Arşevê Oskan
Berbang Qedexe ye
Helbest (3)
Diyarî
Bo kesên ku hîn berbang li wan ne bişkiviye,
û di tariyê de dijîn.
Arşevê Oskan

GOTINEKE PÊWÎST


Ne afirandineke nûjen e, ku em bêjin rola ronakbîran di vejîna dîrok û pêşvebirina gelan de li asta herî bilind radiweste. Ji vê jî, ne şaşitî ye ku bête gotin, ku kevalê hunermendî û dîmenên çand û rewşenbîriya gelan, girov û nîşanên pêşketina jiyana gelan in,. ..... pileya zanistî û şaristaniya gelan, bi
şêweyekî rasteqîne destnîşan dikin. Helbest jî beşekî hunermendî ye, bi derbirrîneke rewanbêj saz dibe. Ziman û şêwazên nivîsînê alavên avakirin û rengînkirina keval û dîmenên helbestî ne. Vêca, helbesta kurdî di navbera hel û mercên hunermendî û erkên pabendiya netewî de li kîjan astê perwaz dide gelo? Gelê kurdî bi hemû rengên rewş û rewişta jiyana xwe ya ketî û berbendkirî, dilşewat û bendewarê xwevejîneke giştî ye.
Her yek ji me berpirsiyarê barekî ye û barê herî giran, barê rewşenbîran e! Pêşiyên me gotine: “Bide û bistîne”. Ango, pêşî dane, paşê standine. Bapîrên me
jî dan lê nestandin. Em ê jî bidin, lê rengê ku em nestînin. Bila torin û neviyên me razîmend bin, ûnisûbetan bi ser goristanên me de nebarînin. Standin herî para wan e!! Pîvanoka her danê bawerî ye, û girawa her standinê jî gorî ye. Heger baweriya dil nedaba ber xwe, canê şêrîn xwe çeng nedikir çavên mirinê û:
“Eger min gotinên te
Bi baweriya xwe ve
Girênedana
Wê çima hespê min
Ji bo çend dilopên xwînê
Li pişta çiyakî sergever
Siwar bihata?”.
Ev kela rijyayî herî ew kel e! Evîna bê sînor keldûmana baweriyê ye. Gorîkirina danê jî serperiştiya karwanê hespên qurbanê ye, û pişta çiyayên xwînî havîngeha ramîsanên hêviyan e! Erê! Herî ew kel e, ya ku di dilê Arşevê Oskan de pêl daye, û ew rakişandiye nuhirandina sirûdên gorîkirinê! Lê heger şanekên pêjnê di wijdanê keviran de xilmaş û tevizî bin, sirûd ê çi kin? Heger damarên rûmetê di kodika ezîtiyê de qermiçî û kevizî bin, helbestvan ê çi ke? Tenê kare nuhirandina dil bibe qêrîna birînê û bi nalîna bilûra (Kotan) re pêlan bide hinavên keviran:
“De bes e... bes!
Bes silava min beravêtî bikin
Û kirasê biyaniyan
Li bejna xwe kin
Porê nazdara xwe
Bi destên dijminan şeh bikin”.
Çiqasî helbesvan sozdarê evîna xwe be, çiqasî evîna wî har be, dilê wî tenûreke sincirî be jî, lê ku ne hevkêşê bilûrvaniya Hesoyê Şivan be, ew ti caran nikare pezên zozanan di ser pêpêlka xapînok re rakişîne banê koçka axayê koledar.
Dilsoziya helbestvan û rastgotina dirbirinê tenê ne besî perwazdana helbestê ne. Her helbestvanek şêwaze heye û zimanek jî taybetiyeke xweser heye. Di pêvajoya zimanê gurdî de tê gotin:

 “Kevokê li hev xistin basikê xwe”.  “Buhar xemilandin zevî”.
Hingê, pêwîst e ku em li hev mikur bên ku em hêj di bin giraniya bandora zimanê erebî de helbestên xwe dirêsin. Helbestvanê me A. Oskan dibêje:
“...movikên min dihêre
Û kaya min berba dike
Li warekî din.”
- “...me ji bîr kirin gotinên xwe”.
- “...wekî baskê kevokeke aşîtiyê
Li ba kim şûrê xwe.”
Pêşxistin û paşxistina bêjeyan di pergala hevokan de wekî çalakiyeke rewanbêjî tên xebitandin. Lê ku hat û pir bûn bêyî ku wê armanca hunermendî pêk bînin, hingê dibin sextekariyeke bê behane, me ji reseniya kurdewariya me dûr dixin.
Hindek gotin têgehekê ji taybetiyên erebî didin, dûrkirina wan gotinan, dûrbûneke ji bandora çanda erebî, Arşev dibêje:
* “Bi wê lêva bizotî
Rewşa xwe,
Li sînga min çap kir.
* “Wêneyên xwe di çavê min de
çap kirin.

(Çapkirin) a wêneyê di çavan de wergerandineke veguheztî ye li şûna kolan, çandin, morkirinê hatiye. Ji hêla bêjesazî û rêzimanê jî, gerek pirtir bêne
guhan! Rast e, ev têbîniyên ku me berçav kirin giriftarî û aloziyên pirraniya nivîserên me (kurdên Sûriyê) ne. Lê, em hêdî-hêdî xwe ji wan rizgar dikin, zimanê xwe bi xwe şayik û rewn dikin! Erê, rast e! Lê çi caran ew kêmasî nabin bihane, ku em çavên xwe ji hestyariya A. Oskan re bigirin û helbestên wî “... sirûdên bêrîkirin û xatirxwestinên dawî,. .. pol-pola dayikên kezebşewitî û îsk-îska sêwiyan. .” paşguh bikin û wan ji bîr bikin. Helbest –li nik Arşev– qenawîçên sozdaran in. Bi dilekî bêrîkirî hestekî pêjinker sawîrên zarotiya gundîtî ji rûkê hîvê û himêzên dayikan diçine, berhev dike û wan dike kevalekî rengîn di rojeva demê re derbasî hêwirgeha hêviyan dike:
* “Dema şevreş dijwar dibû
Di çavên me de
Dimeyiya...
Û heyva me diçû xwar,
Dilûsiya...
Zarotiya me, saw digirtî
Li çîrokên dapîr û dayikan
Dihêwirî, diçêriya
Û (Rêka Kadizan),
Di hişê me de şax vedida. ..!
Wê demê,
Me bîra agirê berfê û. ..
Mirina çivîkan nedibir..?!
Li vê dûmahiyê, dixwazim bêjim, ku têgeha helbesta kurdî ya hevdem, serbest, hêj ne zelal e. Sînorên di navbera pexşan û helbestê de winda ne. Heger mûzîk û kêşesazî ne ji mercên avakirina helbestê bin, ma gelo wêne û dîmenên rengîn derbirîna rewanbêj ne giring e, ku di pexşanê de jî peyda bibin. Hingê, sînor li kû dimînin? Û navlêkirin li kû dimînin? 

