêviya xortê kurd im, delal û nazik û rind im
Wekî Zîna li cezîrê, bi axîn û kul û derd im
Silav im ez li wan destan, tîp im li ser hemû ristan
Pêlewaza Cezîrî me, dilivînim hemû hestan
Ez bêhna xweş ji gulê me, ez sura bayê sibê me
Wekî himêza dayikê, ez heyva nîvê şevê me
11. 10. 1997
Here!
Here here, zû vegere, evîna te maye ji me re
Here rûnê ser masa dil, bêhnê bidî ji rengê gul
Rûyê te çira şevê ye, li jîn tu bûka demê ye
Bê te hedan sebir nayê, şevên dirêj ketim tayê
Dest davêjim li nîgaran, dozê dikim pişk û paran
Hemû binefş rengên te ne, awazên guh dengên te ne
Silava te çi pêwîst e, temenê min hîn jî bîst e
Destê min qet ji te nabe, bê te jiyan wê çawa be?
6. 11. 1997
Serbestî
Vane xwazgînî hatin, şoreşgerên welat in
Ez jî dixwazim herim, li nav şaxan bigerim
Azad bijîm li jînê, nebim kunda kulînê
Çiyayên xwe bibînim, sorgulan lê biçînim
Li şar û li nav gundan, derbas bikim van bendan
Bê sînor û bê dîwar, li derdan bibim siwar
Lê bijim wek mirovan, nebim wek hirç û hovan
Derman bibe ev kovan, destan bidin dilovan
Bibim wek keçên cîhan, bavêjim derd û xeman
Nebim kole û bindest, li ser min in ev helbest.
31. 10. 1997
Xemla sibehê
Sibehê ez ji xew rabûm, bi vîna xwe gelek şad bûm
Di nav pêlan de wenda bûm, bêhna sorgul li vê jînê
Li dor min kulîlkên naz in, ji meşka dayê awaz in
Ciwanên me bi daxwaz in, ava dikin vê hêlînê
Bêhna axê ji buharê, avî digrin pelên darê
Tîroj ji rojê tên xwarê, derman dide vê birînê
Çavên nazdaran mêrkuj in, sûlavên avê dirijin
Şaxên ji daran dihejin, keval didin vê mizgînê
Dewê me rewşa aştî ye, li jêr mala me kanî ye
Refên kevokan daniye, li rex mala wê çavşînê.
11. 10. 1997
Çima nayê?
Bi zanîn û xwînê dermankin bîrînê
Sorgulan lê şadkin, avakin hêlînê
Dîlber çima nayê, da bigrim bi destan
Bixemlînim bejnê, bibêjim helbestan
Sûnda bi Laleş e, ez ê serî rakim
Bişkînim rojên reş, kavilan avakim
Heger nebînim ez, ewê çax û demê
Hişk dibe ew sorgul, li ser şax û lemê
Dest bi destên te ye, li cîhan serbest im
Ku tu neyê bal min, dil li jînê mest im.
Ne har im
Karewan im ez li pê te me, şev û rojan bi hewar im
Dixwazim ez te bibînim, ji lewra va ez şiyar im
Rû sitêr û elende ye, li bin heyvê ez dilsar im
Soz didim ezê te bînim, di vê rêçê de li kar im
Sozdarê ala rengîn im, di jînê de bêbuhar im
Buharek nû ezê avdim, tev de cobar û damar im
Di vê rê de canfiroş im, dilsoz im ez qet ne har im.