Deham Ebdilfetah
Amûdê, 25.8.2000

BERBANG QEDEXE YE

*
Çavên min
Şiyarin li hember, asîmanekî raxistî
Bêqonaxiya sitêran û
Pîvana bêçariyê himêz dike
Dem derbas dibe
Bi giranî pêlên xeman
Di ser hev re dibûrin
Û berbang dereng ma.
Hêsir di çavan de sarbûn
Pênûs di nav tiliyan de lalbûn
Raman li hev çelqiyan
Ta ku li her ronahiyê berbang
Derd û êşên xwe şîrove bike
Lê berbang dereng ma.
Ez û dosta xwe
Li hev digeriyan di tariyê de
Di şevên bê ronahî de
Me hev winda kir
Di hêlana evîneke dijwar de
Bi hêsanî em gêjbûn
Û berbang dereng ma.
Sitêr mîna leşkerên hejar
Di bêdengiya şevê de
Bê dahol û vedeng
Li bendî serleşkerekî mezinin
Û wisa bê rol mane
Heyv xwe li badike bi payedarî
Carê pesnê bedewiya xwe dide
Û dilê min nabije
Ronahiyeke parsek
Ez jî mîna te li bendî berbangê me
Lê berbang dereng ma.
Gazinên min
Li ser zimanekî dirêj
Tên birrîn û bê ser û ber dibin
Her tişt bê berbange, qedexeye
Gazin, hêvî, azadî, evîn û helbest. .!
Lê berbang dereng ma.
8 \ 2 \ 1999.
*
Mîna bîranîneke bi şewat
Ez navê te di ramanan de dihûnim
Roja hevdînê,
Roja nêçîrê,
Ji bo awirên te dibim armanc
Tevî ku
Tîra te jiyana min bêçar dike
Lê, ji bo rojeke dî dihûnim
Li pişta lêvên te û
Li ber awazên kenê te
Sîstema jiyanê dirêsim.
Mîna bîranîneke bi şewat
Çîroka te di keserekê de şîrove dikim
Lê ku dest pêkir, zayîn pêktê
Bi çend guleyan, hate kuştin
Hate sotin di agirê dilê xwe de
Hate veşartin
Bi dawîbû, mîna bîranînekê.

*
Eger min gazinên te
Bi baweriyên xwe ve
Girê nedana
Wê çima hespê min
Ji bo çend dilopên xwînê,
Li pişta çiyakî sergever
Siwar bihata …?!
Ma qey
Te nizanî ku ez bûm
Siwarê hespê boz ?!
Min dest
Bi cirîda demê kir
Di nav pêlên leylaneke
Mişext de.
Bê pêl avjen dibûm
Û bi şîrrîneke dîrokî
Dest pê bû
Bi du lingan
Hesp ber bi aso ve
Hilkişiya.

*
Çi guneh bû
Ku min omîdên xwe
Bi hêviyên te re
Girêdan
De bila
Pêl li hev biçelqin
Û wêneyeke nû
Di evîndariyê de

Bi elend be.
Her zimanek
rêzimanek heye
Evîndar tev yek ziman in …!
Her karwanek
Warek heye
Karwanê rêça azadiyê yek war e …!
Her yarek
Dildarek heye
Mirov tev de yar in …!.
Çi raxistin
Di şanoya dilê min de
Pêk tê …!!
Tu
Qehremana çîrokê yî.
Ez Mem bim
Tu Zîn bî
Em ê beşek ji dîrokê bin
Û
Mêrxasê çîrokê bin
Wekî bîhokan.
Nigarê sînga te
Rengîn e
Şoreşeke bê sînor e
Leşkerên wê
Nêçîrvan in Amede ne
Û
Şopvanin Serhedîn in.

*
Seba çi ye ?
Bi berbangê re
Dil tijî xem e
Bi rojavayê re
Dil bi şewte
Dil tijî kul û kovan e.
Mejî tijî niyaz û raman e
Geh cengekê li dar dixin
Û geh
Ramîsanan li rûkê hev diçînîn
Û govenda xwe dixemilînîn.
Seba çi ye ?
Geh kavil xaniyên xwe
Dimêjin
Û mejî ramanên xwe
Davêjin
Û radiwestin …..
Nav li ser zimanan
Nayêne kolan
Û belav nabin
Kolan bi kolan
Ta ku li asoyêd xemgîn
Bibin mêvan
Û li derd û xemên xwe
Biçêrin û biçêrin.
Gelo rast e ?
Mem ê, di gorê de,
Bi Zînê şa be
Û her du giyan
Li esîmanan berba bibin ?!.
Yek caran. ..
Mirov piştî mirina xwe
Xunc dide.
Seba çi ye ?
Her sitêr,
Ji banî, tête xwar
Sitêra Mem û Zînê
Nayê xwar,
Ji dilê Xanî.




XEMÊN BÊ DELAV

*
Çi balende
Li asîmanê dilê min
Silav dide.
Wekî topan diteqîne
Û
Balendên di dil de
Bi ser xwe de difirînin
Bi firandinê
Vedengiyeke giring
Li dil belavbû.
Du biryar
Ji hev cûda kirin
Yek bawerî
Ya dî veşartî ma
Û tariya şevên reş
Bi ser xwe de dibarîne
Di nêva tariyê de
Pêtek ji arê vejandî
Xwe li ba kir
Bi helbestî
Evîna xwe dilorîne
Pê re, rojeke dîrokî
Xwe daye nîşanê
Nev li xwe kir
Bi çelînî. .. ez (Azadî me).

*
Di nêva buharê de
Bi seyrana kulîlkên dev li ken
Birûskeke lêv şewitî
Ez ramîsandim
Bi wê lêva bizotî
Rewşa xwe
Li sînga min çap kir. ..!
Tîrêjên bi şewat
Xwe berdane
Nav damarên dil
Bi çend tîpên belavbûyî
Tîpan xwe li hev pêçan
Ji boyî navekî dîrokî
Di hindirê berbangeke şewitî de
Bankir. ...(Zêwa me Zêwa).
16 \ 3 \ 1996.

*
Silaveke fediyok
Kendalê dil herifand
Bi ser cobarên zelal de
Şolî kir.
Bû pole~pola
Sorgulên diyarîkirî
Ewê ji ber rewşê fedî kir
Sorgul hatin avdan
Ji
Cobarên şolî
Şax veda, rûgeş bû
Bû evîneke. .. fe
Yok.
23 \ 3 \ 1996.

*
Ez ê
Bajarekî ava kim
Ji awirên te yên winda
Û navekî giran~buha lê kim.
Ez ê bajarekî ava kim
Ji helbestên xwe
Û sera ji hêviyan çêkim.
Da ku hemû daxawaz
Tê de bi cî û war bin
Ji bo
Awirên şewitî
Keserên lorandî
Di kolanan de, rêkim.
Ez ê çemekî xemgîn
Ji deryayên çavên ta bidizim
Pê sorgulên evînê av dim
Wê demê. ..
Cîhan bê çek bi hev re
Di`axive. ...!.

*
Silava min bihejîne
Awirên wê diçurisin
Li bendî
Koçeke sozdar e.
Di rûpeleke bê nav de
Tî bûye bê av
Hatiye dagirtin
Bi rûmeta demê
Ji reşbûna rûyên nemerdan
Ji êş û derdan
Xwe li hev tewandiye
Civandiye.
De bese. .. bes !
Silava min beravêtî bikin
Û kirasê biyaniyê li bejna xwe kin
Porê nazdara xwe
Bi destê dijminan şeh bikin.
Silava min biparêzin
Nedin ber pêlên ji jarê
Ber armancan wekî cûkê li darê
Lê nedin, ji bilind nînin xwarê.

*
Ez ê
Delavên çeman derbas kim
Te li ser basikê xwe kim
Evîna min
Te di qeyika dilê xwe de veşêrim
Ji ber pêla sitemkar
Di rojeke sermê û qeşê de
Bi berfeke sor
Ez ê girnejînekê vejînim
Û delavan derbas kim.
Ji werdekên avê biprsim
Çawa. .
Balendên bejî li pêlan siwar dibin
Û
Simbilên deştan diseridin ?.
Ji masiyên derya bipirsim
Çima. .
Kevokên min
Nikarin di avê de bijin ?.
De bila. .
Tu jî li deştan azad û serbest bî. .!!
Wê demê,
Pêlek bilind
Pişta xwe radixe û dibêje :
... De siwar be rêwiyo tevî evîna giran.
Nizanim
Dema mêvandariya te
Tevî ku
Rojên min bi navê te
Hatiye tîpkirin.
Nizanim
Dema kenîna te
Tevî ku
Çîçekên min bi lêvên te re
Hatine bişkivandin
Belê. .. giyana çîrokên min
Û bingeha hêviyan.
Ji kenê te bilûrekê saz dikim
Pêşerojên xwe
Li ser têleke hunerî
Siwar dikim
Ji evîna xwe re dilorînim
Diyar dikim.
Dema te çîroka pepûkekî
Ji min re hûnand
Min jî
Evsaniya te yî dirêj
Di hindirê silavekê de
Westand.

*
Dema ku
Çavên te yên mêşinî
Xeyid û dilsariya xwe
Ji dilê min re ragihand.
Dilê min jî
Li ber dîwêr
Giriya.
Kî yê tora xwe vegre
Li pêşiya min
Di delavên te de
Ji bilî te
Kî yê min birîn bike
Di nêçîrê de
Li asîmanê sînga te
Ji bilî te. ..
Nazdara min.

*
Xemek kûr û dirêj
Di şikefta sînga min de
Xunc da
Û şaxên xwe berdane nava
Zinarên omîdan
Rehên xwe
Berdane nava
Kanîkên hinav û damaran
Bi hêzeke bê pîvan
Delavê xemsariyê vekola
Û çû nêçîra roja nû.
Bi birûskeke qedexe
Li serê xwe siwar hat
Û soz da hêviyan
Ku, wê
Kulîlkên xwe bibişkivînin
Sor û zer.

*
Derya li qeyikeke sipî
Siwar dibe û dikene.
Zemîn xwe li derxîxeke
Gulê radixîne û digirnije.
Aso li pişta bilbilekî radizê
û awazên birûskî dipejirîne.
Tev de li dilê min
Bûne babîsok.

*
Te çi doz e ?
Ku min li darbesta demê
Kiriye
Li pêla derya xeman siwar dike.
De here lê. .
Ma xwene ?!
Ez tenê ji te re karim
Te bejna xwe
Zirav û bilind kiriye
Ma tu nezanî
Dilê min kevokeke aşîtî ye
Xwe nagire
Li per pêla cenga awiran.
Hawar ku ji min der tê
Asoyê guhan derbas nake
Xwe di hindirê pencereke
Zindanî de diqermiçîne
Mîna fediya bûka biyan.
Te çi doz e ?
Te rojên min
Kirine bêder
Bi batoza gazinan
Movikên min dihêre
Û kaya min berba dike
Li warekî din.

*
Di berbanga çîrokê de
Min dest bi awirên
Hevkariyê kir
Û
Min da şopa Siyabend
Da çîroka min neçe ava
Û taristan
Ji mala min barke. ..
Di navbera çûn û hatinê de
Min hespe~bozê xwe
Bi qonaxeke bê pîvan
Bi ser û ber kir
Û da şopa siwarekî bê dawî
Ku bighêm dawiya çûna xwe.
Di rêçûnê de
Roj û salên min
Hemû bê jimar
Di valabûneke bê sînor de
Bi halanin
Pez û rezên min
Bê buhar li çolan
Hev dixwin
Geh bi ser hev de diponojin
Û geh pistepistan bi çîrokî
Di guhê hev de dipelînin
Û digirnijin
Lê bi talanin.

*
Ta kengî ?
Xaka minî giranbuha
Di bin lingan de bête raxistin
Û Kepez û Xelatên min
Ji inîşkan re bibî palgeh
Lorîna min
Qey tu nezanî dest
Bi kovan in
Tevî avisbûna xwe
Tê têkeve cirîda demê
Sergoş bi destê wan in
Lorîna min
Di rêça mirina te de
Gelek pespor û jîr in
Di nêçîra mirina te de
Dest bi tîr in
Ji bo te nêçîrvan in.
20 \ 8 \ 1998.

*
Çi xewn bû
Di serê dîroka min de
Xwe livand
Wekî babîsok û bageran
Derd û êş û sema
Li hev çelqandin
Ji rengê meşka diya minî reben
Bi zendekî bangîn wekî evsaneyan.
Zarokên şewitî
Gulên ji xwînê lewitî
Pîreke peritî
Komeke qaf
Çêlekeke paldayî, zik hildayî
Dayikeke mirî
Li ser dergûşa şîrdayî.
Çi bûyer bû. .?!
Di nûjeniyê de pêk hat
Gelo sedem kî bû ?
Teknolociya yan siruşta
Mirovatiyê bû. ?.
Mixabin
Me jibîr kir
Nînin bîra min
Bila jibîr bikim
Ta di xewnan de jî
Ez ê van bûyeran biqewirînim
Ma kî. .
Di nava siyanîdê de avjen dibû ?
Zarokên kê bi xerdelê dişewitîn ?
Me jibîr kir
De bila ez bê bîranîn bim
Bê dîrok bim
Ji ber perda rastiyê
Ji rûkê min hiltîne
Min tazî dike
Û bîranînan
Li laşê minî bê laş
Ber çav dike
Kî yê bersiva min bide
Û biponije ?.
Ez korim, tu kerr î
Cîhan bê denge, buhar yek reng e
Çav cihê xwe guhertiye
Xanî yên min bê derî û pencere ne
Min tiştek ne dîtiye
Me jibîr kirin
Gotinên xwe
Hêsirên sêwiyan
Awirên mişextiyan
Nalîna birçiyan
Kuştiyê zikediyan.
Me ji bîr kir
Hejariya xwe
Parsa biyaniyan
Koçkirina çiyan
Çavên li deriyan.
Çi hestê te ye hevalo
Ku lêvên kuştekarê
Zarokên te biramîsim
Û birakujiyê li darxim
Çi dibêjî lo. ..?!
1997.

*
1 ~
Dilopek xwîn
Ji cegera dayika min
Bi ser latek ji welatê min de hat
Darek ji hêviyan şîn kir
Tijî kulîlk û sorgul bûn
Demsaleke payizî lê hat
Lem ji kokê de ziwa kir
Lê gul û çîçek geştir man.

2 ~
Di dem~rojan de
Sitêr li asîmanan nayêne jimartin
Di taristanan de
Bi hezaran sitêr digirnijin
Lê çendek ji wan rûgeş in

3 ~
Dema gulistane dixemile
Gelek çîçek dibişkivin
Her yek bi rengekî li ba dibe
Bihnê belav dikin
Ji perwan û bilbilan re
Lê. ..
Hemû bihn ne wek hev xweş in
Û ne hemû reng wek hev geş in.

4 ~
Li ser şanogeha jiyanê
Gelek lîstevan rolên xwe dilîzin
Geh dimirin
Û geh mirinê jiyan dikin
Çendek hene
Bê wan çîrok nayê naskirin
Û dîrok nayê hezkirin.

(( Ev herçar hest diyarî giyanê Cegerxwîn in))
22 \ 10 \ 1998.




























ÇEND KULÎLKÊN ÇELMISÎ

*
Ev çi rêç in
Min dipêç in
Ev tev hêç in
Hêsirên çavan
Çiyayên xemgîn dişon
Herkên buharê
Simfoniya jiyanê ye
Dilorîn e
Dilorîne dergûşên çelînî. .
Xema dilê te
Hêviya mendan e
Nameya te erê Efrîn
Kenîneke xemgîn e
Çelengiya te
Dilê min di`êşîn e
Çiman tu mestî. .?
Bê yarî, dil sar î. ..?
Tije vîn î
Zeytûna te çîrok e
Çîroka te dîrok e
Bi xwîn e. ..!
Meydankê
Ji hêsirên sêwiyan e
Birçiyan e
Nîşana hêvîdariyê ye.
Kenîna te. ..
Can dişîne laş
Pêlên çeman diherkîne
Rewşa te bûka dilbirîn e
Tije vîn e. ..
Arşev. .
Vê nameyê bo te dişîn e.
1994

roja mehrecana helbesta kurdî

*
Kî yê. .
Agirê dilê min vejîne. ..?
Dikelim, tije dibim
Ji derd û êş û bîranînên tal
Ji rûkên bê xwîn mane
Ji fedîkariya demê bûne kal
Ji ciwanên di şikefta jiyanê de
Bûne pîr û kal.
Kî yê. .
Agirê dilê min vejîne. ..?
Kî yê dergûşa min bilorîne. .?
Ku dayikê winda bikim
Berî ku bibim yeksal
Kî yê mizgîniyeke sipî bide min
Çav reş bûne ji nûçeyên reş
Û kî yê bi agirê min re bibe heval. ..?!
Bûme volkan
Di çiyayên Medya de
Dikelim
Li bendî roja vejînê me
Di vejînê de
Zimanên lal di`axivin
Çavên kor ronahiyê dibînin
Û guh her tiştî dibihîzin
Dil bi azadî dilîzin.