Bi qurban im
Erê can im bi qurban im, xwe derîne ji dest wanan
Bi azad û serbest bijî , wekî kevok li zozanan
Dîlber û nazenînî tu, sorgul û hem bi bêhnî tu
Yan wargeh û evînî tu ji awira didî janan
Sitêr û perwîn û heyvî , silav û hêvî û peyvî
Gelawîj û şan û kovî , dibînim te li ser banan
Tenê tu ye dîlbera min, şev pê de mûm û çira min
Li ser dêman hêsira min, herdem bi lav û heyranan
Li min sar e war û xanî , dikim bême xwar ji banî
Bibêjim yan berê zanî , yan bikim qîr û helanan
Şev pêde va ez şiyar im, bê sor gul û bê buhar im
Bê çîçek û gul û dar im, wekî serma zivstanan
Li ser te ez gelek dêşim, bo birîndaran serkêşim
Wekî gogê tim li pêş im, dikevim dilê pêzanan
Derim cejnê tu mîra min, şev û rojan di bîra min
Bûye hawar û qîra min, derman nakî van kovanan
Bo te ev nalîn û derd e, dest ji sitema xwe berde
Te jîn tev kuşt min jî bi ser de, Arşev ketiye gumanan.
Vîn perest im
Min hînî evîna xwe kir, çavên min li jînê vekir
Xwe şêrîn kir weke şekir, zanim tu gelek şêrîn î
Tu gulî ji gulên buharê, bêhnê didî çûkên darê
Wekî kulîlka hinarê, ji bo min xwe dixemlînî
Te ez berdame derya xema, şahî di jînê de nema
Te zer kirim wekî şima, hîna jî tu li min bi kînî
Bejna te çinarek şîn e, bilbil li ser te dixwîne
Xemlê li jînê dighîne, li cezîra dilan Zîn î
Êşa te jana giran e, dermanê min tu pê zane
Tu tenê bo min Luqman e, gelo tu rewşê nabînî?
Tu zanî ez vînperest im, wekî serxoş û canmest im
Birîndar û nazehest im, hertişt li ber çav dibînî
15. 12. 1997
Avjeniya pêlan
Li ser pêla dildariyê, serbest e avjeniya min
Di nav daristan û baxan, bi lez e pezkoviya min
Masîk û newresên jînê, rûgeş in li rex derya min
Silava min rûgeş bike, ey serkêşa silavdarê
Buhar û hem sorgula min, dibişkivin bi dîna te
Çi jîn û jan û jiyan e, dildarî û evîna te
Wekî ronahî û heyvê, hevdîn û hem civîna te
Destûrê bidî perwanan, ji lêva gula buharê
Kaniya ku ji çavên min, navê te li ser wê diyar e
Şalûl û bilbilê xemkêş, li ser min awaz li kar e
Sirûd û awazên jînê, li rûbarê min jîndar e
Te jîn xistiye helakê, te biraweste navdarê
Kirasê li bejna zirav, ji pelên nergizên naz in
Awaz ji ken û silavê, bo min hêvî û niyaz in
Saza hezar hunermendan, li ber te pûç û lawaz in
Awiran tûj neke jar im, ey serxweş û gunehkarê
Awir ji tîrê tûjtir in, dibarin ji rengê agir in
Pêre cerg û hinavê min, wekî qada ceng û şer in
Lêvên kênkêş û gulgulî, ji xwîna dil jî sortir in
Çavên reş û porê tarî, li rojê dikin êvarê.
7. 8. 1997
Ciwan im
Tîrê li dil nexîne, dilnazik û ciwan e
Sorgulan lê biçîne, ji ber sorgul giyan e
Bi heyvê re heval im, li sitêran dinêrim
Wekî bilbil dinalim, êşên xwe ez dihêrim
Her ku gulê hêhn dikim, jiyan bi min xweş dibe
Gulnazan lê şîn dikim, pêre yar rûgeş dibe
Ew ji bo min xweş doz e, di her kêlîk û gavê
Rûciwan û pîroz e, gava dikî silavê
Bi keser û nalîn im, rojên şahî û cejnê
Hêsiran dibarînim, ku nebînim wê bejnê
Bejna zirav rîhan e, ey periya buhiştê
Sîng fireh û zozan e, wek koviya siruştê.
Tu Xec û Zîna min î, Siyabend û Memo me
Gula ber bêhna min î, ne dilxwazê Beko me
Rabe ji xew cana min, berî roj here ava
Hîn li jînê ciwan im, hertişt têne ber çava.