*
Li ser sînga dayika xwe dijim
Li ber lorandinê şîr dimêjim
Û
Dikevim xewna pêkanînê
Ji doz û hêviyên bedew re
Lewra. .
Şîrê dayika min sipîtir dibe.
Ne panaber im
Bi serbestî ez ê kulîlkan diyar kim
Ji zarokên pêşerojê re
Azad im di evîna kevir û daran de
Çima û çawa. .?
Ew ê min ji pêsîra dayikê cûda kin
Û
Bê par û pişk di nav destan de
Veçirin û veçirin.
Ne panaber im
Dixwazin goşt û hestî
Ji hev biqetînin
Bêçarî û hêviyan
Li hev bibanînin
Û mejî talan bikin.

*
Di jiyana bê qonax de
Dipîvim qonaxên xweyî gunehkar
Di nêva agirê jiyanê de
Dikevim nava taya sar
Bê xwîndan û çare dibim,
Bêçaro. .!
Di nêva daristan û gulistanan de
Digerim li guleke bi bîn
Gelo buhar bi gulekê tê xwar ?
Li deryayên bê delav
Doza mesteke av dikim
Gelo ji mestekê nema
Qeyik dibin siwar ?
Lê tu xweş dizanî
Ku gulistan ji fîxanên min in
Û derya ji xwîna min in
Lew ji derya evîna te têr nabim.
Li rûxaka mirovatiyê
Tave~ewrên xwe giran bikin
Û birûskan bînin xwar
Da ku
Serê kaniya te derbibe
Û zarok nekin zare~zar.

*
Nizanim çima ?
Evîndarê lat û çiya me
Hevalê bilbil û şalûla me
Dengê zelal û xemgîn im.
Xemên min di çiyan de
Kom bûne.
Ji despêka jiyana xwe
Hogir im, heval im, dilsoz im
Lê mixabin. .. sitembar im
Çiya û zinar ji bo min in
Bax û zevî rewşa min in
Ba û bilûr dengê min in
Gul û çîçek ji xwîna min in.
Her ku gulek geş dibe
Zanim ku
Pakrewanek ronahiya xwe
Dipijiqîne û sorgulekê av dide
Ew ê hemû gulê geş bibin
Û welatê me bike
Buhişteke pîroz.
6 \ 4 \ 1998.

*
Ta kengî ?
Ez ê bendewarê hatina te bim
Li ber bahoza keseran
Û
Di deryake qeşagirtî de
Li masîkên te bigerim
Bê avjenî
Ta kîja berbangê. .
Sitêrên asîmanê te
Bihijmêrim
Û
Mineta heyva te hilgirim.
Ta kengî ?
Ew ê helbestên minî gazinok
Li ber
Dergehên çavên te
Û kenîna lêvên teyî sor
Hêsir û lavan birjînin. .
De were, ev ne tu kar e.
11 \ 1 \ 1998.

*
Gava mirov kulîlkekê diçîne
Û
Bi tîrêjên daxwazê avdide
Pê re
Hêvî mezin dibe
Di jiyana siruştî de
Û li ber dergehê pêkanînê
Dibe dergevan.
Gava mirov bixwaze
Kevalekê bi kar bîne
Ji
Tenûra dayika dilbikul
Û
Bilûra kalê rîsipî
Û
Çelengiya bûka pêşmerge
Wê çaxê
Daxwaza min dibe mizgîn.
Gava mirov bixwaze
Helbesta min şirove bike
Bila
Li qîrîna dayika min guhdar ke
Û
Hêsiran di çavê sêwiyekî de sar ke
Û
Rengê xwîna birakujiyê nas ke
Ewê çaxê. ..
Tîrêjên rûnahiyê
xwe berdide ser rûpela min
û rizgar dike
ji pêlên tariya veşartî
û
helbesta min di axivîne ]
18 /10 /1997

*
Bar ke
Ji sînga dayikê
Wargehê rûmetkara ye
Barke, berî ku bikelim
Û bibim pizotek agir
Te di nava xwe de bişewitînim
Li ser dilê te peya bim
Wekî balendeyê baz …..!!
Bar ke,
Tu dizanî rûmetkar im
Tu dizanî xwedanwar im
Xwedan mafim ne dîn û harim
Bahoza hêrsa min te nalorîne
Daristanên min nabin seyrangehên te
Heyva min bi te re nakene
Dîroka min bo te şirove nabe ….!!
Bar ke,
Xatir ji min nexwaze
Bila çûna te têkeve rûpelên minî sipî
Konê xwe jî ji min re nehêle
Di bin konê reş de ranazim.
Zikreşo, bêhişo,
Xwedan çawa te kiriye mirov
Biratiya te bê can e
Pêjna te giran e.
Bar ke
Devê xwe ji pêsîrê derke
Te zarokên çelînî mirand in
Te perda mirovantiyê çirand
Te hêsirên bedew ji çavên belek rijandin
Te hestê Pêxemberan hejandin
Bar ke
Kaniyên min rewşa biharê geş dike
Û
Hebûna te dojeheke nû ye
Di jiyana nûjeniyê de
Ey koçero.
1997

*
Kendalê rûkên te
Sûlavên har
Bi ser kulîlkên evîna min de rijandin
Daristan û pezkoviyên te
Xwe li ber gazin û lavên min
Rewş û reng dan
Û keske-sorek li sînga asîmanê
Bê sînor
Pal veda û inîşka xwe
Da ser pişta çiyayên welatê minî
Birîndar …
De bese li ser bejna min pal bide
Qey tu dixwazî min bikî kavil
Yan kavilan hişyar bike …
Erê rewşa te
Xuncên ji kavilên min diqurmiçînin
De were dîsa xwe bispêre
Berpala kendalê rûmeta min
Ta roj li te hilê
Zanim tu ne peyayê şevê yî.
10 /2 / 1997

*
Silav ji bo silavê
Ji destpêka sibehê de
Ji bê dengiya te
Gelek çivîkên evînê difirin
Bilbilên perîreng
Li çîçekan dicivin
Ez jî navê te
Ji bo rojeke dî dihûnim
Kê nav li te kir Evînê
Te qonaxa dildariyekê pîvabû.
Eger min zanîba
Tê rû ji min biguhêze
Minê jiyan bê agir bihişta
Û destê te nedişewitî
Ji agirê dilê min
Gava min jî xwe şewitand
Ji bo evîna te
Agirê dilê min hênik bibû
Û evîna dilê min bêhtir bibû
Ji lewra
Min dixwest ku zû lêvên te
Ji bo min bibişkivin
Mîna sorgulekê.
Ta ku bi dilekî şikestî
Xatir ji te nexwazim
û herim
Erê ez çûm lê li ba te mam
Dema ez bi rê ketim gelo :
Çend raman di serê min de geriyan
Çend hêsir ji çavê min bariyan
Çend Evîn ji destê min firiyan. .
Kendalekî giran
Bi ser min de ket
Min kir qîrîn, hewar.. di dilê xwyî
Evîndar de
Tu di gaziya min de nehat
Çima ?
Me di şahiyê de dest pê kir
Bi kenînekê
Şahiyê xwe berda dilê me
Û jiyan bi te re şêrîn bibû
Dilê min ji bo te mezin bibû
Ku çend birînin xwe derman kim
Lê min nizanî
Ku hezar birînin dinê dil talan kir.
Roj bi roj. .
Dilopên xwînê bi gotinên te re
Dibûn bîranîn
Çima evînê. . Çima. .. ?.
Xwedan li eniyên merovên xwe nîvîsiye
Şadî, mirin û şewitandin
Çima para min şewate ?
ji ber evîna min duqate.
Evîn were ez çîroka xwe
Ji te re bihûnim
Serpêhatiya xwe bo te bêjim
Xewnên xwe bijmêrim
Tê sozê bidî ku tu guhdar kî.
Rojekê ji rojan
Evînekê bi awirekê kuştibûm
Evînekê bi kenekî bê can hiştibûm
Û dilê min bi nazdarî givaştibû
Wêneya xwe di çavê min de çap kir
Ev serpêhatî ya min bû
Ma tu nizanî kîjan rojê Evînê
Ji wê rojê de çîroka min dest pêkir
Ez ê çîroka xwe binivisim û
Di roja mirina xwe de diyarî te kim
De were li xewna min guhdar ke
Şevekê ji şevên zivistanê yî dirêj
Di himêza te de dimirim
Û sitrana evînê dibêjim
Û bi ramîsanekê te razî dikim
Ev xewna min derew bû an rast bû.
Dema ku te fitara xwe
Bi sitrana min vekir
Tu keniya, tu reviya
Ez mîna mendalekî biçûk
Li pey te dilerizîm û bê çar dimam
Geh min te himêz dikir
Geh mîna kevokekê ji destê min difiriya.
Çawa evînê
Ez ê te ji birkim ji wisa
di bin awirên te de hatim xwar.
1998