10. 8. 1997
Dîsa ji nû
Dîsa ji nû birîn vebûn, êş û keser ji dil neçûn
Zanim evîn ne erzan e, bo jiyanê tu ye hebûn
Te barand hêsirên çavan, te agir berda hinavan
Te jibîr kir rojên dijwar, avêtim nav tor û davan
Bê te aram nayê xanim, ku tu dûr bî bêhedan im
Min got qey evîn weha ye, çima wilo dil erzan im
Dixwazim tu nebî poşman, paşerojê nekî talan
Jiyan hem tahl û şêrîn e, hêsir têne wekî baran
Ji te xatir ku nexwazim, bi şev pêde çawa razim?
Li bendî hatina te me, li ser têlan gazin saz im
1996.
Ramûsan
Min ramûsanek jê bir, çi şêrîn bû ramûsan
Wek agirkî hênik bû, xwe berdabû dil û can
Wekî henga ji gulê, dinoşînim hingivîn
Bilbil li ser gula geş, saz dike sazên zêrîn
Dinşînim jê meyê, pê serxweş û mest dibim
Ketim rêza dildaran, nazehest û mest dibim
Pê soz didim dîlberê, nîşana evîn e soz
Dema ku rû diya bû, bo te min kiriye pîroz
Ez biçûk û zarok bûm, min nezanî çi ye doz
Daxwaza dil pêk nehat, li me rabûye bahoz
Ramûsana yekemîn, bû elenda evînê
Wek çira di şevê de, ronahî daye jînê
Bi hêvî me delalê, tê nû bike ramûsan
Xeman nexwe lo lawo, talan neke gulistan.
5. 4. 1997
Ziravê
Bejin zirav ji têla tembûr û sazê
Ji dil dertê wekî kaniya awazê
Dil dikeve sergovendê, çav ranazê
Çima nayê li ber çavan dilgeşa min
Hezar xwezî di dil de çand hiştin bê av
Dikim gazî bo çi dîlber nadî silav
Guh nadî min ji pêlan re nema delav
Min derîne ji azarê rûgeşa min
Li ber ba û bahozan wê va ez hiştim
Bi agirê evîna dil ez biriştim
Bi salan ez bêhiş kirim va ez kuştim
Xwîna te çiqas şêrîn e binefşa min
kulîlkên dil diçelmisin ji tîna te
damar pêkve diponijin ji kîna te
hiş û sewdan bendewarin li dîna te
jîndar û olperestim tu laleşa min
1997.
Hêvî
Hêviya jîna min î, gula ber bêhna min î
Bes awiran dijwar ke, tu her şêrîna min î
Mebesta min şêrînê, derman bikim birînê
Ji dojehê min derke, ez bûme Mem tu Zînê
Te spartim êşanan, avêtime zindanan
Ma dil kevir e yarê, avêtim nav zimanan
Were rûnê ser masê, bi hev re bikin dansê
Ji çav awiran bide, gerden ji rengê kasê
Min navêje gumanan, ey kevoka zozanan
Were civanê dîsa, hêsir ji rengê baranan
Hêvêyên hemû lema, kulîlk hemû bên sema
Bo serdana hêvînê, dilgeş in hemû dema.
Tûjahiya awiran
Ez berê nedîn bûm dînê, te dîn kirim bi yek nerînê
Ez avêtim derya xeman, guhdar nekir li axînê
Tu nizanî çi tûj in ew, awirên ji çavên bedew
Di dil de çikandin dînê, nema tên ser çavên min xew
Gava silav ji çavan da, dil û hinavên min jan da
Tew wî kenê lêva çeleng, çiya û gelî li min bada
Birû kevan awir tîr in, keziyên te marên pîr in
Ji ewan çavên kildayî, gelek wekî min hêsîr in
Çima birû wisa warin, awirên te gelek har in
Min bi evînê girêda, keziyên te rengê mar in
Bese wan çavan tu kilde, û pêre tîran li dil de
Min dî ew wêneyên şêrîn, di nêva rûpela gul de
Dêm û poz û gerden û dev, Xwedan gelek anîn li hev
Bi min ew xwîn çi şêrîn kir, naçe ji bîrê roj û şev
Bêje Arşev çi gazin e, dilê te gelek mezin e
Tu ketiye taya evînê, her were kevnek jin e
6. 9. 1998
Min nezanî
Heger min zanî tê bête jînê. Min dê bikuşta dilê bi evîn
Derman di dest de nade birînê, te ez dame ber giryan û nalîn
Min di nav derdan dîsa veşêre, pir şêrîn û xweş ji destê te ye
Qêrîn û nalîn dîsa bêkêr e, li jiyanê ev tim para me ye
Para evîndar feryad û şîn e, dil gelek nazik û bi evîn e
Çavên li hêviya wê gulê maye, gelek karwan di vê rê de mirîne
Gelo Xwedan çav ji bo min çêkir? Ez kirime armanc li ber wê tîrê
Ew navê şêrîn li beja wê kir, wek mûm disotim ketime bîrê
19. 8. 1998
Seyran
Ez çûm seyrana Serê kaniyê, ji bo hevdîna şêrîn zerîyê
Surperîya min wê bê ser avê, ez û wê herin li mala bavê
Destan bide min bi şadîmanî, bi ya dilê min gelek dizanî
Kêlîk bûne sal li bendî wê me, ez bûme evdal çav li avê me
Ne dîlber hatî li ser wê avê, ne me daye nav ewê delavê
Delav jî xemgîn mest mayê reben, pêk nehat şadî nebûm dev li ken
Ez wekî findê xwe dişewtînim, li bendî wê me ku ez bibînim
Xwe bavêm sîngê wek çûkê hejar, ew hêlîna min ez im sitembar
Roj çûye ava ez hatim malê, mame bendewar evê dem salê
Ji ber wisa ev Xabûr maye tî, buhar beyar ma şîn nebû zevî.
Sitemkarê
Ji buharê bidim sorgul, ji bejnê bide min lêvan
Hemû fîkiyên dunyayê, nayên hember herdu sêvan
Ne derya reş ne ya sorîn, nayên hember du çavên te
Ne mîrê eşq û evînê, dibin felat ji davên tê
Bejna te Ararat e ew, awirên te birûskên sor
Tava te min xistiye bendê, xwe pêçaye li hawîrdor
Zimanê te şiva Hitler, li min dide diêşîne
Xeyda te agirê Laleş, pir gûr e min dişewtîne.
Diyarî: F.Çelebî
Awaz û gul
Hatime gulistanê, gulek ji rengê te bû
Min dengê awazê kir, bi xwedê wek dengê te bû
Min xwest ez gulê bêhnkim, wê xwe neda destên min
Ez jî wek gulê giryam , çelmisîn helbestên min
Ez û gulê wek hev in, bê ziman û bê dev in
Wekî roja li ava, hisreta roj û şev in
Ne roj û şev ne heyvek, ne kenîn û ne peyvek
Ne sorgulek ji lêvan, ne hinar û ne sêvek.
Êşên bi kêş
Awaz li ser te saz dibin bi êş in
Gotin bi rêz li pay hev tên bi kêş in
Tev ronahî didin reça dildaran
Êş û kovan ji dil de xwe digvêşin
Çî masî ye di gola evîna min
Pir bi rewş e nîgarê te li ba min
Awirên te naçe ji ber van çavan
Çi xweş tîr bûn te wê rojê berda min
Te ez pê kirime dîl û hem girêdan
Ji lewra ez mame bê sebir û hedan
Bi hêvî me şêrîna min tê were
Derman bike şûna tîr û xenceran
Navê te çiqas şêrîn e rûgeşê
Sûndê dixum bi mizgeft û lalşê
Bême ba te serdana ola min e
Çi xweş hêvî rewşen dike şevreşê
Evîndar xwedî çîrok in seranser
Ma qay para min e ev eş û keser ?