*
Çiman te kulîlik çelmisandin ?
Ji xwînê
Ji hêsir û nalînê ??!
Kulîlk ji xaran hate der
Hate avdan ji hêviyên merdan
Li ser kûr bû ji dil keser
Bibû bahoz
avabû newroz
hatibû şuştin ji kînê.
Kulîlkê gazin kir
Min nav kir Helebçe
Bi dest gazî kir
Me ew kir perçe
De bila perçe be. .!
De rabe lo
Pozê te yî mezin
Ne yê bihna xweş e
Çavên te yên nexel
Bejna zirav şikand
Lêvên te yîn peritî
Ne ji bo memikên nazdaran e
Malxerabo tu şiyar nabî
Di vê bîranînê de.
Tu nabînî
Teşî xwe dizîvirîne
Bi destên jardayî
Û koçên qereçiyan bi rê dikevin
Qîrîna malxerabê
Mîna tîrêjeke zer dil dipêçe.

ÇEND AWIRÊN SOZDAR

*
Erê demê. ..
Ka rûmeta sozvaniyê ?
Xapînoka deşt û zozanên min.
Min xwîn da. ..
Te soza bişkivandina gulê da min
Min hêsir barandin. ..
Te soza buharekê pijirand
Min dilsozî çand. ..
Te kompiloyeke mezin seridand
Ez bûme mûm. ..
Min şevên te ronahî kirin
Te jî heyva şevên min dizî
Di tariyê de hiştim
Te gelek nav di çavên min de reş kirin
Kîniya, Esîna, Parîs, London …
Te werîsê xapan li bejna min pêça
Destê min ji guliyê darê qut kir
Çawa baweriyê bi te bînim, demê ?!
Ji rûpela te re xêzan bikêşim
Bejin û bala te zirav bikim
Tu dizanî vîn-perest im
Û ji vîna xwe dûr nakevim
Azadî-xwaz im û dîlê zindana te me
Her wiha di vê rêçê de,
Di vê şewatê de,
Di vî agirî de
Bê dem û çax li ber xwe didim
Tu nikarî omîdên min bê çare kî
Pêteke dijwar im
Ji agirê vêjinê me
Xwe û te tev de dişewitînim
Çawa tu ne şewitî, ne hetikî ?
Te çavên min girê da
Bi reşahiya sitema xwe
Min herkes dît
Û herkesî ez dîtim
Lê perda qebheta te hate hilanîn
Tu bû dîlê rastiya min
Apo me çeka min
Cegera mine, baweriya min e
Mezin e.
Dewrêşê Evdî me bi eşq û viyan im
Û Edûlên min pir in
Apo me çar aliyên xwe dibînim
Hêviyên min
Ji derya Mermerê firehtir e
Baweriya min
Dîwarê zindanê diherifîne
Sirûdên min
Li têla demê saz dibin
Bi awazên serhildanê.
Berxwedana min sûnda
Jiyaneke bi rûmete. ..!!.
15 / 2 / 1999.

*
Dema berf
Li welatê me dibariya
Em wê hingê zarok bûn
Me wateya wê nedizanî.
Dema buhar
Kulîlkên xwe
Ji bo me diyar dikir
Em wê hingê zarok bûn
Me wateya wê nedizanî.
Dema keçeke nûhatî
Ji me re
Lêvên xwe digulguland
Em wê hingê zarok bûn
Me watey wê nedizanî.
Lê dema em mezin bûn
Wate jî mezin bû
Me qelenekî mezin
Jê re danî û. .... danî.
3 / 1 / 2000.

*
Di ahengan de
Govend saz dibin
Milên keç û xortan
Bi şadîmanî li ba dibin
Dilê evîndaran jî
Mîna dahola Qaso lê dide
Qonaxên vedengekê dipîve.
Berxê nêr
Di bin lêvên kêran de
Tê serjêkirin
Du çavên wî
Mîna du xarên dîndoqî
Diçirisin. ...
Simbêlên lûsiyayî lomdar in
Du qoçelên wî bê fîşek mane
Çend awirên xembar
Keleke hêrs
Bi rijandineke hemdem
Pêteke kîn
Di çavên wî de vemirî
Bersiv sitand bi gotinekê
-(Berxê nêr ji kêrê re ye).
4 / 1 / 2000

*
Refek ji kevokên meşext
Li asoyê mirovatiyê difirin
Du hezar soz li pey xwe hiştin
Hîn jî ne gihiştine mebesta xwe
Ne ghiştine hêlêna xwe.
Gelo. ...
Bi çend hezar sozên dî
Ku aso xwe li ber wan
Neke asteng û nîçîrvan
Basikên westiyayî birîn neke ?.
Refek ji kevokên aşîtiyê
Li asoyên berfîn dibe mêvan
Gelo. ...
Mazûban vê carê
Bi çend derdan
Wan pêşewaz dike ?
Dîsan rastiya xwe
Vedîşêre
Û bê ziman dimîne.
3 / 1 / 2000.
*
Hemû dîrok
Ji bo te çêbûne
Rûpel ji te re pesindar in.
Hemû pirtûk
Ji bo te çapbûne
Tu jî mîna bê dilekî
Her tişt ji xwe re dizîne
Bi samanî.
Lê belê. ..
Tu caran
Tu dewlemend nabî û nabî
Her roj derbas dibe.
Simbilekî diseridîne
Bejnekê hêdî-hêdî dixemilîne
Lê belê. ..
Tovên nirxekî bangîn
Belav dike.
Li pişta asîmanekî dilorîne
Li kendalekî çiyayî
Çend tîpan di nivîsîne
1 / 1 / 2000

*
Ramanek bê sitûn
Xwe li helbesta min pêçabû
Li pişta hêviya min daliqiyabû
Xwe bi lorandin, gazin
Li ber çavê demê diqermiçîne
Mîna dergûşa bê can û rewan
Seranserî kavilan daye pîvan
Şopa karwanê bê armanc girtiye
Lingê xweyî xwas û bê tilî
Li ser qûmeke tavgirtî dikewîne
Nizanî ku ev şop
Dikeve rûpeleke bê jimar
Xwe li ramaneke pêşerojî dipêçîne.
Kendalekî bê hestî diherifîne. ..
Ramaneke bê damar
Pesin û hovîtiya xwe
Li taceke zêrîn mar kiriye
Bûye siwarê hespekî bê çav
Kevokên rengo- rengo hilgirtine
Di nav dûmaneke sipî de difirîne
Bi basikên ji berfê,
Dilekî ji agir.. xwe dişewitîne.
Ramaneke bê ziman
Li pozekî bûye mêvan
Bi serê pozan silav dide
Nikare. .
Gundîtî û şaristaniya xwe
Di awazeke perwer de
Di guhê min de bipelîne
Û
Baweriyên min ji qîzanî bixîne
Zavetiya xweyî bêmar
Li bûkaniya raman û helbestan
Bibanîne. .
Helbestên mîna samaneke hêsan
Bi kar bîne.
1999.

*
Di bêdegiya şevê de
Asîman bê sitûn dima
Heyva gazinok e
Bi dostê xwe re
Ronahiya dildariyê
Tîrêjên çav fireh
Xwe bi ser dêman de berdide
Di xewa giran de
Sitêrê bi kê re biaxivyana,
Şiyar bimana
Eger ez ne evîndarbama
Bê par bama. .?!
Tu dizanî. .
Girtiyê benda te me
Wekî bilbilê çeleng
Dikevim benda niçîrvanan
Tu bi tenê nîçîvana dilê minî
Dilber
Tu dizeka xewnên minî
Di şevên zivistanê de
Bi berfê re dibarî
Bi birûskan re agirê xwe
Berdidî damarên birîndar
Û jiyanê bi min dikî buhar.
Di bêdengiya şevê de
Çend xewn pêk tên. ... ?
Çend hêvî derman dibin. .. ?
Çend dildar dilşad dibin. ..? 
Gelo. ...
Eger hemû xewn bibin yek
Ew ê çend şev bighêjin berbangê
Ta ku Arşev pêta xwe
Eşkere bike.
15 / 9 / 1997.

*
Evîneke seridî
Li ber hênik~bayên awirên te
Pê re. .
Çemekî kenok
Li ber awazên kenê te
Û bilûra çinarê
Dîlaneke semawer kir.
Çawa kulîlk. ..
Li ber fîxanan dibişkivin
Lêvên te jî wisa
Li ber helbesta min
Di gul~gul in.
Meşa teyî nazdar,
Hejandina sipîndar,
Pêla agirê sar. .
Ji hev cûda nakim. ..?!.
Gure~gura tavên te
Li asîmanê sînga min belav in.
Çaxê. ..
Birûskeke dijwar, li mejiyê min dide
Û Kavilên
şirovekirî
Dike şaristaneke vejandî
Bûye mîna wargehê dîn û dildaran.
Bihara bejna te yî avdayî
Ji hêsirên evîndaran
Pel weşandine.
Hêlîna avakirî
Bi pêçana keziyên zeriyan
Dar hejandine.
Destê min û te
Ji silaveke fediyok
Û tiliyên penaber ji hev qetandine.

*SOZ
Kengî soz bi cî tên. .?
Ji awirekê soz dibe doz
Û doz dibe bahoz.
Bi ramîseke şêrîn
Ji gulekê bîn
Hêviyên navoser xwe dixemilînin
Di roja pêkanînê de
Dibin pîroz.

*HÊZ
Hêza şûrê min
Rûyê demê diqelêşe
Li asoyên keseran li ba dibe
Xwesteka min. ..
Ku jê bigvêşin rûmeta sitemkariyê
Bihûnim rista gunehkariyê
Wekî basikê kevoka aşîtiyê
Li ba kim şûrê xwe.
Rûpelek ji dîroka bê par
Bi pênûsa minî şikestî
Pişk û para xwe dibîne.
Çîroka minî bê nav
Di bîreweriya minî bê delav de
Bi çav dibe …?!

Dibêjin rengê sipî aşîtî ye
Lê rengê sor ji bo çî ye…?
Ger keskayî şînahî ye
Rengê şîne avahî ye.
Rengan li hev bibanînin
Kevalekê bikarbînin
Di nav de biçêrin hemû
daxwazên birîndar.
9 / 8 / 1997.

*
Çendî tiyê avê me. .!
Di havîngeha deşta te de
Dinoşin. ..
Ji pêlên leylana mişextiyê
Li ber pala çiyayên fediyok.
Çendî tî me. ..!
Tevî ku derdora min
Tev de derya û pingav in.
Hisretkarê baranê me
Tevî ku li jorî min
Tev de birûsk û tav in.
Daxwaz dijwar e. ..
Bi du lêvên ziwa û kenok
Ez ê tîrêjê ramîsanên xwe çap kim
Li ser delavê derya hêviyan
Û jiyanê bi tevayî
Bikim kaniya dozê. .!!.
Hemû kesên tî û lêvziwa
Di ber çem-avên xwe de
Ber-pêl bikim.

*
Di hêlana derdên te de
Rast û çep tême kilan
Dilber !
Wekî meşka ku
Bi hêz tête çelqandin
Ji bo encameke nû
Û rola daxwazê bigivêşe. ..
Bi kiladina meşkê re
Awazên sistemî tête xemlandin.
Pê re. ..
Çavê bendewar dûr dibîne
Li ser gavpêkên yara winda
Awazên dahola xwe li dar dixe
Pê re. ..
Vedeng nêzîkî hêviyên
Birîndar dibe birîndaro.
Şam 10 / 12 / 1997

*
Dûmaneke mişextî
Xwe li esîmanê hêviyan pêçabû
Ji kelmezoya dilekî evîndar
Kovanên minî şewitî
Bê baweşîn hiştibû.
Lewra. ..
Keleke girî
Di gewriya min de. .. sar bû
Armanca pêkanînekê
Bi gazineke parsek
Li ber dergehê demê
Lêvên xweyî ergewanî. .!
Gul gulandî ye
Ji bo ramîsaeke dîrokî.
23 / 12 / 1997

*
Di kurte-dema xatiran de
Bê xatir dimînim di jiyanê de
Bi awirekî jiyan şirove dike
Û
Zemîn di hêsirê de zelal dibe
Kulîlka dil şadî ye
Xemgîn û mest dimîne.
Li ser hêsirê
Gotina ( oxir be ).
Tê raxistin.
Û
Keske-sorek li dor perwaz dide.










ÇEND TÊLÊN ŞEWITÎ

*
Ramana min hêlîna te ye
Ey bibila min.
Ez û tu. .
Du masîkin
Li delavê hêviyan. ..diçêrin.
Du şalûl in
Li sîdana evînê dilûsin
Û awazeke xemgîn saz dikin.
Baran ji çavên te ku dibare
Buhara dilê min geş dike
Û bi tîrêjên awirên te re
Kulîlkên min dibişkivin
Wekî lêvên te yên sorgulî.
Hinarên min distewin
Ji rewşa dêmên te.

*
Çav. ..
Mîna kamîrakê
Derdora xwe
Dike kevaleke çeleng.
Çavê min. ..
Nikare tevna te birêse
Bi awirekî derewîn
Li dilekî..... sozdar.
Û
Zirav-bejna te. .
Li teşiyeke zêrîn bizîvirîne
Û payîzê bike..... buhar.
Nikarim koze-pînên te
Bikim sera
Û
Gundên te bikim. .... şar.
Lê dikarim
Ji bo şaristaniyê
Dil bikim dîl û. ....bendewar.

*
*Babîsokeke zer ?!
Bejna xwe zirav dike
Bi nazdarî xwe li ba kir
Çiman nazikê...?!
Ji bo aso evîndar kim.

*Kengî agir xwe dişewitîne..?
Dema ku. ..
Çîroka Mem û Zîn dibihîze.

*Kengî derya
Masîkên xwe vedişêrin ?
Dema ku. ..
Beko xwe davêje derya evîna Mem.

*Kengî çîçek bihnê belav dikin ?
Dema ku. ..
Mara Mem li Zînê tê birrîn.