Çiman dibin barê sitemê va ez dijîm
Li inya min hat xêzkirin ev qeder
Helbesta min li ser te tê govandê
Bilûra min rohnî dide ji findê
Hemû dibin pesindarê xemla te
Tu jî were govenda dil lewendê
27.3.1997
Ez û yar
Li ser perê kanîyê , ya şêrîn û pir zelal
Diherike ji late, ew lata bo min heval
Em guh bidêrn avê , li sazê dengê bilbil
Ez û wê bidin navê û diyarkin hev sorgul
Ew gula destê wê de para mine bawer im
Eger ku neyê destan ez ê bimrim û herim
Min nema jîna teres ku bibînim ez saxî
Ez şanabim dilberê ne bi gulê û baxî.
Dergehê dilan
Ez ketim rêça çûnê di çerxa vê gerdûnê
Ev rastiya hebûnê, hevalê min jibîr neke
Zanim tu jî bi êş e, keser ji dil digvêşe
Bo evînê serkêş e, derdê min û te yek e
Çavên te kelogirî, xwedê bihêle serî
Ez hatime ber derî, yara min porxelek e
Tevna evînê ristim, zanî ez vînperest im
Di vê rêkê de rast im, kul û derdêm gelek e
Xemla govendê tu yî, wek mûm û fidê tu yî
Palgeh di zendê tu yî, porsiyah çavbelek e
Binêre li van çavan, deçe herdem û gavan
Bi çav bidî silavan, dergehê dilan veke.
Kulîlka hinarê
Çima tu pir şêrîn î ? lêvên te hinguvîn î
Li bin siya vê darê, himêza te hêlîn î
Li bin siya vê darê
Dest avêt şaxên darê, hate xwar sorhinarê
Min li sîngê mêze kir, cûdahî nîne bi carê
Lêv kulîlka hinarê
Min bêhna gulê nas kir, roja xwe pê derbas kir
Min silav daye gulê, dilê wê jî pê şad kir
Em ketin nêv buharê
Me girt govenda dilan, fîxan ketî bilbilan
Ew bilbilê mest û jar, silav daye sorgulan
Roj çûye ber êvarê
Êvar e dema çûnê, dibêje dîsa rûnê
Ser danî ser paşlê, dest avête gerdûnê
Westî gotin û zarê
31. 8 1998
Te soz da
Te soz da min û tu nehatî, dîsa ser soza xwe me
Min hezar yar bi çav dîtî, tenê dildarê te me
Tê were cem min carek, temen maye êvarek
Keser bûye bahoza derda, hîn jî dibêje çi doz e
Şewata agir bi ser da, wekî agirê Newroz e
Meyzeke li vî dilî, vemrîne vî agirî
Tu bûye xatûn û şaha evînê, vaye bo te vînperest im
Naz û dîlber û şêrînê, ez xwedan nazdarî hest im
Hestê min çi nazdar e, jiyan li min xembar e
15. 8. 1998
Ji paş berdê derkeve
Delala min gulîhûr e, rêça min gelekî dûr e
Di dilê min de wek şûr e, ji paş perdê derkeve
Derkeve wekî heyvê, bo te bêjim yek peyvê
Diyarî min bike sêvê, ji pêjna min nereve
Nereve wekî çûkê, bixemile wek bûkê
Te kedî kim kevokê, ber perê avê keve
Ber perê ava çema, şîn bibe wekî lema
Bi hev re bikin sema, karê dildaran ev e
Ev e karê dildaran, li nav gund û bajaran
Wekî şevên buharan, kenîn tim li ser dev e.
Dem dereng e
Were canê te bibînim, tu dizanî dem dereng e
Min rizgarke ji kovanan, awir wek tîr û xedeng e
Dil û hinav di sîngê de, wekî rewşa şer û ceng e
Bejn û bala zirav bilind, li cîhan bi navûdeng e
Porê tarî sînga fireh, ew dîmena te xweş reng e
Xwîn şêrîn û lêv sorgul e, ew çavên te pir çeleng e
Rojên min ku bi te re bin, hemû çaxêm şox û şeng e
Heger tu bûye sorgulek, dil ji bot e yek pereng e.