*Kengî can xwe berdide laşê Memo..?
Dema ku. ..
Beko tê kuştin.
* * * *

*
Min dixwest
Ez navekî li evîna xwe kim
Giriyam, westiyam
Li hemû ferhengên jiyanê
Ta dawiya jiyana xwe
Ez ê bigerim û bigerim li navekî.
Min dixwest ku. ..
Bilûrekê peyda kim
Ji gazinên teyî lorandî
Te, gazin û lom li min pir kirin.
Min dixwest ku. ..
Werîsê evîndariya xwe û te bihûnim
Ji keziyên te yî şêrîn
Te, gulî û kezî kur kirin.
Min dixwest ku. ..
Kevirê hemû çiyan bilivînim
Te, xwedanê dilovaniyê bê dil kirin.
Min dixwest ku. ..
Hinekî ji hêsirên xwe vexwim
Ji boyî kêm kim êşan
Te, kul û derdên min bêhtir kirin.
Wan soz da ku. ..
Birînên min derman kin
Eşkere di dîrokê de, wan vir kirin.

((diyarî misilmanan)).

*
Bi rojê re
Kulîlkên çavên te dibişkivin
Kenekî bê xem
Li ser lêvan tê raxistin
Û jiyan bejna te himêz dike
Di bin tîrêjên te de.
He wisa
Kevok lêvên hev dinoşin
Û avên çeman serbest dimeşin.
Ji şermahiya rewşa te
Çîçek xwe di nav bihnê de vedişêrin.
Bi rojê re. ..
Goristan li paşerojên xwe
Poşman dibin
Şînahî mezelan dike bajar
Mem û Zîn bi hev re di’axivin
Û hestên wan dilivin
Ji nûve derdê min dicivin.
Bi rojê re….
Asîman ji ber xwe fehêt dike
Xwe di nava ewrekî berfê de
Vedişêre.
15 / 9 / 1997.

*
Çend daxwaz hene
Çend doz li hêviya te ne
Gotin tête hilbijartin.
Ji awir. .
Tîp li pişta babetê
Siwar dibe
Û berê xwe dide
Wargehê mebestan
Bi karwanekî barkirî
Ji daxwazên dilekî birîndar.
Karwan westiyan
Di bin tîrêjên rokeke dijwar de.
Tu baweşîn nebû diyar
Ji zozanên xeydok
Bi tîreke dijwar
Zikekî beravêtî
Pîroz kir.
Li bejna tenik û nazdar
Bi awireke sivik.
26 / 12 / 1997

*
Ez ê ava kim
Xaniyê kul û derdên xwe
Ji kevirên mermer
Ji zinarê Sîpan û Şingalê
Û
Heriya sor û sipî
Ji şûva Qamişlo û Xormal
Û
Sipîndarên Amed û Hekarê
Da ku di bin de vehesin hemû Pakrewanên pîroz.
Û bibe..
Nexweşxanek
Ji boyî birîndarên bê derman
Da ku bibe
Tewafgeha
Hemû dilsozan.

*
Ez ê binivîsim
Rojîn dijwar û bedew
Baweşînekê ji baskê mêkewan
Li tirafa pizotî kim
Şirove bikim çemên bê pêl
Û
Li tembûreke bê têl bidim.
Û
Meşa daxwazê li dar xim
Rûpela dil raxînim
Û
Pênûsa xwe serbest bikim
Da ku pênûs dîlana azadiyê
Li dar xîne.
Gelo. ..
Wê çawa fedî yê
Ji ser rûyê pênûsa min rabe ?
Ew pênûsa fediyok
Ji ramîsanên bê lêv û sêv
Hatiye sotin.

*
Xatir nexwaze û neçe
Ji ber
Hêviyêd min
Ji pêsîra te
Şîrê daxwazê dimijin
Û
Kevokên aştiyê
Li sîdana te dilûsin
Da ku..
Kulîlkên jiyana wan
Ne çilmisin.
Li baweşîna silav û awazên
Strana jiyanê
Û
Sirûda serhildananê.
Neçe û rû veneşêre
Kendalê rûmetê
Bi ser silava min de neherifîne !
Û dest bi dest bijdîne
Tiliyan li hev girê de
Tu jî di rêveçûna min de bi rê de
Bi yek dengî,
Bi yek awazê
Sirûda jiyanê bêjin.

*
Çavên xwe. ..
Li pencerê dida û
Pencerê xwe reş girê da
Dilê min jî. .
Di nava hevîrekî reş de
Distira.
Hêviyên min . ..
Di meşka xwe de dikla
Di encamê de
Kenekî reş xwe vejand
Li ser lêvên şewitî livand.
De bese. .
Reşika gewrayiya xelkê
Pencerê bizîvirîne.
bizîvirîne.
Şam 12 / 2 / 1997.

*
Sibeheke buharî
Tîrêjên ronahiya xwe
Diyarî şînahî û binefşan dike
Û hêsirên kulîlkê dişo
Ji sitema tariya şevê.
Ez jî. .
Bi silaveke nazdar
Dil û dildariya xwe
Ji te re dikim diyar.
Her tişt dibişkive
Kulîlkên li daran
Lêvên evîndaran
Çîçekên beyaran.
Di’axivin
Roka di înê
Heyva şevînê
Kewa hêlînê
Û Memê Zînê.
Sibeheke buharî. .
Keçeke evîndare
Bo evîna xwe hatiye xemlandin
Û gulav
Bi ser bejna xwe de
Barandiye. .

*
Çawa ez ê te ji mejî bavêjim
Ku tu bûyî damareke. . jîndar
Di nava buhara dil de
Tu bûyî çemekî. . navdar
Avê dide kulîlkên tî
Ta ku bihnê belavkin
Li deşt û zozanên. . xemsar.
Mejiyo rebeno …
Hêlîna raman û xewnên beravêtî
Tûrikê bîranînên. . her car
Bejna xweyî çeleng
Di bin bîranînên stewr de
Aniye xwar.
Bi roj, bi şev diponije
Ji boyî rojên. . kar
De bese bike qîrîn
Bese bike feryad û hewar
Wargehê hêviyên zarokên pêşerojê
Rakeve. .
Tevî xewnên xwe yî
Avis û birîndar. .?.

*
Çendî tu ji min dûrî
Ez bo te nêzîk im kevoka min
Min xwe kire daristan
Ku te himêz bikim
Te aso bo xwe kiriye war.
Ez bûme aso
Û li bendî firîna te mam
Li çiyayê Herkolê bûye birîndar.
Ez bûme çiya
Û bejna min bilind dibû
Zinar û şkeftên min
Bi nav û deng dibûn
Tu di deryan de bûyî masiyeke hişyar.
Ez bûme derya
Ta ku kevoka xwe
Mîna masîkek sipî xwedî bikim
Biparêzim.
Kevoka min di volkanekê de bû
Pêtek ar.
Ew kevoka ku bo min
Bûye armanc
Bi wê pêta agirê xwe
Bi ser min de
Tê xwar.
12 / 1 / 1998

*
Şeveke buharî. .....
Li welatê min
Ferhenga biranînên min e.
Bihnek ji axa welatê min
Wateya zarotiya min e.
Birûskeke bejn zirav
Ji asoyên welatê min
Nişana berxwedana min e.
Gurîneke ji tavên reş
Di buhara gundê min de
Nişana bişkivandina
Gul û binefşên min e.
Lê berfek li sînga çiyayên welatê min
Mebest û omîda min û te ye.