Ha birader
Evan çend gotinan bêjim birader
Tu jî guhaderke û bêje li herder
Eger min dê bizanîba bi rastî
Bi dest û dil li gel min tê were zû
Minê dil û can bikra gorî û qurban
Bi dilşadî bi hev re dê em herin der
Caniya te ew ê demê dizanim
Tu dizanî li vê jînê xizanim
Li şopa hêviyê herdem dizanim
Ev ê rêçê digrim û ez didim ser
Eger di vî nîrî nebûma bindest
Şev û rojan min ê bihûna helbest
Bi şadûmanî bijîya can û hest
Hinek li dozê nedibûn wek noker
Li dora te ewana tev bi tirs in
Hinek reşik hinek sorik hin firs in
Di rojên şer û cengan de bi pirs in
Kabok dişkên tev dihejin seranser
Heger
Firyad ji ber êşa te ye serdarê
Awir şûr in nikarim pê ji jahrê
Te ez xistim nêv bahoz û êvarê
Eger carek were sîngê dildarê
Jiyana min dibe gula buharê
1998
Kude here?
Berê te li ku ye tu xatir dixazî
Dêr û mizgeftên te li te dikin gazî
Ew yara bendewar wê çawa çav razî
Şerm e vegere vala bû welat
Vatîkan û Loser ji te re nabe ol
Tu nabî azad bese polepol
Di nav lingan de tu bûye futbol
Dijmin nabe dost lê bikin xebat
Cilên te şal e şapik çeleng e
Tu xwedî dîrok bi nav û deng e
Dîroka çavkor bi şer û ceng e
Welat buhişt e bi zinar û lat
Dayîka te me bi te ciwan im
Min ji bîr neke ez bêziman im
Ji dil û hinav bi kul û jan im
Jiyan tarî bû nedî tu xelat
Dayîka te me Şengal û Hekar
Bendewar im ez qad maye beyar
Ez mame tazî bê çih û bê war
Xebatê bikin bistînin kelat
Min hêvî heye hûnê bixwînin
Çîçekên rengîn hûnê biçînin
Tev wek bira bin çiyan bixemlînin
Xwedî sazî bin wekî rojhilat
Ne ol ne êl me cûda nakin
Perda sitemê ser çavan rakin
Yek awaz û deng bi hev re bankin
Bijî ev welat xemalî civat.
Tîpa dildarî
Zanim tu bi min bawerî çinarê
Tê zû ne dereng wer ba min vê carê
Distê silavê bide min
Bibişkivin gul û sosin
Lema evîna me bi pel û şax e
Tar hişk bûye lê koka wê sax e
De av bidin bi çavan
Bi baran û xunavan
Wek bilbilan li sîdanê bilûsin
Zimanê me bo helbestê pênûs in
Dikim bibim wek dînan
Derman bikim birînan
Xeman nexwe dê buharên me şîn bin
Daristan û gulistanên me bi bêhn bin
Dost û yar bikin sema
Guhdêr bin ava çeman
Armanca te mîna ya min jiyan e
Gazinên te didin min êş û jan e
Kavil bi me hişyar bû
Li gazinên me guhdar bû
Ziravbejna te va bûye wekî şiv
Li dûr jîn û jiyana min dike çiv
Daran şerm û fedî kir
Kok û rehên xwe şîn kir.
Çi doz e?
Gazinan nakim ezê dil şad kim
Nêzîk e ew roj serê xwe rakim
Vegerînim jîn dest bavêm zemîn
Gulan sor bikim jê bistînim bêhn
Avakim sera pêxînim çira
Roj bibin buhşt her çax û dera
Axa me tî ye aet av nediye
Dijminê nizan ka xwedan çi ye?
Sîng pir fire ye, dîrok ya me ye
Hemû xaçerêz, tev şopa me ye
Şopa me hebûn, pir derî vebûn
Armanca pêşîn, doza serxwebûn
Xemilî ev doz, sersal û Newroz
Li koledar bû, serma û bahoz
Bahoza kînê, ji ber birînê
Bejna xwe hejand, silav da jînê
Dijwarî
Jiyan li min dijwar e, ji rengê şeva tarî
Di dil de pêt û ar e, rondik ji çav dibarî
Rengciwan û çeleng im, dîrokê diparêzim
Wekî şêran li ceng im, dil mezin û bi hêz im
Tovên jînê diçînim, dawaza min azadî
Damar pêkeve birîn in, canfeda me bi şadî
Wek Zîlan û Leylanê, jiyana nû dixwînim
Ji dil radikim pêlan, paşerojê dibînim
Babîsok û bahoz im, li ser kevneperestan
Ez agirê Newroz im, sûnda min Zendavesta
Ji kavilan zîl didim, armanca min têkoşîn
Wekî gulê bêhn didim, li ser şaxên dara şîn.
1997
Gulê
Bi xwînê ez ê te avdim, gula li xakê jînê
Rûkê te ez ê geş bikim, da ku bide xweş bêhnê
Gula min geş sor bûye, nîşana jînê ye ew
Pesindarê gulê me, bejin zirav û bedew
Bêhna wê va belave, li ser zozan û deştê
Jîn tev de xemilandî, ez av didim buhiştê
Herkes dildarê gulê, dixwaze gulê bêhnke
Berpêl dikim van çeman, ku pê gula xwe şînkim
Li ser dibarin hêsir, gazin û lavên giran
Çav berdane wê sîngê, da yekcar bikin talan
1997.
Li bin darê
Li bin dara evîna te, bi kûranî
Wekî çûkê li benda yar, bi awazan dilorînim
Bi awazên vê evînê
Çavnêrê ava çeman im, wekî bilûr dengê bayê
Li bendî bejna zirav im, roj çû ava jî tu nayê
Li bendî te me şêrînê
Ketim xeyala hevdînê, da ku dilan bi hev şakin
Dest bavêjim li wan biskan, bi semayê re li bakim
Ji dilxweşiya hevdînê
Bila ew dêm bigulgulin, bixemilin wekî sêvê
Awir bavêje wek xedeng, şerbet bide min ji lêvê
Şahî dê bête hêlînê
1998
Awir û hêsir
Yar awir danî, ji herdu çavan
Hinavêm hêra, dil xiste davan
Dara wê çi dijwar e, xiste dil pêtek ar e
Kenînek da min, evîndar şad bûn
Kul û derdên min, ji hev belav bûn
Kenîna wê şadî ye, serbest û azadî ye
Ketî govendê, milên xwe hejand
Hemû dildaran, pir hêsir barand
Milên wê Ararat e, hêsirên wê Firat e
Me soz dane hev em bikin dozê
Herne seyranan, li roja Newrozê
Soza me roja înê, ez bibim Mem tu Zînê.
1998
Ez û dîrok
Binêrin hûn li benja min, çi şox û şeng û qeşeng e
Li çar hêlên li cîhanê, min daye ev nev û deng e
Ewê gula ku ez şînkim, tu jîn tucar naçilmise
Hemû dildar û evîndar, ev jîn ji bo wan hewse
Tevna ku min lidar dixist, parêzgeh bû ji bo gelan
Ger ne ez bama li jînê, malên wan tev dibûn talan
Ne nav û deng û ne pesnek, nikarîbûn bidana xwe
Herdem bi tirs û sawîr bûn, neçûn cengê bi tena xwe
Ez bûm rêber û wek bav bûm, temîna herkes li min bû
Çi bikim îro bûme efyon, mineta herkes li min bû
Çima ne ez bûm bav û kal, Ibrahim û Selahedîn
Yên ku ji bo hemû gelan, danîn yek destûr û mizgîn
Bêhna gula min belav bû, li ber pozê hemyan ba ye
Ger kalên min bişopînin, serbestiya wan xuya ye
Ew şûrê ku min rizgar kir, hersê miletên sitemkar
Niha di pişta min de ye, ew min ji banî tînin xwar
Biratiya min bo herkes, bûbû nemûne û serkêş
Ji ber biratiya kevnar, dilê min tim bi derd û êş
Dîsa didim destê rastî, da em şînkin evî xakî
Belkî di rojên mey dijwar, em bi hev re rakin bakî
Bila ew xweş bizanibin, ez im xwedanê wî laşî
Bi şev û roj bendewar im, li ber dergehê wî aşî.
1998
////////////////////////