*
Min di xwest
Ez bejin û bala te
Bi awirên xwe bi pîvim
Û temen
Ji bo dilê xwe nas bikim.
Min di xwest
Ez avjen bibim
Di pêla te de
Kûrbûna hêviyên te qam bikim.
Min dixwest
Helwesta dilê te
Di evîna wekheviyê de şaş bikim
Di şeva tarî û bê sitêr de.
Te dixwest
Ku min bi arê dojeha xwe
Bavêta bîreke ji bîr kirî
Destekî qeşa girtî
Bê avjenî bihêle.
Lê te ez firotim
Ji bo çend sozên bê ramîsan.
11 / 1 / 2000

*
Pîroz be xwen te
Di bê dengiya şevê de
Ez li pêleke tarî kirim
Mîna siwarekî bê rewan
Û hogirî evîneke xwedayî kirim
Li buhişt û daristanên
Mebest û omîdan digerandim.
Di hêlaneke çiyayî de ez lorandim
Ji kaniyeke kurdistanî ez mêjandim
Ji jor ve avêtim
Nav şax û zinarên bi saw
Mîna Siyabendekî evîndar
Mîna kevokeke..
Basik şikestî ez firandim
Xulmaş dibûm ji xwena giran
Û hemû sînor vedibûn
Mîna pêxeberekî
Derbasî sirûda bîranînê dibûm.
9 / 4 / 2000

*
Min sare dayê. ..
Di himêza şikefta demê de
Xwe nagirim
Li ber pêla bê dengiyê.
Min sare dayê. ..
Ez jî zanim tu bê çar e
Di qonaxeke rûsar de
Bê dengiya te,
Vedenga jiyanê
Di şevê min de dipelîne
Bêhna te ji min dûr e
Ji bilî xewnên bê laş.
Di şeva te de
Pîr`ebokên stûxwar
Li ber deriyê min dicivin
Û awirên serjêkirî
Bi tîrêjên kelogirî re
Derbasî bêdengiya şevê min dikin
Bi qîrînên şewat,
Hestê min. .
Dixe eloziyeke bê dawî
Hişê min jî
Mina hiriyeke payizî
Vediçirîne û vediçirîne.
Damarên min. .
Mîna marên kor
Xwe li hestiyên minî reben dipêçin.
Zimanê min
Bi xwedayekî nigarkêş re di`axîve
Û çîrokên beravêtî dihûne.
Dayê. . min sare, xew nayê.
1 / 3 / 2000

*
Li ser sînga demê
Rûpela navê te dinivîsim
Bi çend tîpên birîndar
Şewata kovanan tê de
Berçav nakim.
Hestê te yî pûç
Mina piyaneke ziwa
Ji ava azadiyê tije dikim
Û em. .
Bi hev re tenduristiyê li dardixin.
kîja tenduristî bi kêrî me te ?
Çend girnejîn. .
Nirxên razîbûna me diyar dike ?
Çend rûpel. .
Êşên me di avjeniya pêlan de
Serbest dike ?.
Ez û tu. .
Xwe di çarçewa buyeran de
Mest û gêj dikin
Piyana meyê
Li rûyê demê didin
Bêyî ku em derdên xwe
Bi cî kin ?!.
Û. .
Şopekê di nav rezên demê de
Bi şopînin
Ji bo derbasbûna
Arên herdem
Lêzerên hinerên min nakenînin
Û ramîsanên min nagirînin
Ta ku werîsê hûnandî
Di navbera min û te de
Li hevciviyayî be.
Ne ez te dibînim
Û ne tu min himêz dikî.
10 / 1 / 2000

*
Ji çaxên derbasbûyî de
Her heftên razayî
Dest ji ronahî û rengên xakê kirin
Giryan ji bo rastiya xweyî dawî.
Çelengî tengezar nabe
Di şikefta me de
Li inya me hatiye nivisandin
Ku hezar salan di xew debin
Latek ber be derî ve herikî.
Em hêdî hêdî şad dibûn
Laşên me sar dibûn bê livîn
Lê dema ku zemîn bizîvire
Ewê naske ku em ne mirîne.
Dîsa şiyar dibin
Perda çelengiyê
Li ser xak û derya tê raxistin.

*
Belê dighêm vê rewşê
Jiyan mîna perwanekê dizîvire
Destê ku vê dawiyê li ba dibû
Bi tîreke ji hevirmêşên rengîn
Bê çar. ..
Di himbêzekê de hate xwarê
Bê baweşîn.
Westin û nêzîkbûn û bandor
Himberyanên hişk
Her du milên azad diherikîn
Ber be xwe de dikşîne
Di nav zevî û gulistanan de
Di ser girên herifî re.

*
Nîvê şevê de rabûm
Çavê xweyî qerimî kil kim
Bi nerîna sitêrên geş
Li fixanên bilbil
Li ser rêya gulîstana me
guhdar kim.
Çavan digirim
Helbestvanek hebû di demekê de
Ev sitran
Li ser ronahiya sitêran dihûna
Li ser. ..
Gulava gulên bi xakê ve girêdayî bûn
Distra. ..
Lê, pirs hate guhertin
Tu distrê û em kerr bûne
Dilên me birîndar in
Di van hemû salan de
Sitran berdewame û şev sar e
Ewê sibeh bi mûmên sipî
Cihanê bike roj
Bi serbesti tîrêjên xwe
Derbasî ser mêwên bejî bike.

*
Dema li welatê min dibû rojî
Min fitara xwe
Bi axa wî vedikir.
Dema Nûroz
Bi ser me de dihat
Min awazên şêrîn
Ji surişta welatê xwe re
Ava dikir.
Dema şev-reş
Dijwar dibû,
Di çavên me de
Dimeyiya. ..
Û heyva me diçû xwarê,
Dilûsiya. ..
Zarotiya me, saw digirt
Li çîrokên dapîr û dayikan
Dihêwirî, diçêriya. ..
Û (Rêka Kadizan),
Di hişê me de şax vedida. ..!.
Wê demê,
Me bîra agirê berfê û . .
Mirina çivîkan nedibir. .!.


*
Tu dûr î. .
Ji himêza dayika xwe
Helbet, mîna mendalekî
Tê bigirnij î, biponij î
Bi çend tîpên agirî xwe germ dike
Mîna hêkên karistanî.
Tu dûr î. .
Xwe bişewitîne
Bi agirê dûriyê
Û cendekê xweyî pepûk
Ji min re bişîne
Li ser darbesteke birîndar.
Lê mexabin hezar mexabin
Di himêza dayika xwe de dijim
Mîna te,
Bi agirê hêviyê diqij-qijim
Canê min. .
Lêvên min ziwa ne
Ji pêsîrên mişte-şîr
De were bi min re
bişkojan veke……were.

*
Te ez dame ber
Pêla deryakê
Ji awirên xweyî mêşinî
Bê qeyik,
Li pêlan siwar kirim
Berê min daye roja nehatinê.
Lê çendî
Tu li min bi kîn î
Min nizanî dilberê
Te çawa ev kerb û kîn
Di zikekî birçî de veşartibûn ?
Û roja şahiya min diyarî kir
Pê zer- kulîlkên min
Çilmisandin, fetisandin
Li gulistaneke hemdem.
Erê. ..
Ya ku bi dilmestî
Min ji bo xwe û te
Mîna hêlînekê xemilandibû
Bi evîneke bê sînor
Min te derbasî çemên xwe dikir
Lê te pêlavek sor
Ji çermên kevokan çê kir
Û nikilên teyî sore-reng bi şadîmanî
Radimîsand.




Dîsa beroşeke hêsir
Li ser lêvên xwe bikelîne
Heste ji çîrke~çîrka diranan pêxîne
Mîna agirê Newrozekê gûr bike.
Lê. ..
Zû bi awireke tije hêsir
Li min vemrîne
Hîjî dilê min dişewite û dişewite.
Heylooooo heylo…
Kê kir û kê go. .. ??
Kê çiyayên min xemgîn kirin. .?
Kê dar û berên min bê ber hiştin. .?
Kê sipîbûn ji çiyaên min şuştin. .?
Kê bilbilên min qefeskirin. .?
Kê kir û kê go. .??
Kê zimanê xwedan jêkirin. .?
Pê îşkince çêkirin
Çawa ji bîr bikim. .!?
Nema li rûpela te dixwînim
Nema ji te fehêt dikim
Zimanê xwe jê kim…çima. . ?

4 / 4 / 2000


Dawî.
               www.ronican.com                                                                                                                   ronican_hiso@hotmail.com
Destpek

Nuce

Muzik

Wene

Video

Helbest

Tekili